STENBOL - Rojnamegerên di çarçoveya operasyona navenda wê Stenbolê de hatibûn binçavkirin, ji hêla dozgeriyê ve bêyî îfadeyên wan bên girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin.
Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Rayhan Hacioglû û Vedat Oruç di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de hatibûn binçavkirin. Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş û Welat Ekîn ên li Stenbolê hatibûn binçavkirin, anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Îfadeyên rojnameger Reyhan Hacioglû ku li Wanê û rojnameger Vedat Oruç ê li Mêrsînê di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) hatin girtin.
Dozger, bêyî îfadeyên rojnamgeran bigire bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê kir.
Rojnameger ji ber nûçeyên çêkirine û bernameyan tên sûcdarkirin. Di heman demê de rojnameger ji ber ku di bernameyên xwe de cih dane tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên sûcdarkirin.