* Li Colemêrgê 6 sal berê dest bi çêkirina du tunelan hat kirin, lê hê jî nehatine vekirin. Rêxistinên sivîl ên bajêr bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Rêya mirinê ne çarenûsa gelê me ye."
* Serokê Şaxa PSAKD'ê ya Ataşehîrê Ozgur Demîrcanli bal kişand ser êrişên HTŞ'ê yên li dijî elewiyên li Sûriyeyê û zextên li Tirkiyeyê û got: "Îro em elewî rastî qirkirineke taybet tên."
* Parêzer Ercan Kanar diyar kir ku divê tecrîd bê rakirin û got: "Bi sererastkirina mewzûata qanûnî re, wekî Nelson Mandela divê ji bo Abdullah Ocalan jî şert û mercên wekhev û guncan bên afirandin."
* Berdevkê KKP'ê Yasîn Yetîşgen diyar kir ku hevdîtinên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd girîng in û got: "Ji bo ku bi awayekî baştir tevkariyê li pêvajoyê bike, divê Abdullah Ocalan bi temamî azad bibe."
* 15’emîn danişîna doza Dayikên Şemiyê û parastvanên mafên mirovan ku bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” tên darizandin, dê li 21’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin. (10.00)
* Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê dê bi boneya 111’emîn meha komkujiyê, li pêşiya Gara Enqereyê bernameya bîranînê li dar bixe. (10.04)
* Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê dê bi boneya 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin, li Mulkiyelîler Bîrlîgiyê daxuyaniyê bidin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê biçe serdana buroyên Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’ê. (11.00-13.30)
* Şaxa OHD’a Îzmîrê dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Egeyê li avahiya komeleyê eşkere bike. (13.30)
* Danişîna doza Nezîr Tekçî ku di bin çavan de hatibû windakirin, dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê bê lidarxistin. (14.00)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê tev li torena vekirina Atsushî Miyazakî AKOM a Serokatiya Daîreya Karên Karesatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bibe. (14.30)
* Li Wanê dê ji bo Rojîn Kabaîşê meş were lidarxistin. (15.00)