ÎZMÎR - Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Birdal diyar kir ku desthilat ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tu gav neavêtiye û got: "Êdî em li bendê ne ku gav bên avêtin. Lê belê heta niha ji bo pêbawerî û xurtkirina pêvajoyê tu gav nehatine avêtin."
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 29’ê Kanûnê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê peyama Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a ji 7 xalan pêkhatî hat parvekirin. Peyama çareseriyê ya ji 7 xalan pêkhatî ya Ocalan û gengeşeyên li ser pirsgirêka kurd didomin.
Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan Akin Birdal jî di nav de, gelek rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên ku di 14’ê Kanûnê de li Stenbolê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û avakirina aştî û demokrasiyê metneke îmzeyan weşandin.
WÊ NIVÎSKAR Û REWŞENBÎR ÇI BIKIN?
Bîrdal da zanîn ku di pêvajoya bi navê "Pêvajoya Çareseriyê" ya ku di sala 2013'an de hat destpêkirin de, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk gavên berbiçav nehatine avêtin. Bîrdal diyar kir ku ev pêvajo îsraf bûye û wiha got: “Bi metna ku me li Stenbolê îmze kir, wekî rewşenbîr û nivîskaran, pêşî me xwest ku geşedanên ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê neyê sekinandin, navê vê pirsgirêkê rast bê gotin. Ji bo geşedan bên civakîkirin me bang kir. Tavilê banga me bi hezar û 146 îmzeyan hat bersivandin. Wê li bajarên wekî Stenbol, Enqere, Îzmîr û Edeneyê konferansên herêmî bên lidarxistin. Planön van konferansan wê bên amadekirin û înisiyatîf ji wan deveran re bê dayîn û hewl bê dayîn ku xwe bigihînin hemû astên civakê."
Bîrdal hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re nirxandin û diyar kir ku divê hevdîtin neyên qutkirin û dewam bikin. Bîrdal got: "Xwezî hevdîtinên di sala 2015'an de nehatana qutkirin. Ji wê demê ve tecrîd kûrtir bûye. Bêyî rakirina tecrîdê demokrasî û aştî pêk nayê. Yanî divê niyetek were eşkerekirin. Her du hevdîtinên bi Ocalan re jî girîng in. Her wiha peyama Ocalan a ji bo biratiya tirk û kurdan jî pir girîng e. Bi vê peyamê nîşan dide ku aştî wê bi kêrî her kesî bê. Ger nexreyêke berfireh esas bê girtin wê aştiyeke civakî berbiçav bibe. Wê ev jî bibe sedema girtina biryaêrn kolektîf. Ev yek jî wê barê aliyan sivik bike. Derketina îmzevanên aştiyê jî ji ber vê ye. Polîtîkayên dijminatiya demokrasiyê yên desthilatê, dê zirarê bide hevdîtinên aştiyê. Lewma girîng e ku Ocalan serbest bê berdan. Ji lew re Ocalan perspektîfa veguherîna demokratîkbûyînê pêşkêş dike."
Bîrdal diyar kir ku serdana Heyeta Îmraliyê ya ji bo partiyên li Meclisê yên piştî hevdîtinê û daxuyaniyên piştî van serdanan jî bi qîmet in.
Bîrdal bal kişand ser hevdîtinên aştiyê yên li cîhanê jî û got ku piştî hevdîtina bi Îmraliyê re pêdivî ye ku êdî gavên berbiçav û pêbawer bên avêtin.