Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn

  • rojane
  • 16:12 19 Çile 2025
  • |

WAN - Kedkarê Çapemeniya Azad Orhan Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe bi girseyî hat bibîranîn. 

Belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Wanê hate bibîranîn. Bîranîn, bi pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) hate kirin. Malbata Karaagar, Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek rojnameger tev li bîranînê bûn. 
 
'KESEK NIKARE XWE LI BER ÇAPEMENIYA AZAD BIGIRE’ 
 
Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Nûnerê DFG’ê yê Wanê Adnan Bîlen axivî. Bîlen, diyar kir ku bi sala ye êrişên ser kedkarên Çapemeniya Azad didomin û ev tişt anî ziman: “Qetilkirina rojnameger Nazim û Cîhanê û birîndarkirina bi dehan rojnamegeran a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê çendek mînakên dema nêz in. Bi ser qetilkirina Orhan re 32 sal derbas bûn, sînor, xweza û îktîdar guherîn lê polîtîkaya Tirkiyeyê ya qetilkirina kedkarên Çapemeniya Azad qet neguherîn û hêj didome. Tevî qetilkirin, zext, binçavkirin û girtinan jî kedkarên Çapemeniya Azad paşvegav neavêtin û dê neavêjin jî. Êdî kesek nikare xwe li ber Çapemeniya Azad bigire. Ji Apê Mûsayan, ji Gurbetellî Ersozan heta niha Çapemeniya Azad bi tevahiya şehîdên xwe xwedî rabûrdû û pêşerojeke mayînde ye. Li hemberî vê çandê tu kes nikare derketina holê ya heqîqetan asteng bike. Dibe ku şaxên vê dara qayîm bişikînin lê nikarin me ji rêya me bikin. Di şexsê Orhan, Nazim û Cîhanê de hemû şehîdên Çapemeniya Azad bi bîr tînim û li ber wan bejna xwe ditewînim.” 
 
'HER KU KUŞTIN EM ZÊDETIR BÛN’
 
Birayê Karaagar, Nîzam Karaagar jî diyar kir ku gelê Kurd bi kuştinê xelas nabe û ev tişt anî ziman: “Kesên komkujiyan dikin dibêjin qey dê bi qetilkirinê encamekî bi dest bixin. Lê her ku me qetil dikin em zêdetir dibin. 32 sal berê em tenê 15 kes hatin vê goristanê lê niha em bi sedan kes in. Bi kuştina Orhan re digotin qey dê li vî bajarî rojname neyên firotin, dê kesek heqîqetê dernexîne holê. Lê niha binêrin, em zêde bûne. Îro li vir ji 7 salî heta 70’ê salî her kes heye. Em ne bi kuştinê xelas dibin ne jî ji ber mirinê dê serî bitewînin. Ji vî alî ve mirinê ji bo me qudreteke nûwaza afirand. Ev mirin ji bo me bûn rêber û dê ji bo têkoşîna me bibin ronahî.” 
 
'ÇAPEMENIYA AZAD DÊ DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDE’ 
 
Hevseroka DBP’ê ya Wanê Gonul Uzunay, jî wiha got: “Tevî hemû polîtîkayên jî kedkarên Çapemeniya Azad serî netewandin, paşvegav neavêtin û tiştên xelkê Kurdistanê jiyayî bi hemû cîhanê re parve kirin. Yên li dijî vê helwesta birûmet yekperestî ferz kirin, ji ewil çapemeniya Kurd hedef girtin. Bi sala ye televîzyon, rojname û ajans hatin girtin lê wan tu caran ji xeta paşvegav neavêtin. Sedema esasî ya van êrişan, nebûna demokrasiyê ye. Bi sala ye li ser Kurdistanê û gelê Kurd polîtîkayên zilmê dimeşînin. Ji bo vê zilm, îşkence û mirinê dernexin holê, her carê êriş dikin. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan divê bi destê birêz Abdullah Ocalan bigirin û demokrasî û aştiyê pêk bînin. Êrişên ser Çapemeniya Azad ê wan ji rêya wan, ji têkoşîna wan nekin. Çapemeniya Azad dê dev ji têkoşîna xwe bernede û pênûs û wênekêşên wan her tim şahidiya heqîqetê bikin.” 
 
 

Sernavên din

11/02/2025
09:05 Berdana girtî Tekîn ji ber cezayên disiplînê hat astengkirin
09:04 26 sal in di protestoyên komployê de cih digire: Min xwe bi wî nas kir
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2025'AN
08:40 Li Stenbolê li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: 10 kes hatin binçavkirin
10/02/2025
15:46 Li Rihayê 2 kes hatin girtin
15:27 Ji bo rojnameger Azîz Koyluoglû şîn hate danîn
15:11 ‘Ji bo çareseriyê divê Meclis destê xwe deyne bin kevir’
14:43 Di dema muayeneyê de kelemçekirina destan li girtiyan ferz kirin
14:05 Ji jinan meşa ‘azadiyê’: Gelek kes hatin binçavkirin
14:04 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê banga ‘muzakereyan’ kir
13:20 Di meha 112’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê de daxwaza edaletê
13:12 AYM’ê ji bo desteserkirina nameya ji Abdullah Ocalan re hatiye şandin biryara ‘binpêkirinê’ da
13:11 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:21 Rojnameger Necla Demîr ji ber rojevên jinan tê sûcdarkirin
11:49 Şertê kontrola edlî ya rojnamegeran hate rakirin
11:28 Li Şirnexê ketin û derketina li 11 herêman hate qedexekirin
10:43 Danişîna 3 rojnamegeran dest pê kir
10:40 Bêrîtan Zagros: Tolê ji Çapemeniya Azad dihilînin
10:36 ‘Em polîtîkayên jinan wek kirdeya jiyanê nabînin red dikin’
09:46 Xwebûn bi manşeta ‘Çav û guh li Ocalan in’ derket
09:03 Rojnameger Denîz: Li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin heye
09:03 Li dijî Komploya Navneteweyî çalakiyên azadiyê
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2025’AN
09/02/2025
17:49 Tulay Hatîmogûllari: Em ê bi hev re welatekî demokratîk ava bikin
17:17 TJA'yê banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava kir
17:12 ‘Ji bo çareseriyê divê em tevgera muzakereyan a civakî bidin destpêkirin’
16:53 Pirtûka Fîgen Yuksekdagê li Rihayê hate îmzekirin
16:50 Bayindir ji îktîdarê re got: Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyê dike lê hûn?
16:29 Ozer êrişa polîsan vegot: Bi zanebûn hedef hatim girtin
15:09 PDK’ê bi ser Televîzyona KNN’ê de girt
14:59 Dewleta tirk êrişî gelek gundan kir: Zarokek hate qetilkirin
14:42 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran û zextan dan
14:16 Di mitînga Mêrsînê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
14:11 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:04 Ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd hate dayin
13:36 Li Dêrsimê îdiaya hewldana întîharê
13:23 Sûcên dewleta tirk ên ji destpêka 2025’an ve li Başûr hatine kirin
13:18 Bakirhan: Peyama Abdullah Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be
13:07 Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû çavên xwe vekir
13:00 Waliyê Hewlêrê gev li mamosteyan xwar
11:58 Serokkomarê ewil ê Namîbyayê jiyana xwe ji dest da
11:57 Trump û Putîn li ser telefonê axivîn
11:41 Rojnameger Abdurrahîm Yeşîlagaç jiyana xwe ji dest da
11:04 Dewleta tirk di 2 mehan de 82 welatiyên sivîl qetil kir
10:43 Ji mitînga Amedê: Heta Ocalan azad nebe gel jî azad nabe
10:18 Dewleta tirk êrişî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
10:13 Vanspor a êriş lê hatibû kirin bicoş hate pêşwazîkirin
10:12 3 rojnamegerên Bîrgunê hatin binçavkirin
10:12 Biryara bihincet a Sofya Alagaşê: Nûçe xebata rojnamegeriyê nîne!
09:45 Hejmara nû ya Kovara Jinê deket
09:43 Jin dê di 15’ê Sibatê de li Strazburgê ‘Azadiyê’ biqîrin
09:20 Li dijî komployê çirûska ewil a berxwedanê
09:02 Li hotêla agirkujiyê rapora neyînî dabû şewat derket, ji raya giştî hat veşartin
09:00 Xwediyê guleya girtî birîndar kirî nehat dîtin
09:00 ROJEVA 9’Ê SIBATA 2025’AN
08/02/2025
16:16 Mêrsînê ji bo mîtînga 'ji bo aştiyê azadî' amade ye
16:04 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
15:32 Bakirhan: Bila Ocalan bi amediyan re hevdîtinê bike
15:03 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Di 15'ê Sibatê de 'mafê hêviyê' pêk bînin
14:41 Di mîtînga 'azadiyê' de posterê Abdullah Ocalan
14:37 Ne kiryarê Tekdag hat dîtin, ne jî aqûbeta Dîrîl hat zelalkirin
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn
14:09 DFG û MKG: Wê pênûsên hevalên me li erdê nemînin
13:12 Di mîtînga Amedê de banga 'ji Ocalan re azadî'
12:59 Ji jinan beriya mîtîngê meşa ‘jin, jiyan, azadî’
11:05 Rojnamevan Alî Bariş Kûrt hat girtin
10:13 Rojnamevan Azîz Koyluoglû hat qetilkirin
09:33 'Divê astengiyên li ber perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin'
09:18 DEDAŞ'ê Turkiyeya ji 98 astengdar bê ceryan hişt
09:03 Li Şirnexê talan jî û rant jî aîdî serokê AKP'î ne: Di 2 salan de 933 milyon TL
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2025'AN
07/02/2025
17:30 Rojnameger Oznur Deger hat girtin
16:13 Keskîn Bayindir: Divê îktîdar nexşerêya xwe ya çareseriyê eşkere bike
15:12 Kesên di qedexeya Cizîrê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:52 Rêveberiya Girtîgeha Evînê ceza da 27 jinên girtî
13:47 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nabe ku azadiya Ocalan were taloqkirin
12:43 Rojnameger Oznûr Deger dê sewqî edliyeyê bê kirin
11:49 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Rojnamegeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
11:30 Ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya Amedê bang
11:06 Sekreterê Egîtîm Senê Guneş: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
11:03 Halîde Turkoglû: Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re xwedî çarçoveyeke qanûnî bin
10:44 Qeyûmê Mêrdînê di 3 mehan de 301 xebatkar ji kar avêt
10:34 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Halîse Aksoy
10:25 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin
10:24 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:22 Şaredariya Cizîrê Mexazaya Piştevaniyê ya Kezî vekir
10:11 Temenê wî mezin kirin û cezayê muebbeta girankirî lê birîn
09:49 Ercan Îpekçî: Bi girtina rojnamegeran re civak tê cezakirin
09:16 Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate redkirin
09:05 Rojnamegera hat berdan: Naxwazin zexta li ser civakê bê bihîstin
09:04 Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem
09:01 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
09:00 ROJEVA 7’Ê SIBATA 2025’AN
08:49 Li gelek bajarên Bakur îro dê berf bibare
08:19 Rojnameger Oznûr Deger hate binçavkirin
06/02/2025
20:09 Zarokê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
20:05 Der barê hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê biryara tehliyeyê
16:54 Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin
16:47 Danişîna doza Alkan hate taloqkirin