'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'

  • rojane
  • 09:40 31 Çile 2025
  • |
AMED - Cîgira Seroka Baroya Amedê Şîlan Çelîkê got: "Di rastiyê de pirsgirêka kurd pirsgirêkeke bi sedsalan e û mirov nikare wê daxîne asta çekê. Pirsgirêka kurd pirsgirêka demokratîkbûyîn, wekhevî û edaletê ye."
 
Cîgira Serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîkê hevdîtinên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îmraliyê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, gengeşeyên di çarçoveya pirsgirêka kurd de û pêşniyazên çareseriyê nirxand. 
 
Şîlan Çelîkê diyar kir ku gengeşeyên li ser pirsgirêka kurd erênî ne û diyar kir ku divê gengeşe bi partiyên siyasî re sînordar nemînin û hemû beşên civakê tê de cih bigirin. Şîlan Çelîkê anî ziman ku çareseriya pirsgirêkê tenê bi civakîkirina pirsgirêkê pêkan e û destnîşan kir ku divê desthilat zimanê "vederkirî, cihêwaz û tunehesibandinê" biguherîne. 
 
'ŞER Û MERC NE WEKÎ HEV IN'
 
Şîlan Çelîkê rexne kir ku çareseriya pirsgirêka kurd ne ew tişt e ku mirov wê daxîne "asta çekdanînê" û got: "Bi rastî pirsgirêka kurd pirsgirêkeke bi sedsalan e. Pirsgirêka kurd pirsgirêk e demokratîkbûyîn û edaletê ye. DIvê mirov di vê çarçoveyê de lê mêze bike. Pêvajoyeke muzaketreyê ya gengaz ancax bi vî awayî bê destpêkirin. Her wiha atmosfereke wkehev tune ye. Heya şert û mercên Îmraliyê neguherin, wê ev bi awayekî wekhev çênebe." 
 
Şîlan Çelîkê diyar kir ku divê muzakere li ser encam û berjewendiyan neyê kirin û got ku divê li ser çareseriya pêwîstiya civakê bê sekiandin. Şîlan Çelîkê got: "Hê pêvajoyeke fermî û rastîn dest pê nekiriye. Piştî vê yekê em dikarin behsa hin tiştan bikin. Em niha di esasê xwe de behsa biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û qanûnan dikin. Pêwîstiya me bi îradeyê heye, piştî ku ev îrade pêk hat, em dikarin behsa destûreke bingehîn a nû û guhertina qanûnan bikin."
 
Şîlan Çelîkê diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û ji bo ku muzakere bi rengekî aram bimeşe divê çi bê kirin û got: "Divê di Destûra Bingehîn de der barê hemwelatîbûna wekhev de sererastkirin bên kirin. Her wiha ceza, cezayên razber ên di qanûna ceza de bên guherandin. Niha der barê gelek kesan de bi endamtiya rêxistinê doz û lêpirsîn tên vekirin. Divê pênaseya van sûcan bê tengkirin. Her wiha divê Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê jî bê guherandin. Divê dest ji polîtîkayên qeyûman bê berdan."
 
MAFÊ HÊVIYÊ
 
Şîlan Çelîk biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê binpêkirina mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan de jî bibîr xist. Şilan Çelîlê anî ziman ku DMME'yê diyar kiriye ku divê mafê hêviyê bi şert ve neyê girêdan û got ku divê mavê hêviyê bê şert û merc bê pêkanîn. 
 
MA / Rûkiye Payiz Adiguzel
 
 

Sernavên din

12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Rêxistinên Elewiyan panela ‘aştiyê’ li dar dixin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?
14:55 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:46 Protestoya li Sêrtê didome: Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin
14:33 Zambak ê piştî 30 salan hate berdan: Ez serbilind im
14:30 Li Cizîrê perwerdeya ‘Zayenda civakî’
14:23 MSD’ê bi Balyozxneya Swêdê re hevdîtin kir
14:06 Gel tevî êrişan jî 22 roj in li Tişrînê li ber xwe dide
13:56 ESP’ê bertek nîşanî êrişan da: Em bi hev re têbikoşin
13:36 Li Akdenîzê qeyûm hat protestokirin: Hesabên biçûk bi welêt didin windakirin
13:20 HSD: 27 çete hatin kuştin û birîndarkirin
13:09 Zirgan û Tişrîn hatin bombebarankirin
12:53 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm zêde dibin
12:40 Danişîna doza rojnameger Şehrîban Aslan hate taloqkirin
11:47 DBP: Em ê berxwedana xwe mezintir bikin
11:34 21 wekîlan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji YE’yê re name şandin
11:33 Hevşaredarên Sêrtê: Em biryarê nas nakin û paşvegavê naavêjin
11:14 DEM Partî: Li dijî zîhniyeta derbekar em bi hev re têbikoşin
10:19 Waliyê Sêrtê beriya biryara qeyûm xanenavka xwe amade kiriye
10:09 Biraziyê Ahmet Turk di êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da
09:51 Hevserokên Giştî: Hîlekariya siyasî û demokrasî bi hev re nabin
09:32 Li rûyê qeyûm qîriyan: Qeyûm ji şaredariyê bicehime
09:24 Li Strazburgê mîtînga 15'ê Sibatê: Em ê azadiya Abdullah Ocalan biqîrin
09:23 Di 10 mehan de li 10 şaredariyan qeyûm tayîn kirin
09:07 'Divê Kurdî bibe zimanê fermî'
09:05 Dîmeneke balkêş: Kela Zêrîn
09:01 Ava Gola Wanê kêm dibe
09:00 ROJEVA 29’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:57 Li Sêrtê xespkirina îradeyê tê protestokirin
08:15 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî da
08:06 Qeyûm li Şaredariya Sêrtê hat tayînkirin
28/01/2025
21:02 Berxwedana gel a li Bendava Tişrîn didome
20:22 Rojnamevan Pehlîvan hate binçavkirin
19:20 Êrişên li ser rojnamevanan hat protestokirin: Em ê dest ji rastiyê bernedin
16:15 Xelkê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Kobanê têk naçe
16:02 Tirkiyeyê Çiyayê Garê bombebaran kir
16:01 Di 157’emîn meha Komkujiya Roboskê de daxwaza edaletê hat kirin
15:58 MSD çû serdana pêşengê Durziyan
15:48 Ji 50 welatan 650 jinan got: Rêveberiya Xweser nas bikin
15:38 DEM Partî bi rojeva Îmraliyê dadikeve qadê: Li 40 bajaran çalakî, li 3 bjaran mitîngên mezin
15:04 Encamnameya konferansa TJA’yê: Em ê konfederalîzma jinê ava bikin