Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin

img

ÎZMÎR - Pîlotê şer yê teqawidbûyî Bahadir Altan diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê tevî ku PKK'ê agirbest îlan kiriye jî didomin û ev fikaran zêde dikin. Altan got: "Ji bo kongre pêk were divê êriş bên rawestandin."

Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de ji aliyê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) lı Stenbolö hat dayin bandorek mezin li ser gelan kir. Piştî banga Abdullah Ocalan Komîteya Rêveber a PKK’ê ragihand ku agirbest îlan kiriye.
 
Li aliyekî ev geşedan diqewimin, li aliyê din Tirkiye êrişên xwe yên li ser bendava Tişrîn û derdora wê yên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de didomîne. Dîsa di daxuyaniyên HPG’ê de hat diyarkirin ku piştî ragihandina agirbestê êrişa li dijî herêmên Zap, Metîna û Garê yên Herêma Kurdistana Federe berdewam dike.
 
 
Pîlotê şer yê berê û parêzvanê mafên mirovan Bahadir Altan li ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan, şert û mercên hevdîtinên kongreya PKK'ê û êrişên Tirkiyeyê yên didomin nirxandin kirin.
 
‘AGIRBEST TEAHUD E'
 
Altan da zanîn ku ragihandina agirbestê tê wateya "pêkhatina" ku wê êriş neyên kirin û bi bîr xist ku heta niha Tirkiyeyê agirbest îlan nekiriye. Altan diyar kir ku ji ber êrişên leşkerî û siyasî yên Tirkiyeyê fikar hene û got: “Li aliyekî ji bo çareseriya vê pirsgirêkê muzakere tên kirin, li aliyê din jî gavên dijdemokratîk tên avêtin. Bi tayînkirina qeyûman, binçavkirin û girtinan zextên siyasî dewam dikin. Tirkiye wekî ku muzakere nedomin an agirbest nehatibe ragihandin tevdigere. Piştî agirbesta ku PKK’ê li ser banga Ocalan îlan kir, Şêwirmendê Giştî yê Serokomar Mehmet Uçum got, 'Pirsgirêka kurd bi dawî bûye.' Pirsgirêka kurd bi rastî ne pirsgirêka 'terorîzmê', pirsgirêka demokratîkbûnê ye. Wekî ku di banga Ocalan de hat gotin, ji ber ku rêyeke din tunebû, dest bi têkoşîna çekdarî hat kirin. Ev daxuyaniya Uçum fikarên cidî afirandin."
 
KOMKIRINA KONGREYÊ
 
Altan da zanîn ku çareseriya pirsgirêka kurd ancax eger kurd bibin xwedî hemwelatîbûna wekhev û mafên demokratîk pêkan e û got: “Ji bo kongre pêk were divê êriş bên rawestandin. Ji PKK’ê bang hat kirin ku Ocalan bi rastî beşdarî kongreyê bibe. PKK rêxistineke çekdar e ku xwe di tunelan de bi cih kiriye, ji ber ku niha li Bakurê Iraqê di bin zexta balafirên bêmirov de ye. Eger Tirkiye li bendê ye ku PKK kongreya xwe li dar bixe, divê di vê pêvajoyê de êrişên xwe rawestîne. Dibe ku dewlet îmkana lidarxistina kongreyê bide PKK'ê. Lê ev hemû meseleya baweriyê ye. Dewlet ji dîroka komarê heta îro li ser soza ku dabû kurdan nesekinî. Ji ber vê sedemê di nava kurdan de fikarên cidî hene. Ger bi vî rengî berdewam bike, dibe ku ji pêvajo re bibe asteng. Bê şik agirbesta ku ji aliyê dewletê ve hatiye ragihandin jî wê pêvajoyê geş bike. Ev ne pir zehmet e ku meriv vê yekê bike."
 
Altan bi bîr xist ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li dijî Tirkiyeyê yek çalakiyeke çekdarî pêk nehatiye û got: “Dema ku Tirkiye û çeteyên girêdayî wê Efrîn dagir kirin, ji raya giştî re hat gotin ku tunel dîtine. Lê belê yek ji van tunelan ber bi Tirkiyeyê ve neçû. Yanî ev ne amadekariyên êrişa li dijî Tirkiyeyê bûn. Tevî ku YPG'ê yek êriş li dijî Tirkiyeyê nekiriye jî, artêşa 100 hezar kesî wekî artêşa 'terorîst' şîrove dike. Divê em vê nakokiyê derxin holê. Cihê ku Tirkiyê lê êriş kiriye ne di nav sînorên Tirkiyê de ye, yanî axa kesên din e. Tu kes nikare bawer bike ku berxwedana çekdarî ya parastina wê axê 'terorîzm' e. Ji bilî Tirkiyeyê tu welatekî din nîne ku vê berxwedanê weke 'terorîzm' bi nav bike. Li dijî êrişa çeteyên DAIŞ’ê gel çek hilgirt û ya pêşengiya vê kir jî PKK bû. Tenê ji ber ku PKK pêşengiya vê yekê kiriye, ne rast e ku mirov 100 hezar kesên li wir wekî rêxistina ‘terorîst’ bi nav bike."
 
Altan destnîşan kir ku divê hemû beşên civakê tevkariyên erênî ji aştiyê re bikin û destnîşan kir ku ji bo civakîbûna aştiyê divê mekanîzmayên pêwîst bên peydakirin. 
 
MA / Ugurcan Boztaş

Sernavên din

08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan - HATE NÛKIRIN
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Mêrsînê şahiya 8’ê Adarê
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
17:20 Danîşîna doza Baroya Stenbolê hat taloqkirin: Parastina Epozdemîr wê bê girtin