RIHA – Parlamenterê Dem Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku di sedsala 21’emîn de paradîgmaya Abdullah Ocalan li gorî ruhê çareseriyê ye û daxuyaniyên ku ji aliyê îktîdarê ve tên dayîn zirarê dide hewldanên çareseriyê û divê hikûmet dev ji zimanê neyînî berde.
Dema ku tecrîda li Îmraliyê dewam dikir parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di 23’ê cotmeha 2024’an de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re di çarçoveya hevdîtinên malbatî de hevdîtin pêk anî bû. Di wê hevdîtinê de Abdullah Ocalan bibîrxistibû ku tecrîd didome. Omer Ocalan têkildarî hevdîtinê û tecrîdê bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku gotegota çareseriyê jî kelecanê dide mirovan.
‘DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE’
Omer Ocalan da zanîn ku mirov hesreta çareseriyê ne û wiha axivî: “Piştî 4 salan, me bi birêz Ocalan re hevdîtina malbatê pêk anî. Di vê hevdîtinê de gelek tişt hatin analîzkirin ku 1 saet û 45 deqe dom kir. Me dît ku birêz Ocala hakimî tiştên ku li Rojhilata Navîn diqewimin e. Wî got ku ji nêz ve her pêşkeftinên li meclîsê dişopîne. Got ku carinan hin tengezarî li meclîsê çêdibin û ew van tengezariyan qebûl nake. Got ku li meclisê şûna ku paradîgma bên nîqaşkirin pevçûnên çêdibin. 3 meh ji ser vê hevdîtinê re derbas bûne. Em nikarin bibêjin ku li İmraliyê qanûnek heye. Hevdîtina dawîn a malbatê ve di 3’ê adarê 2020’an de, bi birayê wî Mehmet Ocalan re pêk hat. Piştî gelek serlêdanan min di 23’ê cotmehê de hevdîtin pêk anî. Di heman demê de li wir hevalên wî Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim jî li wir dimînin. Nahêlin ew jî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Divê ev bêqanûnî bidawî bibe. Ger demokrasî dê were vî welatî, divê li Îmraliya ku hiqûq ketiye çala reş destpê bike. Birêz Ocalan di hevdîtinê de gelek daxwazên wî yên piralî hebûn. Hewce ye ku bi malbata xwe re hevdîtinan pêk bîne. Pêwîst e demildest tecrîd bi dawî bibe. Ger em çareseriyê biaxivin divê ji vir destpê bikin.”
‘KES LI WE BAWER NAKE’
Omer Ocalan diyar kir ku Tirkiye polîtîkaya ‘têk biçe, têk biçe, têk biçe’ dimeşîne û wiha axivî: “Li hemberî vê paradîgmayeke ku birêz Ocalan pêşxistiye heye. 4 meh in nîqaşa; ‘Li Tirkiyeyê rayedarên dewletê gelo dê ji bo çareseriyê gav biavêjin an na’ tê kirin. Kes ji vê re nabêje pêvajo, nav pêvajo nîn e. Ger pêvajo hebûya dê herkesî hêz û piştgirî bida. Ger li dijî zimanê çareserî û aştiyê zimanek hişk, racon û dûr dixe were bikaranîn hûn nikarin baweriyê bidin mirovan. Fikarên însanan hene û sedema fikaran jî ev ziman e.”
‘MAFÊ HÊVIYÊ LUTUF NÎN E’
Omer Ocalan biryara mafê heviyê ku ji aliyê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ve hatibû dayîn bibîrxist û wiha got: “Mafê hêviyê lutuf nîn e. Ev hem di warî siyasetê de û hem jî di warê hiqûqî de nayê qebûlkirin. Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene. Hinek girtî hene zêdetirî 30 sal in girtî ne. Lazim e ev bên dîtin. Zimanê biçûkxistin û dûrxistinê xizmetê ji çareseriyê re nake. Ger herkes ji bo çareseriyê biaxive ev dê pêşî li pêşketina pêvajoyê veke. Lazim e ev zimanê neyînî were terikandin. Zêdetirî sed sal in ev pirsgirêk dewam dike û ger çareserî çêbibe dê hemû kes qezenc bike.”
’26 SAL IN BIRÊZ OCALAN LI HEMAN NÛQTEYÊ YE’
Omer Ocalan anî ziman ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê rola xwe bilîze divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were û wiha got: “Ez cara ewil çûm Îmraliyê û bi birêz Ocalan re cara ewil hevdîtin pêk anî. Birêz Ocalan ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriyê rasteqîn pêşkeş dike. Ji bo ev model were axaftin û nîqaşkirin divê şert û mercên birêz Ocalan bên sererastkirin. Ev hevdîtina malbatê wek lutuf tê dîtin. Birêz Ocalan nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û ji tu mafên xwe sûd wernagire. Sererastkirina şert û mercên birêz Ocalan tê wateya wek kesek azad ji bo çareseriyê bikeve nav hewldanan. Gelek caran got ku ‘Ez dixwazim vê pirsgirêkê çareser bikim’. Di hevdîtinê de got ku di sala 1999’an de dema hatiye girtin di balafirê de gotiye ku ‘ji bo çareseriya pirsgirêka kurd amade ye piştgiriyê bide û heman tiştî niha jî dibêjim’. Piştre got ku; ‘Wê demê hinek derketin gotin ku Abdullah Ocalan dixwaze xwe xilas bike’. 26 sal in birêz Ocalan ji bo çareseriyê li heman nûqteyê ye. Ger şert û merc neyên afirandin, siyaseteke wêranker bikin, hûn nikarin piştgiriyê bidin aştiya vî welatî. Birêz Ocalan gelek caran anî ziman ku Neteweya Demokratîk ji bo vî welatî çareserî ye. Lazim e li ser vê bê sekinandin.”
‘ÇARESERÎ JI BO HER KESÎ YE’
Omer Ocalan da zanîn ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina 28’ê kanûnê çûye serdana gelek partiyên siyasî û wiha axivî: “Ev pirsgirêk tenê îktîdarê eleqedar nake, hemû partiyan eleqedar dike. Ew pir girîng e ku birêz Ocalan ji bo çareseriyê ji parlamentoyê re destnîşan dike. Hemî partî hatin ziyaretkirin û agahdarî hate kirin. Di hevdîtina me ya 23’ê cotmehê de, birêz Ocalan diyar kir ku CHP piştgirî da dirûşma slogana ‘Komara Demokratîk’. Ji bo meclîs rola xwe bîne cih em hewldanên xwe didomînin. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka kurdan, beşekê ye. Pêdivî ye ku em her kesî tevli çareseriyê bikin. Bêyî muxalefeta sereke, çareserî qels dimîne. Ger îktîdarû Tifaqa Komarê însiyatîf negirin çareserî bi pêş nakeve. Ji ber vê yekê divê beşeke mezin a civakê tevli çareseriyê bikin. Birêz Ocalan di 23’ê cotmehê de got ku kurd ne kurdên sedsal berê ne. Kurd dikarin li Rojhilata Navîn pêşengiyê bikin. Di hevdîtinê de hinek pirsên min hebûn û dema min got ku li Rojhilata Navîn dewlet demokrasiyê qebûl nakin û bi israr demokrasiyê naxwazin û wî jî got ku ‘Sedsal berê Rojhilata Navîn hat dîzaynkirin li her derê dîktatorek hat peywirdarkirin, niha jî ji bo ev dîktator desthilatdariya xwe bidomînin hincetan diafirînin’. Di dewamê de got ku mafê kurdan heye ku bi hemû kesî re biaxive û danûstendinê bike.”
‘EV NÊZÎKATÎ NAYÊN QEBÛLKIRIN’
Omer Ocalan da zanîn ku di demên dawî de hinek kesên li ser navê îktîdarê diaxivin bi axaftinên xwe piştgiriyê nadin çareseriyê û wiha got: “Hêvîdar im ku axaftinên berdevkê hikûmetê (Omer Çelîk) axaftinên serûber bin. Ger ev axaftin cidî bin wê demê nêzîkatiyeke biçûk dîtinê heye. Nêzîkatiyên biçûk dîtinê û wek amûr dîtin tu caran ji çareseriyê xizmetê nakin. Em bi çareseriyeke dîrokî re rûbirû ne. Pirsgirêka kurd pirsgirêke zêdetî 200 sal in heye. Rastiya gelên ku bi hezaran sal in bi hev re dijîn heye. Lazim e dev jî nêzîkatiya biçûk dîtinê were berdan. Ger hincetên rakirina çek ji holê ben rakirin, ji bo çareseriyeke rasteqîn em israr bikin, şert û mercên birêz Ocalan bên sererastkirin, bawer dikim ku hemû pirsgirêk dê bi rêyen demokratîk bên çareserkirin. Israra zêde, nêzîkatiyên ku erebeyê li pêşiya hespê danîn, tişta ku herî dawî were gotin di serî de bê gotin û bi demê re hiştin dê zirarê bide pêşketinan. Baweriya hemû kesî bi çareseriyê heye. Her kes dixwaze xwîn neyê rijandin. Lê Rojava hê jî tê bombebarankirin. Li Bendava Tişrînê welatî tên qetilkirin. Bi destê çeteyan kuştina rojnameger, hunermend û siyasetmedaran zirarê dide hevdîtinên ku tên kirin. Ger behsa pêvajoyeke nû were kirin divê bingeha wê were amadekirin. Devjêberdana çek ancax bi diyaloga navbera birêz Ocalan û rêxistinê ve mimkun e. Divê sedemên hilgirtina çek ji holê bên rakirin. Ger makeqanûneke ku nasnameya kurdan qebûl dike hebe ev dê feydeya xwe ji her kesî re hebe. Li Rojhilata Navîn paradîgmaya li gorî ruhê demê paradîgmaya birêz Ocalan e. Di vê paradîgmayê de çareserî û jiyan heye. Em dixwazin hêzê bidin vê paradîgmayê. Lê axaftinên ku tên kirin zirarê didin.”
‘PÊVAJO DÊ BI TEVÎ GEL BI PÊŞ BIKEVE’
Omer Ocalan bi bîrxist ku DEM Partiyê têkildarî hevdîtinên ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re tên kirin biryara ‘Hevdîtinên Azadiyê û Aştiya Civakî’ hatiy wergirtin û wiha got: “Hevdîtinê ku di 1’ê sibatê de destpê bikin girîng in. Ev meseleyeke civakî ye. Ger em behsa aştî û çareseriyê bikin divê ev civakî bin. Lazim e tiştên ku di demên dawî de tên axaftin bi gel re bên nîqaşkirin. Lazim e gel rasterast di vê pêvajoyê de cih bigire. Dê bi mîtîng û hevdîtinên gel ve pêvajoyek were meşandin. Em ê hûrgiliyên civakîbûn aştiyê biaxivin. Em ê tevî gel pêvajoyê bi rêve bibin. Pêvajoya ku gel di nav de cih negire bi ser nakeve û piştgiriya gel girîng e.
MA / Emrullah Acar