ÊLIH - Mamosteya zimanê Kurdî Şînda Ayazgul ku piştî girtina KURDÎ-DER’ê xebatên xwe niha li ARÎ-DER’ê didomîne, wiha got: “Tişta ku gelan dike gel ziman e. Li dijî polîtîkayên pişaftinê hewceye Kurdî bibe zimanê perwerde û fermî.”
Komeleya Lêkolînên Kurdî û Çandê ya Meretoyê di sala 2018’an de li Êlihê hate avakirin û di kongreya 3’yê Tîrmeha 2021’ê de navê komeleyê weke Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) guherand. Xebatên perwerdeyê yên komeleyê didomin. Li komeleyê bi navên Cegerxwîn û Ehmedê Xanî du po hene û perwerdeya zaravayê Kurmancî didin 72 xwendekaran. Qursa ziman dê 3 mehan bidome û kesên mezûn dibin dê bikarin derbasî asta bilindtir bibin. Xwendekarên ku astên 1’emîn, 2’yemîn û 3’yemîn derbas dikin ku her yek ji wan 3 mehan didome, dikarin êdî mamostetiyê bikin. Li 4 atolyeyan ders tên dayin û di asta yekemîn de 25, di ya duyemîn de 17, di asta sêyemîn de 15 û di atolyeya mamostetiyê de jî 15 xwendekar hene.
'LI DIJÎ PIŞAFTINÊ EM JI BO ZIMAN TÊBIKOŞIN’
Hevseroka Komeleyê Meral Kaptan diyar kir ku ji roja komele hatiye avkirin heta niha bi sedan xwendekar û mamoste gihandine û dê li gorî serlêdanan atolyeyên nû vekin. Meral Kaptan, got ku tevlibûna atolyeyên vedikin girîng e û ev tişt anî ziman: “Ji bo di her qada jiyanê de Kurdî pêş bikeve, axaftina bi Kurdî girîng e. Beriya niha ji ber qedexeyan gel bi veşarî diaxivî. Lê bi têkoşîna ziman re êdî hemû dinyayê hay ji Kurdî bû. Kurdî, zimanekî dewlemend e. Her zaravayê wê di nav xwe de dewlemendiyeke cuda dihewîne. Divê em bi vê zanebûnê bi zimanê xwe biaxivin û pêş bixin. Li dijî polîtîkayên pişaftinê divê li her qadê em ji bo ziman têbikoşin. Divê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê. Divê perwerde di temenê zaroktiyê de bê dayin. Ne tenê li malê, divê li her derê were axaftin. Ji bo pêşketina ziman û pêşîlêgirtina tunebûnê, divê em bi Kurdî bixwînin û biaxivin. Bi taybet jî divê em li dijî oto-asîmîlasyonê bisekinin.”
PERWERDE BÛ, NIHA MAMOSTE YE
Ji mamosteyên komeleyê Şînda Ayazgul jî di KURDÎ-DER’ê de perwerde bûbû ku piştî hewldana derbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an bi KHK’ê hatibû girtin. Tevî girtina KURDÎ-DER'ê jî Şînda Ayazgul dev ji têkoşîna zimanê dayikê berneda. Bi vekirina ARÎ-DER’ê re Şînda Ayazgul dest bi mamostetiya Kurdî kir. Şînda Ayazgul ku li komeleyê perwerdeyê dide 15 xwendekaran, hem li malê hem jî li sûkê, kargehê û saziyên dewletê bi Kurdî diaxive. Şînda Ayazgul, diyar kir ku ji bo zimanê dayikê bijî, divê were axaftin, bê nivîsandin û perwerde were dayin.
DAXWAZA PERWERDE Û ZIMANÊ FERMÎ
Şînda Ayazgul, destnîşan kir ku Kurdî di tevahiya dîrokê de rastî pişaftinê hatiye û ev tişt anî ziman: “KURDÎ-DER ji bo pêşxistina Kurdî gelek girîng bû lê hate girtin. Lê paşvegav neavêt û komeleyeke nû ava kir. Dema ziman di nava civakê de hebe, hebûna xwe diparêze. Ji bo di nava zimanên zindî de be, divê li her qadê em têbikoşin. Ji ber ku tişta gelekî dike gel, ziman e. Ji bo pêşketina zimanekî divê siyasetmedar berpirsyartiyê li xwe bigirin. Li dijî polîtîkayên pişaftinê divê bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî. Divê perwerde di temenekî biçûk de dest pê bike. Ev yek bandoreke erênî li zarokan dike û pêşiya pêşketina ziman vedike. Lewma şert e ku bibe zimanê perwerdeyê. Divê girîngiyê bidin têkoşîneke bi pêşengtiya jinan. Ev ji bo pêşketina ziman girîng e.”
MA / Fethî Balaman