ENQERE - Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê ku li Enqereyê bi partiyên siyasî re hevdîtinan dike, dê bi AKP’ê re hevdîtinê bike.
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê di çarçoveya nîqaşên ser pirsgirêka Kurd de li Enqereyê bi partiyên siyasî re hevdîtinan dike. Şandeya Platformê dê bi AKP’ê re hevdîtinê bike. Hevdîtin dê saet di 15.00’ê de li Meclisê bê lidarxistin. Lê nehat zanîn bê ji AKP’ê kî tev li hevdîtinê bibe. Endamên Platformê dê piştî hevdîtina bi AKP’ê re li Meclisê bi CHP’ê re hevdîtinê bikin. Platform dê piştî hevdîtinan, li Amedê têkildarî hevdîtinan daxuyaniyê bide.
Platformê duh bi serokên giştî yên partiyên Saadet û DEVA’yê re hevdîtin kiribû. Îro jî li Meclisê bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan re hevdîtin kirin.