Kuçukbalaban: Divê bi pakêteke demokrasiya radîkal bersivê bidin banga dîrokî

img

ENQERE - Der barê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan de Hevserokê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban axivî û diyar kir ku ji bo pêvajo bi awayekî aştiyane bi encam bibe divê hikûmet bi pakêteke demokrasiya radîkal bersivê bide vê bangê.

Di 27 'ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a dîrokî kir. Bangewaziyê li hemû cîhanê deng veda, PKK'ê agirbest îlan kir.
 
Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku bang di nav parêzvanên mafên mirovan de keyfxweşî hat pêşwazîkirin û wiha got: "Me careke din dît ku hem şer û pevçûn hem jî PKK bi xwe encama înkara Kurdan e. Eger maf û azadiyên bingehîn, mafên gelan, maf û azadiya baweriyan, azadiya çapemeniyê, azadiya ramanê, mafên ferdî û gelek mafên bingehîn ên ji dema avabûna Komarê û vir ve bihata naskirin, dibe ku Kurd hemwelatiyên wekhev ên çîna yekemîn ên vî welatî bûna û ji niha ve mafên xwe bi kar bianiyana. Bi awayekî xwezayî PKK dernediket holê."
 
Kuçukbalaban da zanîn ku ev bang ji gelek aliyan ve watedar e û PKK’ê di 1 'ê Adarê de diyar kir ku ew li pişt vê bangê ne û wiha got: "Girîng e ew jî îfade bikin ku wan agirbest îlan kirine. Ji ber ku ji bo pêvajoya aştiyê yan jî ev pêvajoya bênav bi awayekî rê li ber avakirina aştiyê veke, divê pevçûn, operasyon û rêbazên çekdarî bên rawestandin. Em jî diyar dikin ku divê dewlet demildest operasyonan bi dawî bike. Êrîşên hem li ser Başûrê Kurdistanê û hem jî yên Rojava bên rawestandin.”
 
PIRSÊN LI BENDA BERSIVÊ NE
 
Kuçukbalaban anî ziman ku pirsa bingehîn a divê were pirsîn ew e ku piştî vê bangê wê aştî çawa pêk bê û wiha axivî: "Pêwîste mirov li ser pirsên ku banga Aştî û Civaka Demokratîk çawa bikeve meriyetê û li ser wan nîqaş bikin û biaxivin. Di ser daxuyaniyan re nêzî du hefte derbas bûn. Di nava vê demê de me tiştek nebihîst ku nexşe rê û ajandayeke çawa ya dewletê heye. Ev rewş hem di nava rêxistinên civakî yên sivîl hem jî gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd de rê li ber tevlîheviyê vedike. Navê vê pêvajoyê çi ye? Divê çi bê kirin? Zerara çil sal in wê çawa bê temîrkirin? Qeyyûm wê hebin? Eger qeyûm neyên tayînkirin, garantiya vê ya hiqûqî çi ye? PKK'ê amadebûna xwe ya ji bo danîna çek û çekdanînê nîşan da, lê ev pêvajo wê çawa bixebite? Wê saziyên civakî, rêxistinên baweriyê û çapemenî di nava vê de li ku bin? Dîsa beşdarbûn û piştgiriya raya giştî ya bi tevahî wê çawa bê misogerkirin? Ev hemû bê bersiv û nediyar in.”
 
'DIVÊ TECRÎD TAVILÊ BÊ RAKIRIN'
 
Kuçukbalaban diyar kir ku yek ji gavên ku divê bi lez were avêtin şert û mercên Abdullah Ocalan e û wiha got: "Tevî ku piştî 4 salan hevdîtin bi Abdullah Ocalan re hatin kirin jî, tecrîd hê jî dewam dike. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin. Ji ber ku di qonaxekê de Ocalan neçar e pêvajoya bêçekbûyînê ya rêxistinê bi rê ve bibe. Bêguman divê bi awayekî fîzîkî tevlî vê pêvajoyê bibe. Ji bo pêvajo bê şopandin û gavên bi awayekî tendurist bên avêtin divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û rêxistinbûyîna fîzîkî tevlî pêvajoya bêçekbûyînê bibe."
 
POLÎTÎKAYÊN LI DIJÎ RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ
 
Kuçukbalaban bal kişand ser polîtîkayên li dijî rêveberiyên herêmî û wiha got: "Der barê şertê xweseriyê yê rêveberiyên herêmî de divê Tirkiye bi lez û bez Peymana Xweseriya Rêveberiya Herêmî ya Yekîtiya Ewropayê beriya niha di şertên 8 madeyan de fikaran ji holê rake. Jixwe Tirkiyeyê di sala 1993’an de di Rêveberiyên Herêmî de Şertê Xweseriyê ya Yekitiya Ewropayê qebûl kiribû, lê ev hatibû astengkirin û divê astengiyên li hemberî vê xalê bên rakirin û bikeve meriyetê.” 
 
'DIVÊ BI PAKÊTEKÊ BERSIV WERE DAYIN'
 
Kuçukbalaban diyar kir ku ew bangeke radîkal e û divê Tirkiye bi pakêteke demokrasiya radîkal bersivê bide vê bangê û wiha got: "Bi pakêta demokrasiya radîkal re, di rewşa xweseriyê ya rêveberiyên herêmî de ji holê tên rakirin û di heman demê de bi guhertina qanûnî re walî, qeymeqam, û midûrên polîsan tên hilbijartin! Yanî di asta giştî û neteweyî de ku em jê re dibêjin neteweyî, hemû xizmetên cemaweriyê, tenduristî, perwerde, ewlekariya herêmî û rêveberî jî di nav de, ji bilî dadgerî û yekîneya parastina neteweyî divê were hilbijartin. Yanî divê bersiveke bi vî rengî ji vê Banga Aştî û Civaka Demokratîk re bê dayîn. Dîsa divê Demildest Qanûna Têkoşîna bi Terorê re bê betalkirin. Dîsa mijara girtiyên nexweş heye. Ev gavên ku divê bi lez bên avêtin e."
 
'EM NEXŞERÊ ÇÊDIKIN'
 
Kuçukbalaban da xuyakirin ku weke ÎHD wan nexşerêya ji bo pêvajoyê amade kirine û wiha got: "Em hewl didin nexşerêya encamên şer û pevçûna 40 salan çawa ji holê rakin, amade bikin. Ji ber vê yekê, em dixwazin nexşerêya em ê bi dewletê re amade bikin nîqaş bikin. Eger pakêteke demokrasiya radîkal bînin meclîsê, ti partiyeke mûxalefetê li dij dernakeve. Divê pakêtek bê amadekirin û navê 'Pakêta Demokrasiya Radîkal' lê bê kirin."
 
'MAFÊ HÊVIYÊ MAFEKÎ GERDÛNÎ YE'
 
Kucukbalaban da zanîn ku mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye û divê pêk were. Kuçukbalaban rewşa girtiyên siyasî yên ku cezayê muebbetê yê girankirî li wan hatiye birin bibîrxist û wiha got: "Cezayê muebbetê yê girankirî li 4 hezar girtiyan hate birîn. Eger wê aştî pêk were, divê em serbestberdana van girtiyên ku we ceribandiye û ceza kirine misoger bikin. Bi vî rengî hûn dikarin mirovê bi çekê ji çiyê bînin xwarê. Ev yek ji bo îqnakirina bêçekbûyînê pêwîst e."
 
Kuçukbalaban bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: "Zêdeyî 600 kes hene ku 30 sal cezayên xwe temam kirine û nahêlin bên berdan. Ev hemû ji aliyê desteya nehiqûqî ya bi navê ÎGK'ê ve bi bikaranîna hêza xwe ya dadgeriyê tê kirin. Weke gaveke niyeta baş, li gorî daneyên sala 2021 'an li girtîgehan 517 girtiyên nexweş hene ku 651 ji van bi giranî nexweş in. Divê bên tahliyekirin.”
 
'DIVÊ RÊ LI BER AZADIYA RAMANÊ BÊ VEKIRIN'
 
Kuçukbalaban got ku divê astengiyên li dijî azadiya ramanê ji holê bên rakirin û wiha axivî: "Abdullah Ocalan bi xwe rojeva xwe danî pêş, lê belê civak jî bendewariyên xwe ji dewletê hene. Dewlet wê çi bike? Rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan û her wiha gelek dezgehên çapemeniyê hîna dibînin ku gelek tiştên dikevin çarçoveya azadiya ramanê û di salên 2013 û 2015'an de hatin nîqaşkirin û di encamê de destdirêjiya dadwerî pêk hat. Gelek endamên Çapemeniya Azad di girtîgehê de ne. Di van hemû mijaran de divê pêvajoyeke ku azadiyê misoger bike bê dîtin û azadiyan esas digire û qedexe yên duyemîn in."
 
'ZIMANÊ ŞER HÊ JÎ TÊ BIKARANÎN'
 
Kuçukbalaban têkildarî girîngiya zimanê ku di vê pêvajoyê de hem ji hêla çapemeniya Tirk hem jî rayedarên dewletê ve tê bikaranîn wiha got: "Piştî banga Abdullah Ocalan, çapemeniya neteweyî û medyaya sereke hê jî bi zimanê şer diaxivin. Bi gotineke din, em hînê zimanê aştiyê di çapemeniyê de jî nabînin. Divê ev hemû tavilê bên qedexekirin. Konseptên bi vî rengî nikarin bên bikaranîn. Yên vî zimanî bi kar tînin jî lazim e xwe sererast bikin. Eger dewlet xwedî aqil be, eger bixwaze dikare zimanê aştiyê di rojekê de ji van saziyên çapemeniyê re ragihîne û belav bike. Em zimanê aştiyê jî di devê rayedarên dewletê de nabînin."
 
'NEHEQÎ LI GELAN TÊ KIRIN'
 
Kuçukbalaban herî dawî wiha axivî: “Daxuyaniyên mîna ‘Hikûmetê bi Kurdan re li hev kir, hilbijartinên Serokkomariyê hatin nîqaşkirin an jî tiştên mîna wê hatin nîqaşkirin’ hene. Neheqî ye ku gelên Tirkiyeyê vê mijarê veguherînin malzemeyeke hilbijartinê û bi perspektîfa hilbijartinê binirxînin. Serkeftina vê pêvajoyê tenê heke ev beş wê hembêz bikin pêkan e. Ez dibêjim bila ev fersend ji dest neyê berdan."
 
MA / Omer Gungor

Sernavên din

07/04/2025
10:08 Kariane Westrheim: Pêşemerca pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:08 Norçîn bi rengên biharê xemilî
09:02 Birayê Mahsum Korkmaz: Em aştiyeke birûmet dixwazin
09:01 Girtiyê 31 salan: Bang li girtîgehê bi dil û can hat qebûlkirin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN
06/04/2025
16:38 Li Şirnexê çalakiya Adarokê hat lidarxistin
16:34 Ji bo Bulent Aydin şîn hate danîn
16:26 Çalakiya 4’ê Nîsanê: Aştiya Tirkiyeyê hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike
15:30 Ozgur Ozel dîsa bû serokê CHP’ê
14:45 Bîlançoya erdhejên Myanmarê her ku diçe girantir dibe
14:33 DEM Partiyê têkildarî ‘Rojnamegerên Hatine Kuştin’ daxuyanî da
14:21 Wezaretê li dijî biryara ku ‘polîsên talanker’ diparêze serî li îstînafê da
13:48 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
13:44 Polîsên rejîma Îranê îşkence li nivîskara jin kirin
13:21 Şerîfe Mihemedî ev 3 meh in nikare bi girtiyên din re danûstandinan bike
12:53 Ozel: Êdî rewatiya Erdogan nîne
12:20 Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin: Di 5 salan de 15 rojnameger hatin qetilkirin
12:09 Siyasetmedar Adams: Banga Ocalan ji bo avakirina civaka demokratîk firsend e
11:13 ‘Em dixwazin êdî 4’ê Nîsanê tevî Ocalan pîroz bikin’
10:29 Tulay Hatîmogûllari: Tecrîda li Îmraliyê didome
10:09 JINNEWS: Di Adarê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Hejmara 110’emîn a kovara Jinê derket
09:58 Dayika 2 zarokên xwe winda kirî: Aştî bi guftûgoyê pêkan e
09:38 Çîftçî yê 84 salî îcar rêwiyê Amarayê bû
09:22 Cara ewil MA parve dike: Di bin dêrê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2025’AN
05/04/2025
16:04 Hêzên Asayîşê ewlehiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewr girtin
15:55 Meşa Roja Parêzeran: Em li pîşeya xwe û hiqûqê xwedî derdikevin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Erdem, Kocaturk û Fîlîz banga serbestberdanê
14:50 Rojnameger Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
14:00 Dayikên Şemiyê bang li Erdogan kir: Berpirsyariya xwe bîne cih
13:58 Xizmên windayan: Ji bo aştiya civakî divê paşeroj bê rûhevkirin
13:11 Ciwanên enternasyonal ên meşiyan Amarayê: Ocalan rê li ber me vedike
12:50 Dozgeriyê îdîanameya Umît Ozdag amade kir
12:48 Maşîna karkeran li hev qelibî: 20 kes birîndar bû
12:42 Li Stenbolê mij
12:34 Li Xezayê êrîşa Îsraîlê: 11 Filistînî hatin kuştin
12:31 Rapora meha Adarê ya MKG'ê: Herî kêm 54 binpêkirinên mafan
12:01 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
12:00 Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' wê li Romayê bê nîqaşkirin
10:23 Wezaret: Li Stenbolê 455 kîlo tiryak hate desteserkirin
10:21 Şahînoz: Maliyeta 'Bûyera 19 'ê Adarê' wê mîna krîza sala 2001'ê be
09:49 Rojnameger Oznur Deger qala girtîgeha ku lê dimîne kir: Navenda zexta psîkolojîk
09:05 Pîrozbahiyên 4 'ê Nîsanê: Eger Ocalan azad bibe, civak jî wê azad bibe
09:03 Li Herêma Federal a Kurdistanê 6 meh in hikûmet nehatiye avakirin
09:00 ROJEVA 5 'Ê NÎSANA 2025
04/04/2025
19:20 Di rojbûna Abdullah Ocalan de dar hatin çandin
16:59 Li Wanê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
15:51 Rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê çêbû hat pîrozkirin
15:35 Ji bo Taş ê ku jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn
12:37 Li Egeyê bota koçberan noq bû: 9 kes mirin
12:21 Bi deh hezaran kes ber bi Amarayê ve meşiyan: Divê dewlet gav bavêje
11:47 Sozdar Avesta: Bi gotinê nabe, pratîk divê
10:49 Festîvala 4'ê Nîsanê di roja 2'yemîn de didome
10:07 Kurd Archive dê arşîva 30 salan a televîzyonên kurdî biweşîne
09:42 ‘Rojnamevan ji ber rastiya li qadê radigihînin dibin hedef'
09:13 Dozger xwest ji ber strana 'Şervano' ceza lê bê birîn
09:06 Ji bo 32 bajaran hişyariya baranê
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2025'AN
03/04/2025
16:55 HDK'ê bertek nîşanî binçavkirinên ji ber ‘boykotê’ da
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê hesab ji kiryarên komkujiyên li dijî elewiyan bê pirsîn
15:11 Li Xelfetiyê Festîvala 4'ê Nîsanê
13:11 Tarik Taş hat veşartin
12:28 Meşvanên Amarayê Mûstafa Dag bibîr anîn
12:11 Li Xelfetiyê coşa festîvalê zû dest pê kir
11:43 Meşa ciwanan di roja 3'yemîn de ye: 33 rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn
11:15 Sabîha Aslan a ku piştî 6 salan çû Îmraliyê: Tenduristiya wan û moralê wan baş bû
10:05 20 meh cezayê qedxekirina 'hevdîtinê' li girtiyan hat birîn
09:38 Ayşe Çelîkbîlek: Divê 'Mafê Hêviyê' pêk bê
09:11 Li quntarên Çiyayê Cîloyê dîmenên mizgîniya biharê
09:07 Li Colemêrgê li madenê cinayet
09:03 Li Stenbolê 16 kes hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2025'AN
02/04/2025
16:46 Ji bo Werîşe Muradî kampanyaya hastagê
16:17 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bîranîn
16:12 Rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin
15:45 Ciwan bi coş hatin pêşwazîkirin: Roja li Amarayê hilat li Îmraliyê bilind dibe
15:16 160 malbat ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê
15:01 Serokkomarê Iraqê Reşîd û Bafil Talabanî civiyan
14:39 Îsraîlê ji bejahiyê ve dest bi êrişan kir: 16 filistînî hatin qetilkirin
14:11 YE’yê civînên bi Tirkiyeyê re betal kirin
14:07 Ji malbatên 5 YBŞ'iyên hatin desteserkirin çalakî
13:49 Namet Erîpek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:43 Meşvanên Amarayê li Curnê Reş in
12:31 Pentagon: Dê li Rojhilata Navînê kapasîteya leşkerî bê zêdekirin
12:25 Bilançoya şer a meha Adarê: 11 hezar û 585 êriş pêk hatin
10:42 Ciwanên enternasyonal: Ocalan dê pêşengiya şoreşgerên cîhanê bike
09:58 Rêveberê DBP'î Mehmet Gîdîcî jiyana xwe ji dest da
09:14 Li Sêwazê qeza: 2 kes mirin, 18 kes birîndar bûn
09:03 Ji bo rojbûna Abdullah Ocalan bang: Werin em bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2025'AN
01/04/2025
16:23 Platforma Têkoşîna li Dijî Komkujiyan hate avakirin
16:05 HRW’ê bal kişand ser rewşa girtiyên jin
15:47 Rapora binpêkirinên li Efrînê: Revandin, kuştin, îşkence
15:45 ‘Divê cezayê darvekirinê yê Werîşê Mûradî tavilê bê betalkirin’
14:08 Hejmara 3’yemîn a kovara Îslama Demokratîk derket
13:29 MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva banga dîrokî bicive
13:03 Li Amarayê banga 4’ê Nîsanê: Divê em hevgirtinê xurtir bikin
12:23 Rejîma Îranê welatiyekî Kurd qetil kir
12:14 DEM Partiyê Cejna Ekîtoyê pîroz kir