WAN - Seyît Kiliç ê di dema serdegirtina polîsan a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de tundî lê hat kirin û ji ber vê çavên wî zirar dîtin got: "Nehiştin alîkariya kesên ku ji ser hişê xwe çûn jî bê kirin."
Di 15’ê Sibatê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hat kirin. Di çalakiyên ku li bajêr li dijî biryara qeyûm hatin destpêkirin de 70 jê zarok 348 kes hatin binçavkirin û ji wan 44 hatin girtin. Li gorî rapora binpêkirina mafan a rêxistinên hiqûqê û sivîl ên li bajêr, 16 zarok û 90 mezin di dema binçavkirinê de bi îşkenceyê re rû bi rû mane. Di raporê de hat diyarkirin ku 55 kes ji deverên xwe yên cuda birîndar bûne. Her wiha hat diyarkirin ku di serî, mil û destên kesên ku îşkence li wan hatiye kirin de şikestin û li laşê wan derbên giran hatine dîtin. Di raporê de her wiha hat diyarkirin ku 2 kesên ku hatine berdan çavên wan baş nabînin. Di serdegirtina şaredariyê ya roja ku qeyûm hat tayînkirin de, endamê Meclisa Şaredariya Rêya Armûşê Seyît Kiliç jî hat derbkirin. Ji ber tundiyê çavên Kiliç tahl bûn û niha baş nabîne.
BI SAETAN HAT DERBKIRIN
Kiliç der barê tundiya ku lê hatiye kirin de diyar kir ku polîsan danê sibehê saet di 04.00'an de bêyî hişyariyê bidin, bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrişî kesên li şaredariyê kirine. Kiliç got: "Wekîl ji bo muzakereyê deriyên xwe girtin. Lê polîsan dest bi derbkirinê kirin. Bi bombeyên gazê û guleyên plastîk hewl dan derî bişikînin û bikevin hundir. Ji ber gaza ku avêtin hundir, me nekarî bêhnê bigire. Deriyên odeyan şikandin, ciwan, jin û dayikan bi erdê ve kaş kirin û binçav kirin."
Kiliç bal kişand ku ew jî bi tundiyê re rû bi rû maye û got: "Piştî ku destên min ji paş re kelemçe kirin, êrişî min kirin. Bi saetan îşkence li min kirin. Bi saetan li ser, guh, stû, çav û pişta min xistin. Ji ber lêdanê hiş ji serê min çû. Ji ber vê çavên min tarî bû û ez ji ser hişê xwe çûm."
Kiliç diyar kir ku tundî di wesayîta binçavkirinê de jî dewam kiriye û got ku ji ber tundiyê jinek ji ser hişê xwe çûye û destûr nedane ku alîkariya jinikê bikin. Kiliç got: "Mudaxileyî kesên ku di dema îşkenceyê de bêhiş bûn yan jî birîndar bûn, nekirin. Herî dawî bi lingê hevalekî mêr girtin û ew bi erdê ve kaş kirin û binçavkirin. Ji 10 kesan 9 kes ji ber îşkenceyê bêhiş bûn. Bi awayekî eşkere hatin ku mirovan bikujin."
Kiliç diyar kir ku li dijî tundiya ku lê hatiye kirin serî li Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) daye û got: "Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye, li dijî rûmeta mirovahiyê ye."
MA / Rûken Polat