*Ayla Akat Ata ya diyar kir ku Abdullah Ocalan bi banga xwe şensek daye civaka Tirkiyeyê û wiha got: “Pêvajo dike ku hemû pêkhate bi awayekî kolektîf tevbigerin.”
* DEM Partî piştî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê bi sernavê “Siyaseta demokratîk a serdema nû” nexşerêyê diyar bike. Partî dê bi rojeva bangawaziyê herî kêm li 100 navendan bi gel re bicive.
* Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku banga Abdullah Ocalan formula çareseriyê ye û got: “Em di qonaxa destpêkeke nû de ne. Banga dîrokî, destpêka perspektîfa têkoşîneke nû ye.”
* Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku ji bo banga Abdullah Ocalan bi erênî biencam bibe divê her du alî gavên baş biavêjin û got: “Dora îktîdar û dewletê ye. Divê Meclis jî berpirsyartiyê li xwe bigire.”
* Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Hewceye ji bo ‘Mafê hêviyê’ di qanûnan de guhertin bên kirin.”
* Hevserokê AYKAY-DER’ê Mûstafa Yildiz ku di têkoşîna azadiyê de 2 birayên xwe winda kir, diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got: “Niha dora dewletê ye.”
* Danişîna doza parêzvanê walî O.Y. ku li Şirnexê destdirêjî li zarokek a 15 salî kiribû dê sibe were lidarxistin. Parêzer Emîne Ozdemîr ji bo tevlibûna danişînê bang kir û got: “Bersûc tê parastin. Divê em tevek xwedî li vê dozê derkevin.”
* Di çarçoveya 8’ê Adarê de dê li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan bên lidarxistin.
* Hevserokên DEM Partiyê yên bajaran û Meclisa Partiyê dê bi tevlibûna hevserokên giştî li navenda giştî ya partiyê bicivin. (10.00) ZINDÎ
* Meclisa Dayikên Aştiyê dê têkildarî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Aştî Civaka Demokratîk” de li Wan û Mêrsînê daxuyaniyê bidin. (11.00-13.00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê dê 2’yemîn kongreya xwe ya asayî li dar bixe. (11.00)