NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Suat Toktaş hate girtin û Bariş Pehlîvan û Kurşad Oguz jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Halk TV’yê Suat Toktaş, Midûrê Bernameyan ê Halk TV’yê Kurşad Oguz û Pêşkeşvanê Bernameyan ê Halk TV’yê Bariş Pehlîvan, bi hinceta ku hevdîtina bi kesê pispor re parve kirin ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû navê wî eşkere kiribû, hatibûn binçavkirin. Her sê rojnameger piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin. Dozgerî xwest her sê kes jî bên girtin. Pehlîvan û Oguz bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Toktaş jî hate girtin.
Seda Selek û Serhan Asker ku di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.