* Parêzvana mafên mirovan Margaret Owen a ku beşdarî kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bû got: "Heta ku Ocalan azad nebe, em nikarin li ser aştî û muzakereyan diyalogê ava bikin."
* Hasan Karapinar ê ku di girtîgehê de pençeşêra lenfê dubare lê peyda bû û paşê bi cezayê hepsa malê hat berdan, got: "Ez mafekî dixwazim."
* Ji Desteya Lijneya Dîwanê ya KCDK-E Mûsa Farisogullari diyar kir ku dewleta ku bi komployê xwest "Têkoşîna azadiyê ya kurd tasfiye bike" hatiye asta tasfiyeyê û got: "Eger aliyê AKP'ê pêvajoyê asteng bike, wê Tirkiye winda bike."
* Berdevka Meclisa Jinê ya DBP'ê Bêrîvan Bahçeciyê got: "Hewce ye pêkanîna azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê pêkanîn. Wekî jin em amade ne ku li qadan bin û ji bo vê têbikoşin."
* Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rêzan Kaganarslanê diyar kir ku di mîtînga "Ji Aştiyê re Azadî" ya li Amedê pêk hat de daxwazên gel ên çareseriyê derketine holê û got: "Divê di vê qonaxê de ji bo civakîkirina çareseriyê gavên pratîk bên avêtin."
* Kasim Firat diyar kir ku ji Şêx Seîd heta Abdullah Ocalan, komployên li dijî pêşengên Kurdan didomin û got: “Ji bo çareseriyê divê Ocalan azad bibe. Divê rewşeke biewle bê afirandin.”
* Danişîna doza qetilkirina Nîhat Kazanci dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a a Cizîrê were lidarxistin. (09.00)
* Danişîna ewil a doza rojnameger Delal Akyuz ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, dê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê were lidarxistin. (11.00)
* Rêveberiya Amedsporê dê ji ber pirsgirêka zemîna stadê dê li pêşiya Midûriyeta Ciwan û Sporê ya Bajar daxuyaniyê bide. (12.00)
* Bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar dê li Wanê daxuyanî were dayin (12.00) ZINDÎ
* Li pêşiya avahiya Şaredariya Akdenîzê dê têkildarî qeyûm daxuyanî were dayin. (13.00)