* Jinên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pergala azadîxwaz a avakirin re hem xwe birêxistin dikin hem jî parastina civakî xurt dikin. Endama Kevana Star a Zêrîn Evîn Colemêrgî, got: “Em, xwe bi ‘paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadiya jinê’ bihêztir dikin.”
* Parêzer Eylûl Yaziciyê da xuyakirin ku eger dewlet gavan biavêje, wê çareseriyeke lezgîn pêş bikeve û got: "Eger mafên kurdan bên dayîn, Tirkiye wê li her qadê bi ser bikeve."
* Pîlotê şer yê teqawidbûyî Bahadir Altan diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê tevî ku PKK'ê agirbest îlan kiriye jî didomin û ev fikaran zêde dikin. Altan got: "Ji bo kongre pêk were divê êriş bên rawestandin."
* Welatiyan diyar kirin ku gundên wan ên ku ev 32 sal in "qedexe" ne, dê bi bendava li ser çemê Nêrdûş a navçeya Cizîrê bê çêkirin di bin avê de bimînin û gotin ku ew ne bendavê, ji nû ve avakirinê dixwazin.
* Gelê Qersê ku piştgirî da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got: "Pêkanîna vê bangê êdî bi temamî dikeve ser milê dewletê ku xwe demokratîk bike û veguherîne."
* Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkun diyar kir ku ji bo pêvajoya pirsgirêka kurd bitendurist bi rê ve biçe divê TMK bê guhertin û biryara DMME'yê ya binpêkirina "mafê hêviyê" ya ji bo Abdullah Ocalan pêk were.
* Siyasetmedar û parastvanê mafên mirovan Ahmet Faruk Unsal bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Êdî dora dewletê ye. Divê tirkiye gavên qanûnî, makezagonî û îdarî yên pêwîst biavêje."
* Di çarçoveya 8’ê Adarê de dê li navçeyên Silopiya, Akdenîz û Geverê şahî bên lidarxistin. 12.00-16.00 ZINDÎ
* Li gelek bajaran dê bi boneya 8’ê Adarê çalakî bên lidarxistin. 12.00-17.00
* Yekitiya Şaredariyên Anatoliyaya Başûrrojhilat dê li Amedê “Qada Jiyanê ya Jinan a Ekolojîk” veke. (13.30)
* Komeleya Alimên Olî dê têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Komeleya Pasuriyan daxuyaniyê bide. (15.00)