AMED - 4 kesên di 14’ê Sibatê de li Amedê hatin binçavkirin bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin.
Di 14’ê Sibatê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan 13 jê duh piştî îfadeya li emniyetê hatibûn berdan. Ji 9 binçavkiriyên mayî 5 jê piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 4 jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin.
Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Hebûn Hakan jî di nav de 9 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin sûcdarkirin.
Îfadeyên binçavkiriyan ên li dadgeriyê didome.