EDENE - Xwişka Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Saniye Yuksekdag hate definkirin.
Xwişka Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag, Saniye Yuksekdag ku xwîn ji mîdeyê wê hat û jiyana xwe ji dest da, hate definkirin. Saniye Yuksekdag li mala xwe ya li navçeya Çukurova ya Edeneyê jiyana xwe ji dest da û 3 rojan agahî jê nehatibûn girtin. Piştî agahdarkirinê, komên tenduristiyê û polîs hatin malê û cenazeyê wê dîtin.
Cenazeyê Saniye Yuksekdag di saetên serê sibehê de ji Saziya Tipa Edlî (ATK) hate girtin û ji ewil birin mala malbata wê ya li Taxa Tuzlugolê ya navçeya Ceyhanê. Piştre jî li goristana Taxa Golavasi ya navçeya Yumurtalikê hate definkirin. Malbata Yuksekdag, Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, rêveberên ESP û DEM Partiyê û gelek kes tev li merasîma definkirina cenazeyê bûn. Ji bo Saniye Yuksekdagê li mala malbatê wê ya li Taxa Gazîosmanpaşa ya li navçeya Ceyhanê şîn hate danîn.