'Binpêkirinên li girtîgehan girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye’

  • rojane
  • 09:37 23 Çile 2025
  • |
img

RIHA - Berdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Ayşe Şehrîban Demîrel bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û got: "Binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê girêdayî binpêkirinên li Îmraliyê ne."

Li gorî daneyên Wezareta Edaletê yên 5’ê Kanûna 2024’an; di 11 mehên ewil ên 2024’an de 709 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan û tehliyeya 8 hezar û 521 girtiyan jî bi sedema “nebaşhalî”yê hatin astengkirin. Binpêkirinên giran ên mafên mirovan, di rapora Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwararan re ya Medê (MED TUHAD-FED) ya di 2’yê Çileyê de jî cih girtin. Di raporê de hat gotin ku sedema bingehîn a van binpêkirinan neçareserkirina pirsgirêka Kurd û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. 
 
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê Ayşe Şehrîban Demîrel diyar kir ku sedema esasî ya binpêkirina mafan a li girtîgehan, encama tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Ayşe Şehrîban Demîrel, got ku binpêkirin bi awayekî sîstematîk tên kirin û ev tişt anî ziman: “Yek ji van jî nahêlin girtiyên nexweş mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bînin. Ji ber ferzkirina lêgerîna nava dev û kelemçekirinê, naxwazin biçin nexweşxaneyan. Me di vê mijarê de bi girtîgehan re hevdîtin kir lê encamek jê derneket. Dibêjin ku ji sewqan cendirma berpirsyar in û îdiaya ‘tevdîra ewlehiyê’ dikin.” 
 
 
Ayşe Şehrîban Demîrel, anî ziman ku Saziyên Tipa Edlî ji bo girtiyên nexweş tehliye nebin bi roleke neyînî dilîzin û neberdana girtiyê nexweş Fevzî Aslan ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Edeneyê tê ragirtin weke mînak nîşan da. Ayşe Şehrîban Demîrel, bi domdarî qala Lijneya Îdare û Çavdêriyê kir û wiha got: “Ev lijneye bi biryarên keyfî tehliyeyan asteng dikin û înfazan dirêj dikin. Ev jî binpêkirineke giran e.” 
 
GIRTÎGEHA SÎNCANÊ BÛYE GIRTÎGEHA PÎLOT
 
Ayşe Şehrîban Demîrel, got ku ji hêla binpêkirinên mafan ên Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtîgeheke pîlot e û wiha pê de çû: “Ji sala 2021’ê roja ev lijneye ketiye meriyetê heta niha tu girtiyên jin nekarîn li vê girtîgehê mafê tehliyeya bişert bi kar bînin. Ev lijneye nirxandinên bêalî nakin. Pirsên dadgeh jî nakin dipirsin û dixwazin girtiyan neçarî bersivên cuda bikin. Pirsên weke ‘PKK rêxistina terorê ye yan na?’, ‘Ji bo Abdullah Ocalan çi difikirî?’! tên kirin. Her wiha dipirsin bê piştî girtîgehê dê li derve çi bike. Bi van sedeman jî tehliyeya girtiyan taloq dikin. Li Rihayê jî heman rewş heye.” 
 
'CEZAYÊN DISIPLÎNÊ’
 
Bi domdarî Ayşe Şehrîban Demîrel got ku cezayên disiplînê yên keyfî tên dayin jî weke hinceta astengkirina tehliyeya bişert tên nîşandan û wiha axivî: “’Gerandina govendê’, ‘pirtûkên îdareyê dixwest nexwendiye’ û hwd. weke hinceta cezayê disiplînê tên nîşandan. Pirtûkên şexsî yên girtiyan weke ‘dokumanên rêxistinê’ tên nîşandan û lêpirsînên disiplînê tên vekirin. Weke hinceta taloqkirina tehliyeyê tên nîşandan. Gelek caran ji ber van cezayên disiplînê înfaza wan tê şewitandin. Serlêdanên li dijî vê tên kirin jî bêencam dimîninin. Ev yek nîşanî me dide ku ev lijneye li dijî girtiyên siyasî di nava hewldaneke cuda de ne.” 
 
'BINPÊKIRINAN ELEQEYA XWE BI TECRÎDÊ RE HENE’ 
 
Ayşe Şehrîban Demîrel, daxuyand ku van binpêkirinan tevekan eleqeya xwe bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re hene û got: “Girtîgehên bi tîpa F S û Y’ê ji bo girankirina tecrîdê hatine avakirin. Rewşa girtîgehên Tirkiyeyê girêdayî konjonktura siyasî ye. Em dizanin ku piştî anîna birêz Abdullah Ocalan, girtîgehên Tîpa F hatin avakirin û girtiyên siyasî û Kurd hedef hatin girtin. Îcar jî yên tîpa S û Y’yê hatin avakirin. Ji bo astengkirina van girtîgehan divê bertek were nîşandan û pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin. Em jî dê bi daneyên xwe serlêdanan bikin. Mirov dikare bibêje binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê yekser eleqeya xwe bi Îmraliyê re heye. Tirkiye bi hiqûqa xwe jî nake. Birêz Abdullah Ocalan hêj jî tecrîdkirî ye û hiqûqeke cuda li wir di dewrê de ye. Hevdîtinên bi malbat û parêzeran re tên astengkirin û cezayên disiplînê yên keyfî tên dayin. Divê raya giştî û saziyên demokratîk bertekên cidî nîşan bidin. Divê mekanîzmayên navneteweyî jî li dijî vê rewşê peywirên xwe bicih bînin.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 

Sernavên din

14/02/2025
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2025'AN
08:48 Nobet di roja 4’an de didome: Gelê Wanê dê dîsa bi ser keve
08:35 Guh nadin berf û zivistanê nobet digrin
07:21 Cemîl Bayik: Nameya Rêber Apo gihîşte me
13/02/2025
16:30 Bertek nîşanî qedexekirina bîranîna Şêx Seîd da: Kurd ev 100 sal in li ser pêya ne
16:20 Nobeta li Wanê: Guh bidin gotinên Ocalan û ji vîna gel re rêzdar bin
16:07 Cezayê li Zeydan hatiye birîn hat protestokirin
15:54 Pervîn Buldan çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
15:42 Nasnameyên 32 welatiyên li Şengalê hatin qetilkirin bi salan piştre hatin eşkerekirin
15:17 Binarê Qendîlê hate bombebarankirin
15:16 Serokkomariya Iraqê ‘Qanûna statuya rewşa kesî’ erê kir
15:09 Di doza Sûrê de 11 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Atalay
14:07 Zengîn a AKP’î ji bo ‘vasî’ li Gergerlîoglû bê tayînkirin serî li dadgehê da
13:03 Komek rewşenbîrên misliman: Divê meclis berpirsyariyê bigire ser xwe
12:39 Nobeta li Wanê didome: Beriya şahiyê gel bicoş e
12:27 Li Xarpêtê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:19 Walîtiyê Amedê bîranîna Şêx Seîd qedexe kir!
12:14 Hêlîn Umît: Naveroka bangê dê di rojên pêş de zelal bibe
11:51 Binçavkiriyên li Stenbolê sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:31 Li Wanê peyama ‘Em berê bi ser ketin, dê dîsa bi ser kevin’
11:31 Zeydan: Wan bi sekna xwe bûye hêvî û serfiraziya her kesî
11:01 Mehmet Ocalan: Çareserî dê ji bo her kesî baş be
10:28 Erdemîrcî: Divê bi ruhê 26 sal berê li pêvajoyê xwedî derkevin
10:25 Gelê Wanê: Em ê şaredariya xwe nedin wan
10:04 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:01 KCK: Yên bang kirin bila şert û mercan çêbikin
09:47 HDK biisrar e ku aştiyê civakî bike
09:33 Tehliyeya Kandemîr bi hinceta ‘greva birçîbûnê’ taloq kirin
09:09 'Kî çi stratejiyê ava dike bila bike, lê mecbûr e HSD'ê bibîne'
09:09 Rojnameger Germiyanî: Li dijî qetilkirina rojnamegeran pêdivî bi helwesteke navneteweyî heye
09:07 Di bin banê NÇM'ê de ‘Koma Vejîn’ hat avakirin
09:02 Her sal di 15'ê Sibatê de rojî digire: Wê komploger winda bikin
09:00 ROJEVA 13’Ê SIBATA 2025’AN
08:41 Gel ev 3 roj e li pêşiya şaredariyê li ber xwe dide
12/02/2025
16:47 Malbata Rojwelat Kizmaz: Bila berpirsyar hesabê bidin
16:39 Dadgeha Bilind cezayê ‘endamtiyê’ yê Ayşe Gokkkan betal kir
16:14 Ma Music çû serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê
16:09 Amedsporê banga îstîfayê li Midûriyeta Ciwan û Sporê kir
15:41 Di çalakiya li Akdenîzê de bertek nîşanî cezayê li Zeydan hatiye birîn dan
15:32 IFJ’ê bertek nîşanî fesxkirina Sendîkaya Rojnamegeran a Sûriyeyê da
15:20 Dewleta tirk Binarê Qendîlê bombebaran kir
14:15 Ji bo Koyluoglû mewlûd hat dayin: Dê peyrewên wî têkoşîna heqîqetê bidomînin
14:07 Îdianameya Îmamoglû hate qebûlkirin
13:57 Cezayê hefsa malê yê rojnameger Akyuz hate rakirin
13:46 Rojnameger Samî Yilmaz hate binçavkirin
13:43 Ji bo mitînga Strasbourgê bang hate kirin
13:34 Dozgeriya li dijî biryara betalkirina di doza Sûrê de derketî ceza xwest
13:17 Li Wanê çalakiya girseyî: Em ê îradeya gel biparêzin
13:10 DBP dê li Amedê kongreyê li dar bixe
12:58 Li Salîhliyê 18 kes hatin binçavkirin
12:26 Cezayê li Zeydan hatiye birîn hat protestokirin
12:16 AYM’ê ji bo cezayê dabûn rojnameger Yelda Çîçek biryara binpêkirinê da
12:00 MYK’a DBP’ê: Em ê li dijî êrişên ser HDK’ê têbikoşin
11:53 Polîsê Kazanhan qetil kirî ev saleke nehatiye girtin
11:42 Wêneyên 2 rojnamegerên jin ên hatin qetilkirin hatin şewitandin
11:21 Wesayîta karkeran qeza kir: 10 kes birîndar bûn
11:20 Li dijî girtina rojnameger Oznûr Degerê îtîraz hate kirin
11:14 Berxwedana ji Şêx Seîd heta Abdullah Ocalan didome: Bêyî azadiyê çareserî nabe
10:18 Endama PM’a DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû hate binçavkirin
10:18 Amed bi berfê xemilî
09:16 Ji PKK’ê daxuyaniyeke girîng
09:11 Karapinarê nexweşîna pençeşêrê pê re heye: Ez mafekî dermankirinê yê birûmet dixwazim
09:10 Margaret Owen: Heya Ocalan azad nebe em ê nikaribin li ser aştiyê biaxivin
09:06 Farisogûllari: Ger AKP pêvajoyê bixitimîne ya winda bike wê Tirkiye be
09:02 'Ji bo azadiya Abdullah Ocalan, em amade ne bitêkoşin'
09:01 Kaganarslan: Ji bo civakîkirina çareseriyê gavên pratîk divê
09:00 ROJEVA 12’Ê SIBATA 2025’AN
08:34 Li Wanê dê daxuyaniya girseyî were dayin
08:31 Hevşaredar Neslihan Şedal: Em ê rê nedin xespkirinê
08:31 Berxwedan li taxan belav bû
08:30 Xelkê Wanê heta serê sibehê li pêşiya şaredariyê bû
11/02/2025
23:59 Tevî sar û seqemê jî bi hezaran kes li ber şaredariyê ne
16:24 Li dijî hewldana tayînkirina qeyûm li Wanê kon hate vegirtin
16:19 Li pêşiya Girtîgeha Evînê çalakî: Darvekirinan bidin sekinandin
16:18 Gundê Kobanê tê bombebarankirin
16:12 Neslîhan Şedal: Gelê hûn îradeya wê tune dihesibînin dê çawa pê re aştiyê bikin?
16:04 Di 12 salan de 742 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:52 HDK’ê ji dozgeriyêr e got: Ne hedê tu kesî ye kongreya me tawanbar bike
15:33 Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû ji nexweşxaneyê derket
15:32 Şîna Koyluoglû hate ziyaretkirin: Dê têkoşîna me de her dem bijîn
15:13 Tulay Hatîmogûllari: Dibe ku banga Ocalan bi 15’ê Sibatê re negihije
14:11 Xelkê Wanê: Em ê careke din mezin li ber xwe bidin
12:44 Tulay Hatîmogûllari ji îktîdarê re got: Plana we ya çareseriyê çi ye?
12:29 Aktar: Biryara ji berê ve hatibû dayin xwendin
Karaman: Mesele talankirina Şaredariya Wanê ye
11:52 Di doza rojnamegeran de dê aqûbeta dosyayên cuda were pirsîn
11:33 Di doza Safîturk de daxwaza jinûve darizandinê
11:31 Li Rihayê kesek hate binçavkirin
11:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:30 Necla Demîr: Dixwazin çapemeniyê veguherînin amûra propagandayê ya dewletê
10:43 Parêzerê Aktar: Biryareke siyasî ye û ji bo tayînkirina qeyûm hat dayin
10:29 Li pêşiya şaredariyê protesto: Em ê rê nedin xespkar û dizan!
10:12 Abdullah Zeydan: Tu hukmê vê biryarê tune ye
10:05 Xelkê Wanê diherike ber avahiya şaredariyê
10:04 3 sal û 9 meh cezayê hefsê dan Zeydan
09:52 Abdullah Ocalan dê bangekî çawa bike: Ji Şandeya Îmraliyê Onder ji MA’yê re vegot
09:28 Çîrokên çalakvanên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’
09:09 Zhiyan Yaseen: Iraq bi qanûna rewşa kesane re îstîsmara zarokan rewa dike
09:08 Jinan ji bo 'Sala Malbatê' got: Ka berpirsiyariya bav?
09:07 Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê: Armanc Lîga 2'yemîn e