ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku ji bo têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd çarçoveyeke qanûnî çêbibe divê Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire.
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyanî da. Gulistan Kiliç Koçyîgît, ji ewil bal kişand ser şewata li Kartalkaya ya Boluyê û got ku berpirsyarê wê AKP û MHP ne.
'DIVÊ MECLIS TAVILÊ ÎNÎSIYATÎFÊ LI XWE BIGIRE’
Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêvajoyê weke “şens” dibîne. Gulistan Kiliç Koçyîgît, wiha domand: “Divê bi rastî jî îcar ev şens ji dest neçe. Di vê çarçoveyê de divê hikûmet ji gotin û pratîkên dê bibin sedema jidestçûna vî şensî dûr bisekine. Divê gavên erênî biavêje. Eşkereye ku ev pêvajo bi hatin û çûnan nameşe. Lewma jî bi taybet jî divê Meclis ji bo çarçoveyeke qanûnî tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire.”
'DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û got: “Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze, ji bo ev derfeta çareseriya demokratîk ji dest neçe, divê mercên xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin, tecrîd rabe û ji bo ewlehî û azadiya wî gav bên avêtin.”
'EM Ê NEXŞERÊYÊ NÎQAŞ BIKIN’
Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser dibêtiyên bandora çareseriyê û ev tişt anî ziman: “Ev meseleye di heman demê de meseleya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Meseleya 85 milyon kesên li vî welatî dijîn e. Em dixwazin hemû partiyên siyasî yên li Meclisê û derdorên civakî piştgiriyê bidin pêvajoyê. MYK’a me îro dicive. Dê li gorî daxuyaniyên şandeya me, li ser nexşerêyê nîqaş were kirin û em ê çendek biryaran bidin.”
BERTEK NÎŞANÎ OPERASYONA LI DIJÎ ESP’Ê DA
Di berdewamê de Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî girtina 34 ESP’iyan da û axaftina xwe wiha qedand: “Ev jî besî wan nekir ku îcar jî dixwazin li dijî Baroya Stenbolê operasyonê bikin. Herî dawî lêpirsîn dan destpêkirin. Der heqê qetilkirina 2 rojnamegeran a li Rojava daxuyanî dane lewma lêpirsîn vekirine. Di çarçoveya lêpirsînê de jî parêzer Firat Epozdemîr hate binçavkirin û girtin. Ne delîlek heye ne jî sedemeke hiqûqî. Tenê armanc dikin ku Baroya Stenbolê krîmînalîze bikin. Li ber baroyê kompas danîne.”