NAVENDA NÛÇEYAN - Nêrgiz Mihemedî diyar kir ku xetereya darvekirina Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî heye û xwest ji bo betalklirina biryara darvekirinê seknekî xurtir bê nîşandan.
Çalakvana Mafên Mirovan û girtiya siyasî ya Îranê Nêrgiz Mihemedî têkildarî binpêkirinên mafan ên li Îranê û metirsiya darvekirina Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyamek parve kir. Nêrgiz Mihemedî da zanîn ku divê rêgezperestî û cezayê darvekirinê yê bi komikî li Îranê wek suc bê nasandin û bê sekinandin. Nêrgiz Mihemedî, got: “Bang li civaka navdewletî dikim ku piştgiriya xelkê Îranê ya di têkoşîna ji bo demokrasî û mafên jinan de bikin.”
Nêrgiz Mihemedî, destnîşan kir ku metirsiya darvekirinê li ser Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî heye û wiha domand: “Daxwazê ji parlementoya Îtalyayê dikim ku helwestek tund li beramberî siyaseta çewisandinê ya rejîma Îranê nîşandin û mijara mafên mirov bixin karê xwe yê sereke.”
Bi domdarî Nêrgiz Mihemedî da zanîn ku rejîma Îranê bi hinceta serhildana “Jin jiyan azadî” zilmê li jinan dike û wiha bi dawî kir: “Jin, ji ber zextan bêzar bûne û destdirejî li jinan tê kirin û bi awayek sîstematîk tên çewisandin. Desthilata Îranê astengiya herî mezin a li pêş bidestxistina azadî û dadperweriya xelkê Îranê ye.”