MÊRDÎN - Di danişîna qetilkirina amûrsaz Yûsûf Akin û birîndarkirina Mehmet Eren de ku 5 leşker ev 14 sal in tên darizandin, biryar nehate dayin. Parêzer Erdal kuzu got ku bersûc û parêzerên wan ev 14 sal in nayên danişînê û got: “Ji ber ku wis bawerin ku dê qanûn wan biparêzin.”
Artêşa tirk di 20’ê Kanûna sala 2011’an de li gundê Deyrcemê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê operasyon kirin. Di operayonê de amûrsaz Yûsûf Akin hate qetilkirin û welatiyê bi navê Mehmet Eren jî birîndar bû. Têkildarî bûyerê doz hate vekirin û 5 leşker ji dozê tên darizandin. 8’emîn danişîna dozê hat lidarxistin. Dadgeha herêmî di dozê de biryara beraetê dabû û Dadgeha Destûra bingehîn (AYM) jî bi sedema “mafê jiyanê hatiye binpêkirin” ev biryar betal kiribû. Bi biryara AYM’ê re doz jinûve hat lidarxistin. Danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Ji leşkerên bersûc Kadîr Engîn O., Bahattîn Y., Yûsûf Ertugrul K. û Dogan G. û parêzerên wan tev li danişînê nebûn. Ji parêzerên Şaxa ÎHD’a Mêrdînê Erdal Kuzu û ji parêzerên OHD’ê Alî Kahraman tev li dozê bûn.
Di danişînê de serokê dadgehê rapora kesên pispor xwend. Di raporê de hat gotin ku di dema bûyerê de cilûbergên Yûsûf Akin li ser nebûn û bi ser bûyerê re demekî dirêj derbas bûye lewma nehatiye tespîtkirin ka gule çiqas ji dûriyê hatine avêtin. Her wiha hate gotin ku divê Rapora Krîmînal a Polîsan a piştî bûyerê hatiye amadekirin esas were girtin.
'JINÊZVE GULE LÊ HATIN REŞANDIN’
Parêzer Erdal Kuzu jî got ku divê Rapora Krîmînal a Polîsan esas were girtin û got: “Dema AYM’ê biryar betal kirî got ku jinêzve gule lê hatine reşandin û rapora vê heye. Gotiye ku divê ceza li gorî vê were dayin. Yûsûf bi guleya dewletê hatiye kuştin. Lê belê di darizandina berê de ji bo parastina bersûcan biryar hateiye dayin. Kurdekî sivîl bi neheqî hate kuştin û em dixwazin ceza were dayin. Ev yek dê pêşî li kuştina sivîlên din bigire. Di dosyayê de bi her awayî eşkereye ku bi qesdî hatiye kuştin. Em dixwazin biryar were dayin. Ev 14 sal in ne bersûc ne jî parêzerên wan nayên dozê. Ji ber ku ew dibêjin qey dê qanûn wan biparêzin. Divê êdî di dosyayê de biryar were dayin.”
Parêzer Kuzu xwest ku bersûc bên girtin.
HAT TALOQKIRIN
Dozgeriyê xwest ku daxwazên parêzeran bên redkirin. Dadgehê jî daxwaz red kir.
Danişîna dozê taloqî 13’ê Gulanê hate kirin.