‘Heke derdorên cuda înîsiyatîfê bigirin dê pêvajo bêhtir mayinde be’

img
STENBOL - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal diyar kir ku di serî de jin û ciwan heke derdorên cuda înîstiyatîfê li xwe bigirin dê çareserî bêhtir mayinde bibe û got: “Pêvajoyeke krîtîk û berpirsyartiya wê mezin li pêşiya me ye.” 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd, abirbesta ji hêla PKK’ê ve hatiye ragihandin û nîqaşên ser pêvajoyê axivî. Newroz Uysal Aslan, got ku di vê pêvajoyê de pratîkên îktîdarê gelek girîng in. 
 
Newroz Uysal Aslan, anî ziman ku ji bo rewşên Abdullah Ocalan di banga xwe de behs dike pêk bên û mayinde bibin, hewceye di mijarên “siyaseta demokratîk” û “zemîna hiqûqî” de pêşketin çêbibin. Newroz Uysal Aslan, wiha got: “Tişta em weke siyaseta demokratîk jê re dibêjin ne tenê AKP, MHP û DEM Partî ye. Qala Meclisê tê kirin ku hemû partiyên siyasî tê de cih digirin, gel li wir siyasetê diafirîne û xwedî rola çêkirina makezagon û qanûnan e. Lewma jî ev bang ne tenê yekalî ye. Berevajî vê, ji bo hemû aliyan e û bangekî ji bo muxatabên wê ye. Lewma divê muxatabên wê berpirsyartiya xwe bicih bînin û ji bo xurtkirina pêvajoyê tevbigerin. Tişta weke zemîna hiqûqî tê behskirin jî ew e ku Meclis ji hêla makezagon û qanûnan ve gavan biavêje. Ku birêz Ocalan jî di peyama xwe de dibêje ‘Ez amade me berpirsyartiyê li xwe bigirim.’” 
 
'TIŞTÊN KU DÊ ÎKTÎDAR BIKE KRÎTÎK IN’ 
 
Bi domdarî Newroz Uysal Aslan bi lêv kir ku dê nexşerêya dewletê û polîtîkayên şer-pevçûnan rêgeha pêvajoyê diyar bikin û wiha pê de çû: “Rojên pêşiya me gelek krîtîk in. Bêguman ev pêvajo gelek girîng e. Ji bo alî berpirsyartiyên xwe bicih bînin hewcehî bi demê û derfetan heye. Ev ne meseleyeke yek du rojan e. Helwesta birêz Ocalan a ji bo çareseriyê, avakirina PKK’ê, guherîna wê ya bi demê re di bangê de cih girt. Dewltê ev veguherîn, paradîgma û bang dît û ji vir û şûnde tişta ku dê pêşeroja pêvajoyê diyar bike jî kiriyar û aqilê îktîdarê ye.” 
 
'TEVGERA KURD BI ÇARESERIYÊ RE YE’ 
 
Newroz Uysal Aslan, destnîşan kir ku gelê Kurd ji salên 90’î ve her tim rêya siyaseta demokratîk ceribandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê dewletê bi polîtîkayên zextê bersiv da. Tevgera Kurd bi pratîkên weke girtina partiyên siyasî, qedexe, operasyon, şerê giran re rû bi rû ma. Helwesta gelê Kurd û tevgera Kurd zelal e ku ew jî siyaseta demokratîk û zemîna hiqûqî ye. Sedema domandina vê rewşê, siyaseta qedexeker, tunekirina azadiyan û înkarê ya dewletê bû.” 
 
'DIVÊ DÎNAMÎKÊN CUDA TEV LI PÊVAJOYÊ BIKIN’ 
 
Newroz Uysal Aslan, tecrûbeyên pêvajoyên aştiyê yên cîhanê bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Biqasî aliyên pêvajoyê, bang û pozîsyona wan, her wiha pêdivî bi tevlikirina pêvajoyê ya derdorên cuda jî heye. Di serî de jin û ciwan, divê derdorên cuda di pêvajoyê de xwedî înîstiyatîf bin ku pêvajo bêhtir mayinde bibe. Divê aştî û çareserî veguhere meseleya civakê. Ji bo vê jî tiştên ku em bikin gelek zêde ne û li pêşiya me pêvajoyeke giran, krîtîk û berpirsyartiyên wê mezin heye.” 
 
MA / Yeşîm Tukel 
 

Sernavên din

23/03/2025
17:20 Li Antalyayê Newroza 'azadiyê'
17:07 Tulay Hatîmogullari: Têkoşîn mafek e
16:59 Li Stenbolê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:55 Newroza biheybet a Stenbolê bi dawî bû
16:53 Sebahat Tûncel: Hêvî heye, ji bo aştiyê em bi xwe bawer in
16:52 Gulistan Sonuk: Li Stenbolê derbe hate kirin
16:47 Di pîrozbahiyên Newrozan de daxwaza hevpar: Ji Ocalan re azadî
16:34 Li Antalyayê Newroza azadiyê: Divê hikûmet gav biavêje
16:14 Ozel ji bo Newroza Stenbolê peyam şand: Rojên ku em govenda azadiyê bigerînin nêz in
15:58 14 baroyan bertek nîşanî Yavaş dan: Em şermezar dikin
15:58 Bayindir: Gelê Kurd wê azadiya Ocalan bibîne
15:54 Bakirhan: Banga birêz Ocalan şense û vî şensî bi kompasan pûç nekin
15:10 Ekrem Îmamoglû: Li qadên demokrasiyê dengê xwe bilind bikin
15:01 Uçar ji Yavaş re got: Em nahêlin kesek zimandirêjiyê li li nirxên gelê Kurd bike
14:42 Gultan Kişanak: Dora gavavêtinê ya Enqereyê ye
14:42 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Em li dijî derbeya li dijî vîna gel in
13:50 Dengê Abdullah Ocalan li Yenîkapiyê olan da
13:46 DBP’ê bertek nîşanî girtinan da
13:41 Qada Yenîkapiyê bi tevlibûna sed hezaran kesan tije bûye
13:40 Ozel: Tekane sûcê wî têkbirina Erdogan bû lewma hate girtin
13:10 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Em berxwedanê mezin bikin
12:56 Li Stenbolê pîrozbahiya bicoş a Newrozê dest pê kir
12:47 Ji Ekrem Îmamoglû peyama ewil: Hûn ê têk biçin!
12:28 Li 19 navendan Newroz hat pîrozkirin
12:20 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em qebûl nakin
12:17 Li Edeneyê govenda Newrozê
11:29 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
11:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Îmamoglû dan
10:50 Ji CHP'ê berteka ewil: Dê hesabê vê bidin
10:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 48 kes hatin girtin
10:27 Li CHP’ê dengdayîna serokkomariyê dest pê kir
10:05 Li Xezeyê di nava 24 saetan de herî kêm 32 Filistînî hatin qetilkirin
09:59 Gelê Stenbolê ber bi qada Newrozê ve diherike
09:34 Ekrem Îmamoglû hate girtin
09:22 Oya Yildirim: Divê em jiyaneke demokratîk ava bikin
09:01 Hevseroka MXDŞ'ê Cîhan Celo: Banga dîrokî ji bo me esas e
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2025’AN
08:27 Îfadeya Îmamoglû ya li dadgeriyê temam bû
22/03/2025
16:51 Li Newroza li Qada Gundogdûyê peyama 'têkoşîna hevpar'
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Sûlûkan banga berdanê
16:27 Li quntarên Amanosê Newroz: Em ê bi hev re siberoja demokratik ava bikin
16:19 Daxawaza 'azadî ji Ocalan re' mohra xwe li Newroza Kocaeliyê xist
16:08 Li Mêrsînê coşa Newrozê: Em ê civaka demokratîk ava bikin
15:21 Kesên di Newroza 1992’yan de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:57 Piştî 7 salan li Erzinganê pîrozbahiya Newrozê: Dem dema mezinkirina banga Ocalan e
14:50 Dayikên Şemiyê li kiryarên Hasan Ocak pirsîn
14:46 Xizmên windayan Kemal Kurkut bîbîr anîn
12:57 Di 3 rojan de 712 êriş
12:52 Hejmara kesên binçavkirî bû 343
12:48 Li Merîwanê 5 kes ji ber beşdarî Newrozê bûn hatin binçakvirin
12:26 Li Mêrsînê Newroza Azadiyê dest pê kir
12:07 Artêşa Iraqê ji Şengalê derket
11:57 Li 9 navendan pîrozbahiya Newrozê
11:37 Ji DEM Partiyê piştgirî ji bo Baroya Stenbolê: Biryar bêhiqûqî ye
11:28 Welatiyên ku beşdarî Newroza Amedê bûn: Divê Ocalan azad be
10:20 ‘Binçavkirina Îmamoglû 684 milyar zirar da aboriyê'
10:03 Vekolîneke marksîst: Bêmilkkirina Jinê
09:41 Ciwan di Newrozê de li benda peyama Abdullah Ocalan in
09:12 Êrişî konsolxaneya Stenbolê ya Iraqê hat kirin
09:09 Yerlikaya: 97 kes hatine binçavkirin
09:05 Endamên Komeleya Kurdistan a Fransayê: Azadiya Ocalan ji bo her kesî girîng e
09:02 HDK'ê Serokê Giştî yê CHP'ê Ozel vexwend Newrozê
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2025'AN
21/03/2025
19:43 Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
17:00 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin
17:00 Newroza Amedê bi banga ‘Azadiyê’ bi dawî bû
16:41 Karayilan: Ji bo kongre bicive divê êriş bisekinin
16:35 Ji bo Newroza Îzmîrê bangewazî
16:28 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila kesek hesabên şaş neke, divê Ocalan azad bibe
15:48 Enqere ji bo Newrozê amade ye
15:44 Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya