NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî nûnerê serokê PDK'ê Mesûd Barzanî Dr. Hemîd Derbendî qebûl kir.
Nûnerê Mesûd Barzanî Dr. Hemîd Derbendî îro derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û bi Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî re hevdîtin pêk anî.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, di hevdîtina ku ji çapemeniyê girtî pêk hat de, Derbendî peyama Mesûd Barzanî ragihand. Hat gotin ku di peyamê de behsa girîngiya hevkariya kurdan a li hemberî zehmetiyên ku li Sûriyeyê diqewimin hatiye kirin.
Fermandarê Giştî yê QSDˋê Mazlûm Ebdî jî li ser girîngiya parastina destkeftiyên kurdan, pêkanîna aramiya li herêmê rawestiya û diyar kiriye ku di vê demê de pêwîst e navbera hemû partiyên Kurd de hewldanên hevpar hebin.