STENBOL - Niştecihên Kadikoyê têkildarî nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka kurd nirxand axivîn û diyar kirin ku divê pirsgirêk çareser bibe û gotin, "Eger ji bo vê hezar carî pêwîstî bi çûyîna Îmraliyê heye, divê biçin."
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) di 28’ê kanûnê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, hevdîtinek pêk anî. Piştî hevdîtinê nêrînên Abdullah Ocalan ên 7 madeyan ji raya giştî re hatin parvekirin. Deklerasyona ji 7 madeyan ku bang li hemû beşên civakê kir, bandorek mezin li hemû derdoran kir.
Der barê hevdîtinên şandeya DEM Partiyê ya bi Îmraliyê re û çareseriya pirsgirêka kurd de me mîkrofon dirêjî welatiyên li navçeya Kadikoya Stenbolê kir.
DIVÊ ZIMAN WERE GUHERTIN
Weşanger û perwerdekarê malnişîn Bîlal Çeçen (67) diyar kir ku hevdîtinên ku ji bo çareseriya pirsgirêk kurd tên kirin girîng in û wiha got: “Eger ev 100 sal in pirsgirêka kurd çareser nebûbe, ev yek tenê zirarê dide me hemûyan. Hemû tengahiyên vî welatî ji ber vê pirsgirêkê ne. Her ku ev pirsgirêk berdewam dike, aborî têk diçe, aştî têk diçe, şer dest pê dike û sînor ji hev qut dibin. Tirkiye bi hemû cîranên xwe re hema bêje di nava şer de ye. Dema mêvanekî bernameyeke televizyonê got “Pirsgirêka kurd heye”, beşdarên din hema ew xeniqandin. Ji ber vê yekê, ew nêzîkbûna di wê bernameyê de tê wateya; Ev tê wê wateyê ku çareseriya pirsgirêka kurd ji Erdogan re hatiye hiştin, ev jî xelet e. Kurd 100 sal in li Tirkiyeyê ji aliyê pergala perwerdehiyê ve tên paşguhkirin. Ji ber ku kurd ji nedîtî ve tên, nifşên ku mezin dibin jî îqna bûne ku ji ber perwerdehiyê pirsgirêka kurd tune ye. Li vî welatî 'ya tu tirk î yan jî tu tişt î' Li vî welatî kurd çûne Yemenê, Çanakkale û Qibrisê û şer kirine. Li ku derê pevçûn hebû, kurd mil bi mil bi we re di hemû derdên we de şer kir. Pêwîste em bi rûniştina li gel rewşenbîr, navdar, gel û muxalifên hemû welat pirsgirêka kurd bi rastî navxweyî bikin û çareser bikin. Ger nebe em ê sed salên din jî winda bikin."
Çeçen, da zanîn ku divê dev ji propagandaya bi salan a li dijî kurdan bê berdan û wiha got: “Divê dev ji zimanê heqaretan bê berdan. Dema behsa dijminê xwe dike jî, ne bi heqaretê, navê xwe tîne ziman. Ji ber vê yekê divê ev bê şikandin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye. Heger hezar carî divê hûn biçin Îmraliyê. Û divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ji ber ku rêyek din tune. Divê aştî teqez pêk were.”
‘PIRSGIRÊKA HEMWELATÎBÛNÊ HEYE’
Welatiyekî ku memûr e nexwest navê xwe aşkera bike û diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd bêhtir pirsgirêka hemwelatîbûnê heye û wiha axivî: “Li welat pirsgirêkên aborî hene û bi hezaran kes li kolanan dijîn. Pirsgirêka me ya koçberiyê heye. Di heman demê de li kolanan heywanên bêxwedî tên qetilkirin. Derbarê van pirsgirêkan de, ez difikirim ku eger hikûmeta herêmî û hikûmeta navendî erka xwe pêk bînin, li vî welatî tu pirsgirêk dernakeve. Dema em bi perspektîfa maf û azadiyan lê dinêrin, divê rêz li azadiya ramanê bê girtin. Lê ger desthilatdar li ser heman maseyê rûnin û bi hev re biryaran bidin dê hemû pirsgirêk çareser bibin. 2000 sal berê li Agorayan mirovan pir bi hêsanî pirsgirêkên xwe çareser dikirin. Ger heya sala 2025’an em nikaribin çareser bikin, ev tê wê wateyê ku em rastî hev nayên, em naaxivin, guh nadin hev.”
‘DIVÊ DI NAVBERA ŞANDE Û DEWLETÊ DE HAKEM HEBE’
Welatiyê bi navê Osman Palavan da zanîn ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke bingehîn e û wiha got: “Divê pirsgirêk li ser esasê aştiyê bê çareserkirin. Ji bo rawestandina xwînrijandina li Tirkiyeyê divê her kes bi berpirsyarî rabe. Ji ber vê yekê ez hevdîtinan erênî dibînim, lê pêwîstî bi hakemê jî heye. Çavê sêyem jî li danûstandinên di navbera hikûmet û DEM Partiyê de pêwîst e. Her wiha welatî nikarin bersivên têrker ji pirsên xwe yên têkildarî hevdîtinan re bibînin. Lê heke hakem van bişopîne, dikare rast bike ka kî xeletiyê dike û li ku xeletiyê dike. Dema bahsa hakemê tê kirin, mirovên aqilmend, rojnamevan, nivîskar û zanyar dikarin wê bişopînin. Ji bo guftûgo berdewam bin, divê li ser bingeheke rewa, li pêş çavê her kesî li parlamentoyê û bi erêkirina hemû aliyên siyasî be. Ji ber çaresernekirina pirsgirêka kurd gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Budçeya şer dîn dibe. Ev pere pereyê me ye. Gelek kes bê nan in, bê derzî ne û ne jî dikarin kirêya xwe bidin. Mûçeyên teqawitan û mûçeya herî kêm diyar e. Mirov bextreş in. Para herî mezin a vê bêbextiyê butçeya şer e. Tirkiye di nav zengila agir de ye. Ev agir ne xema kurd, tirk, elewî û sunî ye. Ger em nebin yek dê ev zengila agir were me jî bişewitîne.“
‘BILA WEKHEVÎ HEBE’
Mîmar Ayşe Demîr Ûnlû (60) jî wiha got: “Ev pirsgirêk 50 sal in em behsa wan dikin. Dema ku mirov bi mirovahî lê dihizirê, bi rengekî em êdî naxwazin ku di sedsala 21’emîn de ev mijar werin axaftin. Dibe ku ev jî bi dîzayna nû ya hêzên navneteweyî ve girêdayî be. Polîtîkayek ji jor ve tê kirin, lê ez dixwazim di zûtirîn dem de gelê li vir bibe xwedî şert û mercên wekhev. Ez bawer nakim dubendî di nav gel de hebe, lê dubendî di navbera siyasetmedaran de heye.”
Welatiyê bi navê Polîn Bîlal (70) kesek ermen e xwest li Tirkiyeyê aştî pêk were û wiha got: “Bila aştî hebe, dijminatî bi kêrî kesî nayê. Divê Erdogan guhên xwe veke û alîkariyê bike. Ew her tim neyînî dipeyive. Ez sond dixwim, em di tengasiyek mezin de ne. Ez qet şer naxwazim. Ez aştiyê dixwazim.”
‘EM HEVDU GUHDARÎ BIKIN’
Welatiyê teqawît Ahmet Denizkaya jî wiha got: “Divê demokrasî were Tirkiyeyê. Divê her kes mafê xwe biparêze, pirsan bike û bê lêpirsîn. Divê em nêrîna xwe biguherînin. Divê em guh bidin aliyê din jî. Li Tirkiyeyê şerekî 40 salî heye û ev yek bêguman bandorê li her kesî dike. Pirsgirêkên mirovan bi hev re nînin. Pirsgirêk siyasetmedar in. Dema hunermend Kazim Koyuncu çû Amedê bi hezaran kes ew pêşwazî kirin. Dema partiyek siyasî derkeve kes bi rêk û pêk pêşwaziya wê nake. Mebest ew e ku hev fêm bikin û guhdarî bikin. Ger em ji hev fêm bikin û guhdarî bikin dê her tişt çareser bibe. Pirsgirêkên me hemûyan dişibin hev. Ya yekem bila em ji hev pir hez bikin û baweriya xwe bi biratiya xwe bînin.”
‘EV PIRSGIRÊK GELEK HEWLDAN DIXWAZE’
Welatiyekî ku nexwest navê aşkera bike, diyar kir ku ew hevdîtinan samîmî nabînin, lê divê her kes îhtîmala aştiyê xwedî derkeve. Welatî da zanîn ku Tayyîp Erdogan ji bo makeqanûnê biguherîne û careke din bibe serokomar hemleyeke wiha dike û wiha got: “Armanca Tayyîp Erdogan ew e ku dîsa bibe serokomar û bi vî avayî karker, teqawît û mûçeyên kêmtirîn perîşan bike. Wekî din kî aştiyê naxwaze? Ez alîgirê aştî, demokrasî, azadî, hiqûq û edaletê li hemû cîhanê me. Lê desthilatdariya îro naxwaze em vê yekê biceribînin. Hikûmeta AKP-MHP’ê ne samîmî ye. Divê îradeya baş û jidil hebe. Ez li vir îrade û dilpakiyê nabînim. Ji bo vê jî divê welatî, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, sendîka, karmend û hemû gel bi hev re biryarê bidin. Ev pirsgirêk ne tiştek e ku dê biqewime an yekser biqede. Pirsgirêka kurd pirsgirêkek e ku gelek hewldan dixwaze.”