STENBOL - Siyasetmedar û parastvanê mafên mirovan Ahmet Faruk Unsal bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Êdî dora dewletê ye. Divê tirkiye gavên qanûnî, makezagonî û îdarî yên pêwîst biavêje.”
Siyasetmedar û parastvanê mafên mirovan Ahmet Faruk Unsal ku di pêvajoya weke “pêvajoya çareseriyê” dihat pênasekirin de di Şandeya Aqilmendan de cih digirt, têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî. Unsal, diyar kir ku ji ber pêvajoyên berê xwedî tecrûbe ne û got: “Ev tecrûbe di arşîva dewletê de heye. Her çend hevdîtinên di navbera dewlet û PKK’ê de bi ser neketibin jî bûn tecrûbeyek. Di pêvajoya 2013-2015 de tevî Şandeya Aqilmendan li Tirkiyeyê geriyan û têkildarî daxwazên Kurd û Tirkan de arşîveke xurt hate avakirin.”
Unsal, da zanîn ku dema Şandeya Aqilmendan hevdîtin dikir de Kurdan daxwazên weke perwerdeya bi zimanê dayikê, pênaseya hemwelatiyê ya ji etnîkan dûr, îadekirina navên herêman ên bi Kurdî, qebûlkirina Şertê Xweseriyê yê Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê hebûn. Unsal, got: “Di esasê xwe de ev di arşîv û hafizeya dewletê de kom bûn. Di nameya Ocalan a dawî de hûrgilî tune bûn. Jixwe hewce nake ev dîsa bên vegotin. Ji ber ku her du alî jî dizanin ka çi dixwazin. Lewma di nameya dawî de cih negirtin.”
DIVÊ MERCÊN HIQÛQÎ Û SIYASÎ AVA BIBIN
Unsal, bal kişand ser gotina “Dema em vê perspektîfê datînin holê; bêguman ji bo di pratîkê de çek bên berdan û PKK xwe fesih bike, divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin” a Abdullah Ocalan û wiha got: “Li gorî min ev nîşeya piştî nameyê hatî gotin, nifteya nameyê ye. Anku dibêje heke şert û mercên hiqûqî û siyasî ava bibin PKK dê xwe fesih bike. Belê rast e di nameyê de nehatibû gotin lê ev tê vê wateyê; heke daxwazên Kurdan ên di arşîva dewletê de bên çareserkirin dê wê demê rêxistin xwe tesfiye bike an jî çekan berde. Dema mirov temamiya metnê bi hev re dinirxîne, ev wate jê derdikeve.”
'DORA DEWLETÊ YE, DIVÊ GAVAN BIAVÊJE’
Unsal, got ku ji bo PKK xwe jinûve saz bike divê kongre were lidarxistin û wiha pê de çû: “Ji bo vê jî divê mercên qanûnî û ewlehiyê ava bibin. Ji vê qonaxê ve jî divê êdî têkildarî daxwazên Kurdan gav bên avêtin. Mijarên ku lihevkirineke ser çêbûye, divê bi qanûn û makezagonê bê çareserkirin. Ji bo vê jî divê Meclis bixebite. Ji bo vê jî ne tenê îktîdar, divê muxalefet jî piştgiriyê bide. Lewma niha dora dewletê ye. Dive dewleta Tirkiyeyê gavên qanûnî, makezagonî û îdarî yên pêwîst biavêje. Her wiha gavên darazî hene.”
'DIVÊ DEWLET DAWÎ LI TAYÎNKIRINA QEYÛMAN BÎNE’
Di berdewamê de Unsal got ku divê tayînkirina qeyûman bê bidawîkirin û wiha pê de çû: “Heke bixwazin pêvajo bi ser keve, divê teqez gavên hiqûqî, siyasî û îdarî bên avêtin. Heke we bi Abdullah Ocalan re yan jî bi PKK’ê re lihevkirinek kiribe, divê hûn meseleya qeyûman bi dawî bikin. Dive wezareta karên hundir tayînkirina qeyûman paşve bikişîne. Divê cezayên hatine dayin betal bibin. Mesela, divê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û girtiyên din ên siyasî jî di nava vê paketê de bin. Divê darz li gorî siyaseta nû pozîsyonê bigire û li gorî wê biryaran bide.”
'HEWCEYE MERCÊN XEBATÊN YÊN OCALAN BÊN AVAKIRIN’
Unsal, got ku divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên başkirin û wiha derbirî: “Ji bilî tecrîdê, dikare di çarçoveya mafê hêviyê de Abdullah Ocalan derkeve derveyî giravê û mercên xebatê yên nû jê re bên avakirin. Heke bixwazin ev pêvajo bi ser keve, divê binesaziya teknîkî ya ku birêz Ocalan yekser bikare tev li pêvajoyê bibe bên avakirin.”
Unsal, anî ziman ku gelek girîng e ku PKK ne bi darê zorê lê bi înîsiyatîfa xwe biryara xwe ya fesihbûnê dide û wiha got: “Tesfiyekirina PKK’ê nayê wê wateyê ku Kurd nikarin saziyên demokratîk ên cuda ava bikin. Lê li gorî şertên nû, bêyî ku tundî weke amûrek were bikaranîn, demokratîkbûnê esas digire lê dev ji daxwazkirina mafên xwe bernade. Dikarim bibêjim ku her kes dê li gorî şertên nû xwe veguherîne.”
'DÊ BI HER KESÎ BIDE QEZENCKIRIN’
Unsal, diyar kir ku heke Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bikira niha dê hemû çavkanî ji bo pêşketina civakê bihatina xerckirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê welatiyên me nehatina girtin an jî nemiribûna. Dê demokrasiya me wiha nebûya... sê trîlyon û nîv dolaran ji bo şer hatine xerckirin. Nexwe dê ji bo pêdiviyên me bihatina xerckirin. Ev proje dê têkiliyên Tirkiyeyê yên bi cîranan re baş bike. Aştî dê ne tenê bi Kurdan, bi hemû herêmê bide qezenckirin. Ya ku dikeve ser milê çapemenî û saziyên civaka sivîl ew e ku ji bo civakîbûna aştiyê xebatên cidî bikin.”
'DIVÊ ÇAPEMENÎ ZIMANÊ DIJMINATIYÊ BI KAR NEYÎNE’
Unsal, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo pêşketina pêvajoyê divê siyaset û çapemenî zimanê xwe biguherîne Divê zimanê dijminatiyê neyê bikaranîn, heqaret neyên kirin. Ji bo serkeftina pêvajoyê ev yek girîng e. Divê rêzê ji muxatabên xwe re bigirin. Mixabin hinek xebatkarên çapemeniyê, nivîskar û siyasetmedar hene ku bi hişyarî tevnagerin. Hêvîdarim ev kes bi demê re biguherin.”
MA / Esra Solîn Dal