WAN -Girtiya nexweş Hanîfe Arslan a 82 salî ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Wanê hat berdan.
Dayika Aştiyê Hanîfe Arslan a 82 salî ya ku di sala 2022'yan de ji ber 6 sal û 3 meh cezayê wê yê girtîgehê ku bi îdiaya "endamtiya rêxistina "lê hatibû birîn hat erêkirin, li gel gelek nexweşiyên wekî KOAH, tansiyona bilind û şekir hat girtin. Hanîfe Aslan a ku hatibû girtin ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê hat berdan.
Hanîfe Arslan a ji girtîgehê derket ji aliyê malbatê xwe ve hat pêşwazîkirin
Hanîfe Arslan a ku piştî ji girtîgehê derket axaftinek kurt kir, bi bîr xist ku ew dayika aştiyê ye û got, “Em tenê aştiyê dixwazin. Me digot 'xwîn bila nerije'. Divê êdî dayik negirîn. Bila deriyên girtîgehê bên vekirin û hemû hevalên me bên berdan. Ew hemî bêguneh di hundurê de ne. Hemû kesên bi min re girtî bûn, pir ciwan bûn. Yê herî mezin 30 salî bûn. Ez dixwazim hemû bên berdan."
Keça Hanife Arslan a Îran Çaba ku bi tahliyekirina dayika xwe kêfxweş bû, ji aliyekî ve, ji bo girtiyên siyasî di zindanê de xwemgîn bû. Iran Çaba got: «Diya min dayika aştiyê bû û ji bo aştiyê têkoşîn dikir. Her çend diya min ne sucar bû, divê ku wê bi zarokên xwe û neviyên xwe re den dervas bikira. Bê guman ev hemû me aciz dikin. Lê em dîsa jî dixwazin pêvajoya heyî bi aştiyê bê tacîdarkirin. Ez hêvî dikim ku dêya min bibe girtiya dawîn."