* Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Birdal diyar kir ku desthilat ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tu gav neavêtiye û got: "Êdî em li bendê ne ku gav bên avêtin. Lê belê heta niha ji bo pêbawerî û xurtkirina pêvajoyê tu gav nehatine avêtin."
* Samah Raf'at A. Ehmed a filistînî ya ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Nexweşiyên Zayînê û Zarokan a Suleymaniyeyê zarok aniye dinê, diyar kir ku ji ber ku nikaribûye 40 hezar mesrefa nexweşxaneyê bide zaroka wê hatiye desteserkirin.
* Di ser mirina Yilmaz Yakut ê bi nasnav Kalo ku bêyî ku guh bide binçavkirin, îşkence, binçavkirin û gefên kuştinê li kolanên Amedê rojname belav kirin, 3 sal derbas bûn.
* Der barê 22 kesên ku ji ber tevlî merasîma cenazeyê hunermend Mîr Perwer ê li Parîsê hatibû qetilkirin bûbûn hatibûn darizandin, ceza hatin birîn. Her wiha li ciwanê bi navê Davut Aktaş ji ber ku ji bo xwe ji gaza îsotan biparêze "maske" li dabû ber devê xwe, 3 sal û 8 meh ceza hat birîn
* Dîwarê deriyê ketina medreseya dîrokî ya Mîr Abdaliye ya navçeya Cizîrê ku bi çarenûsa xwe re rû bi rû hatiye hiştin, beri bê restorekirin, hat hilweşandin.
* 5’emîn danişîna doza edîtor û nivîskarên kovara Modernîteya Demokratîk ku bi îdiaya “miletê tirk biçûk xistiye” hatibû vekirin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Çaglayanê bê lidarxistin. (10.50)
* HDK dê li hotêleke li Taksîm a Stenbolê “Deklarasyona Aştiyê” eşker bike. (11.00) ZINDÎ
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Qersê tev li kongreya partiya xwe bibe. (11.00) ZINDÎ
* DFG dê kedkarê Çapemeniya Azad, Yilmaz Yakut li sor gora wî ya li Goristana Yenîkoyê bi bîr bîne. (13.00)
* Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dê li dijî tayînkirina qeyûm daxuyanî bê dayin. (13.00) ZINDÎ
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî daxuyaniyê bide. (13.30)