Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin

  • rojane
  • 09:02 31 Çile 2025
  • |

MÊRDÎN - Gulşen Çalişkan a ku li gundê Bîrtawa yê navçeya Artûklûyê di gengeşeyeke ji ber veguhastina hilbijêran de birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da, beriya ku bimire navê kiryar eşkere kir. Piştî vê kiryar hat girtin û paşê hat berdan. Lê salek e der barê kiryar de îdianame nehatiye amadekirin. 

Li gundê Bîrtawa yê Artûklû ya Mêrdînê, di 18'ê Çileya 2024'an de ji nmazetên keyatiyê yek jê bi hinceta hilbijêr hatine veguhastin, îtiraz kir. Piştî vê bi biryara Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê cendirme hatin gund. Piştî vê du malbat ketin qirika hev û şer çêbû. Gundî jî ji bo her du malbatan ji hev bikin, tevgeriyan lê dayika 5 zarokan Gulşen Çalişkan a 5 salî, bi derba darê ku li serê wê ket bi giranî birîndar bû. Gulşen Çalişkan a ku li Nexweşxaneya Perwerdehî û LÊkolînê ya Mêrdînê hat dermankirin, di 8'ê Hezîrana 2024'an de jiyana xwe ji dest da. Piştî vê lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
NAVÊ KESÊ KU LÊXIST GOT
 
Di vê çarçoveyê de Gulşen Çalişkan a ku di 25’ê Çileya 2024’an de îfadeya wê hatibû girtin, dema ku hê li nexweşxaneyê dihat dermankirin, diyar kiribû ku piştî şer dîtiye çûye cihê bûyerê û dema xwestiye jinbira xwe ya li erdê rake derbek li serê wê ketiye. Gulşen Çalişkanê got: “Dema ku min xwest jinbira xwe ji erdê rakim, namzetê keyatiyê Muhîttîn Acar bi darê darê di destê xwe de li serê min xist. Ez bêhiş bûm û ketim erdê. Leşkerekî cendirme yê ku min navê wî nedizanî ez ji erdê rakirim û radestî birayê min kirim. Tu kesê din li min nexist."
 
 
Muhîttîn Acarê ku piştî îfadeya Gulşen Çalişkanê hat binçavkirin, îdia kir ku roja bûyerê dar di destê wî da tune bûye û lê bi şertê kontrola edlî hat berdan. Piştî mirina Gulşen Çalişkanê Acar di 8'ê Hezîranê de hat girtin û ew şandin girtîgehê. Di çarçoveya lêpirsînê de Acar, Karmendê Karên Derve M.M.B. û amîrê Cendirmeyan A.A wekî şahid îfade dan û îdia kirin ku di destê Acar de dar nedîtine û di 20'ê Îlona 2024'an de bi şertê kontrola edlî hat berdan.
 
Malbata Gulşen Çalişkanê diyar kir ku roja bûyerê efserê  M.M.B. û amîrê  Cendirmeyan A.A di dema bûyerê de ne li wir bûne, di dawiya bûyerê de hatin gund. 
 
Birayê Gulşen Çalişkanê Îbrahîm Çalişkan îşaret bi wê yekê kir ku her çend salek di ser bûyerê re derbas bûye jî di dosyeyê de tu pêşketin çênebûye û îdianame jî nehatiye amadekirin û bi bîr xist ku bersûc piştî 3 mehan hatiye berdan. Çalişkan da zanîn ku xwişka wî jiyana xwe ji dest daye lê ji ber vê kesekî girtî tune ye û got: “Tevî ku navê kiryar diyar bû jî, bi şertê kontrola edlî hat berdan. Ev rewşeke xemgîn e. Tevî ku gelek daxwaznameyên me hene jî hê îdianame nehatiye amadekirin. Vîdeo, wêne û qeydên me yên deng hene. Li gel vê jî îdianame nehatiye amadekirin. Divê dozger van li ber çavan bigire. Em dixwazin edalet demildest pêk were. Jiyana mirovekê li meydanê ye. Ji bo dozger amadekirina îdianameyê ne zehmet e. Sûcdar diyar e, kuştin û jiyana kesekî li holê heye."
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

25/02/2025
16:17 Li Êlihê starta 8’ê Adarê hate dayin
15:40 ‘Kongreya Diyaloga Niştimanî’ bi rexne û boykotê dest pê kir
15:08 Li Liceyê esnafekî tacîza zayendî li herî kêm 8 zarokan kir
14:26 Bakirhan: Divê formuleke li gorî cidiyeta bangê bê dîtin
14:10 Li Wanê meşa ‘Jin bi têkoşîna azadiyê aştiyê birêxistin dikin’ hat lidarxistin HATE NÛKIRIN
12:44 Bakirhan: Em di qonaxa destpêkeke nû de ne
11:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:47 HSD: Êrişên dagirkeriyê hatin têkbirin
11:08 Meclisa Jinan a DBP’ê dê li 11 bajaran atolyeyan li dar bixe
10:21 Birayê xwe vegot: Emrê Mehmet Yavuzel biçûk bû lê dilê wî mezin bû
10:19 Biryara dadgehê ya bêcezahiştina polîsan: Wê di dema pêş de bitirse sûc bike!
10:06 Nesrîn Nas: Divê muxalefet li dijî êrişên desthilatê bibe yek
09:57 Der heqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:49 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
09:30 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:23 'Gotin û kirinên îktîdarê hev nagirin’
09:03 Berwarî: Divê ne li ser berdana çekan, li ser bêdengkirina çekan bê axaftin
09:03 Serokê SUDEF'ê Turker: Suryanan tim qîmet dane gotinên Ocalan
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Destavêtin zarokan, daxilî nava fihûşê kirin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2025’AN
24/02/2025
16:50 Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin
16:07 Ji jinên Botanî û Amedî çalakiyên 8’ê Adarê
15:15 Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
15:07 Tehliyeya Yilmaz bêyî lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin
14:51 Li Serhedê starta 8’ê Adarê: Dê jin aştiya birûmet bînin
14:48 Li Qaxizmanê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:13 Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
14:03 Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
13:56 Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
13:42 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:30 Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
11:58 Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
11:18 HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
11:00 Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir
10:40 Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin
09:49 CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê da
09:47 Di 11 mehan de li 12 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:29 DEM Partî: Ên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Plana têkçûnê têk çû’ derket
09:00 Ji çeteya fihûşê dewlet derket: Çeteya ji 26 kesan
09:00 ROJEVA 24’Ê SIBATA 2025’AN
07:35 Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin
23/02/2025
17:54 Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’