Pisûlaya cenazeyê 28 sal in nehatiye dayin

DÎLOK - Tevî ku cih, dîrok û nexweşxaneya cenazeyê kurê wî birinê diyar e jî Halîl Gokmen ev 28 sal in nikare cenazeyê kurê xwe bigire. Gokmen, pisûleya ji bo dayina cenazeyê kurê wî jê re hatiye dayin jî her tim bi xwe re digerîne. 

Halîl Goken (76) li Dîlokê dijî. Kurê wî Mûrat Gokmen (18) di sala 1996’an de tev li refên PKK’ê bû û salek piştre hate îdiakirin ku kurê wî di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye. Li gel dîrok, cih û nexweşxaneya cenazeyê kurê wî biribûnê diyar e jî ev 28 sal in nikare cenazeyê kurê xwe wergire. Halîl Gokmen, da zanîn ku li navçeya Mezmaxor a Dôlokê dijiyan û kurê wî di sala 1996’an de tev li PKK’ê bû û salek piştre di sala 1997’an de jê re hatiye gotin ku kurê wî li navçeya Norşînê ya Bedlîsê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye. Gokmen, diyar kir ku ji re gotine cenaze ji bo karûbarên otopsiyê rakirine nexweşxaneya li navenda Bedlîsê. Gokmen, destnîşan kir ku polîsên Şaxa TEM’a Dîlokê jê re gotine ku kurê wî jiyana xwe ji dest daye û ev 28 sal in cenaze wernegirtiye. 
 
 
NEÇAR MA KU LI WÊNEYÊ 16 MIRIYAN BINÊRE 
 
Gokmen, da zanîn ku polîsên hatin malê jê re gotine; “Kurê te li Bedlîsê mir, here cenazeyî bigire” û wiha domand: “Li ser vê yekê ez ji bo hevdîtina bi Serdozgerê Komarê re çûm Bedlîsê. Dema ez çûm hevdîtinê, du kes li wir bûn. Sedema hatine min pirsîn û min jî got ji bo cenazeyê kurê xwe hatime. Piştre gotin ku dê wêneyan nîşanî min bidin û wêne anîn.” 
 
Bi domdarî Halîl Gokmen anî ziman ku li gor agahiyên bihîstiye di pevçûnê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji wan wêneyên 16 kesan nîşanî wî dane. Gokmen, wiha pê de çû: “Ji bo 8 kesên wêneyên wan nîşanî min nedayin jî dozger got; ‘Ew hêj hazir nînin.’ Li ser her cenazeyekî ji 1’ê heta 16’ê hejmar hebûn. Min li tevan nihêrt. Kurê min di nav de nebû. Li bendê mam ku cenazeyên din bên amadekirin. Piştre dozger ji min re got; ‘Em ê cenazeyan nedin. Here mala xwe rûnê.’ Hincet jî weke ‘qedexe’ nîşan dan. Piştre çûm Qereqola Navendî ya Cendirmeyan a Bedlîsê. Li wir fermandarek hebû. Min jê re got ku kurê min miriye lê cenaze nayê dayin. Gelek lênûskên nîşeyan derxist. Ji min pirsî bê ka navê kurê min Mûrat e an na. Min jî got; ‘Belê navê kurê min Mûrat e.’ Piştre ji min re pisûlayek nivîsand. Li ser wê agahiyên nasnameyê yên kurê min hebûn. Got bê ka kurê min li ku miriye û dozger ew li ku defin kiriye. Piştre got ku dosya şandine Wanê. Wê demê hêza min tune bû biçim Wanê, rewşa min a madî baş nebû. Min ji fermandar re got. Ne qereqolê cenaze da min ne jî têkildarî vê li cihekî nûçeyek hate weşandin.” 
 
LI SERGOYA BAJAR HATIYE DEFINKIRIN
 
Gokmen, da zanîn ku ji qereqolê çûye sûka bajar û wiha got: “Li sûkê kesek hate cem min û pirsiya bê li vir çi dikim. Min jî rewş jê re vegot. Ji min re got; ‘Kemçeyek anîn û ew cenaze anîn navenda bajar û li sergoyê veşartin. Nadin tu kesan.’” 
 
Gokmen, diyar kir ku li ser vê rewşê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Bedlîsê daye. Gokmen, bilêv kir ku bi sala ye bi ser mala wan de tê girtin û ji kurê wî tenê yek wêne jî nemaye. Gokmen, da zanîn ku tenê pisûlaya dîrok û cihê mirinê ya kurê wî li ser hatiye nivîsandin pê re maye. Halîl Gokmen ku ev 28 sal in wê pisûlayê li cem xwe digerîne, got ku dê lêgerîna ji bo dîtina cenazeyê kurê xwe bidomîne. 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

13:59 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin ZINDÎ
13:41 Kongra Star: Em ê tola Hîva Erebo hilînin û şoreşa jinê bi ser bixin
13:18 Şaredariya Cizîrê bi beşdariya gel civîn li dar xist
13:18 Rapora meha Çileyê ya KCDP’ê: 33 jin hatin qetilkirin
13:17 Siyasetmedarê Fransiz: Rojeva modêla pêşerojê ye
12:41 Bakirhan: Ocalan ji bo çareseriya mayinde amadekariya banga dîrokî dike
12:09 Li Dêrsimê nexweşiya tebekê: Bi dehan sewal mirin
11:39 Yildirimci: Şer û neçareserî civakê xîzan dike
11:27 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:25 Biryara ji bo parastina Kaniyên Munzurê dîsa guherî
11:09 Amed xwe ji bo mitînga ‘Aştî û azadiyê’ amade dike
10:59 Du mehên rêveberiya HTŞ’ê: Nasname û dîroka jinê di hedefê de ye
10:37 Li herêma erdhejê tiryak, fihûş û tundî zêde bû
09:30 Doza Narîn Guranê birin îstînafê
09:20 Pisûlaya cenazeyê 28 sal in nehatiye dayin
09:15 Fermandarê qereqolê: Me nehişt Zeydan biçe herêma qedexe
09:08 Ji Platforma DGD'ê banga ji bo kampanyaya 'ji bo aştiyê milyonek îmze'
09:07 Dosye ya cînayetê ye, biryar eşyayê qaçax ê gumrukê
09:06 ‘Krîz dê bi bidawîbûna şer ji holê rabe'
09:01 Tevî emrê xwe yê mezin jî çanda tevnê dide jiyîn: Bila ev çand nemire
09:00 ROJEVA 4’Ê SIBATA 2025’AN
03/02/2025
16:48 Li Kobanê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ bang
16:26 Biryara Dadgeha Bilind a der barê Pinar Gultekîn de hat protestokirin
15:58 Ji bo berxwedana li Tişrînê ji sê bajaran bi rê ketin
15:44 Temellî: Sermuzakerevan Ocalan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje
15:21 Dewleta tirk stasyonê avê ya li Kobanê bombebaran kir
14:20 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gava herî girîng azadiya Ocalan e
13:18 DFG’ê rapora meha Çileyê eşkere kir: Li 42 rojnamegeran lêpirsîn hate destpêkirin
13:08 Li Hezexê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:08 Li dijî mala Babat ê DEM Partiyî êriş hate kirin
12:50 Aydar: Heta Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê
12:31 Meclisa Şaredariya Sêrtê civiya: Em biryara tayînkirina qeyûm nas nakin
11:30 Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
11:13 Li Amedê ji bo mitînga ‘azadiyê’ bang hate kirin
11:09 ENAG: Enflasyon ji sedî 81 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 42 ye
11:02 Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin