Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e

img

ENQERE - Welatiyan bertek nîşanî bihayê xaniyan û kirêyan dan û gotin ku ev 40 sal in budçeya gel ji bo şer tê xerckirin û xwestin pirsgirêka Kurd li Meclisê were çareserkirin.

Bihayê xaniyan û heqê kirêyan her ku diçe li Tirkiyeyê zêdetir dibe û ev jî bandoreke neyînî li ser jiyana xelkê Enqereyê dike. Li gorî daneyên Banka Navendî (TCMB); di Kanûna 2024’an de bihayê xaniyan ji sedî 2’yê zêde bû û li Enqereyê gihişt ji sedî 34,4’ê. 
 
Me têkildarî mijarê ji xelkê Enqereyê pirsî û wan jî bersiva pirsên me dan. Welatiyan, gotin ku ji bo krîza aborî were çareserkirin divê li Meclisê gav bên avêtin. 
 
‘PERE JI BO ŞER TÊN XERCKIRIN’ 
 
 
Welatiyê bi navê Yûsûf Topal diyar kir ku bihayê kirê û xaniyan derketiye lûtkeyê û wiha got: “Ev rewş gel pir zêde dide zorê. Çareseriya vê jî ew e ku pereyê ji bo şer tê xerckirin, ji bo projeyên xaniyên komî bê xerckirin. Ez ji Enqereyê me. Îro li Taxa Emekê ya Enqereyê avahiyên 3+1 ên 50 salî bi 40 hezar lîreyan kirêya wê heye. Ev nayê qebûlkirin. Divê em ji bo guherandina vê rewşê tevbigerin. Divê Kurd, Tirk û gelên din mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Hewce bike divê em bi hev re dengê xwe bilind bikin. Em dikarin bi awayekî aştiyane vê pirsgirêkê çareser bikin. Ev 40 sal in pereyê me ji bo şer tê xerckirin. Ev 40 sal in mirovên me dimirin. Heke ev pereyê ji bo şer tê xerckirin bişînin qadeke din, dê welatê me baştir bê birêvebirin.” 
 
‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ MECLIS E’
 
Şener Uçar, jî diyar kir ku pereyê ji bo şer tê xerckirin zirareke mezin dide aboriyê û ev tişt anî ziman: “Her tişt biha ye. Girêdayî vê jî heqê xaniyan zêde dibe. Kirêgir jî mafdar in, ji ber ku mûçeyê wan kêm e. Kesekî îro debara xwe bi mûçeyê kêmtirîn dike, nikare heqê kirêya xwe bide. Her wiha tiştên li dikanan biha ne. Mesrefên perwerde, tenduristî û hwd. zêde ne. Tenê heke pereyê ji bo şer tê xerckirin, ji bo van qadan were xerckirin dikare hinek tişt baş bibin. Em çima ketin nava vî şerî hêj fêm nakim. Dikariyan pereyê ji bo wir tê xerckirin ji bo pêşeroja gelê me bihata xerckirin. Bi wî pereyî her kes dê baştir bijiya. Divê di vê mijarê de em hişyar bin. Heke pirsgirêkek hebe, navnîşana çareseriya wê Meclis e.” 
 
 
Necla Îşçî ku got teqawide jî ev tişt anî ziman: “Mûçeyê em digirin diyar e. Kirê nakevin bin 20 hezar lîreyan.” 
 
‘BILA HER KES DESTÊ XWE DEYNE BIN KEVIR’ 
 
 
Salîh Ozçelîk jî destnîşan kir ku mirov bêyî temînatek hebe dijîn û wiha got: “Her mirov dikarin şerên li cîhanê bi dawî bikin. Divê her kes destê xwe deyne bin kevir. Çavkaniyên me yên debarê kêm dibin. Qezenca malbatan kêm dibe. Şertên koletiyê li kesên mûçeyên kêmtirîn werdigirin ferz dikin. Li Tirkiyeyê her kes hatiye xapandin. Bêyî temînata pêşeroja wan hebe dijîn. Heke em xwişk û bira bin, wê demê em çima hevdu dikujin? Ji DEM Partiyê heta AKP, MHP û TÎP’ê bila her kes êdî bibêje em aştî û biratiyê dixwazin. Em mafên xwe yên wekhev dixwazin.” 
 
 
Emre Ozcan jî bi lêv kir ku hikûmet tenê ji bo dewlemendan dixebite û wiha got: “Mimkin nîne di vê pergalê de xelkê feqîr bikare ji xwe re malekê bikire. Di demên berê de krediyên faîza wan kêm didan û ew jî didan kesên malên wan hene. Heqê kirêyan jî bi heman rengî. Di demên dawî de taqeta xelkê Tirkiyeyê nemaye li dijî pirsgirêkan li ber xwe bide.” 
 
‘LI TIRKIYEYÊ ŞERT BAŞ NÎNIN’ 
 
 
 
Fulya Ozer jî got ku rewşa kirêgiran pir zehmete û axaftina xwe wiha qedand: “Êdî kirîna malekê xeyal jî derbas kiriye. Di van şertên aboriyê de mimkin nîne tu xanî bikirî. Rewşa kirêgiran pir zehmet e. Hevjînê min teqawid e lê mecbûr e bixebite. Ji ber ku mûçeyek têr nake û her tişt ji bo kirê diçe. Lewma mecbûr e bixebite. Şert û mercên Tirkiyeyê baş nînin.” 
 

Sernavên din

24/02/2025
14:13 Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
14:03 Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
13:56 Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
13:42 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:30 Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
11:58 Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
11:18 HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
11:00 Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir
10:40 Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin
09:49 CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê da
09:47 Di 11 mehan de li 12 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:29 DEM Partî: Ên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Plana têkçûnê têk çû’ derket
09:00 Ji çeteya fihûşê dewlet derket: Çeteya ji 26 kesan
09:00 ROJEVA 24’Ê SIBATA 2025’AN
07:35 Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin
23/02/2025
17:54 Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin