SÊRT - Dayikên tev li çalakiya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê bûn, diyar kirin ku yên dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin divê dev ji sepana tayînkirina qeyûman berdin.
Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk, waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya weke qeyûm li Şaredariya Sêrtê tayîn kir. Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm ên li pêşiya Şaredariya Sêrtê di tevahiya rojê de domiyan. Dayikên tev li çalakiyê bûn, gotin ku ew biryara tayînkirina qeyûm nas nakin.
'JI ŞAREDARIYÊ DERKEVE’
Kumru Kaçar a di berxwedana li pêşiya şaredariyê de cih digire, wiha got: “Erdogan, neheqî, zilm û komkujiyan dike. Em biryara tayînkirina qeyûm qebûl nakin. Em ê li ber xwe bidin. Em ê her roj bên pêşiya şaredariyê û bibêjin ‘Dizo ji şaredariya me derkeve.’ Banga min ji bo tevahiya gel e, werin vê derê û em xwedî li şaredarî û îradeya xwe derkevin.”
'EM Ê LI BER XWE BIDIN’
Ayşe Taşçi jî qeyûm weke “zilm” nirxand û wiha domand: “Li rexekî qeyûman tayînî şaredariyên Kurdan dikin li rexa din jî xwe diavêjin pişt Rêbertiyê û ji bo aştiyê gav diavêjin. Em vê nêzikatiyê şermezar dikin. Em xwîn û şer naxwazin, aştiyê dixwazin. Em dixwazin aştî bê vî welatî. Li dijî van zilman em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Fatma Yildiz jî anî ziman ku îktîdar ji bo rantê qeyûman tayîn dike û wiha pê de çû: “Dibêjin hevdîtin tên kirin û çareserî heye. Wê demê divê qeyûm, mirin û şer nebin. Em ji van derewên dewletê bawer nakin. Bila her kes bê vê derê û xwedî li şaredariya xwe derkeve.”
Atîke Erdogan jî wiha got: “Em heq û hiqûqa xwe dixwazin. Ev dewlet ji me çi dixwaze? Em jî partiyeke vî welatî ne. Li Meclisê wekîlên me, şaredariyên me hene. Bila hemû dinya vê zilma li me tê kirin bibîne. Em ê li ber xwe bidin û van polîtîkayan qebûl nekin. Şaredarî mafê me ye. Dema hilbijartin hat bila li ser sindoqê qezenc bikin. Çima qeyûman tayîn dikin?”