Doç. Dr. Demîrer: Divê şert û mercên xebatên yên Ocalan bên başkirin
Hakan Tahmaz: Hewldana sabotekirina mutebeqeta Sûriyeyê dê pêvajoyê derb bike

img

STENBOL- Doç. Dr. Yucel Demîrer da zanîn dabînkirina şert û mercên xebatê yên Abdullah Ocalan pêwîst e. Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî diyar kir ku hewldana Tirkiyeyê ya derbeyê ya li peymana li Sûriyeyê dê derbeyeke mezin li pêvajoya Tirkiyeyê bide.

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bandorên çareseriya pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên aştiyane û demokratîk li gelek beşên civakî û li akademiyê dewam dikin. PKK’ê bersiva banga Abdullah Ocalan da û agirbest îlan kir, lê dewletê heta niha di vî warî de tu gav neavêtiye. Beriya ku pêvajo bigihêje encamê, gavavêtina dewlet û desthilatê wekî bêbaweriya herî mezin tê dîtin. Akademîsyenê Aştiyê Doç. Dr. Yucel Demîrer diyar kir ku aştî wekî nan û avê mijareke girîng e. 
 
Demîrer anî ziman ku aştî bandorê li hemû qadên jiyanê dike û got: "Em ji hûrguliyên têkildarî awayê pêşveçûna pêvajoyê haydar nînin. Haya me ji detayên ku ev pêvajo çawa bi pêş ve diçe nîne. Ez vê yekê bi taybetî di çarçoveya ku Tifaqa Gel li gorî berjewendiyên xwe vê pêvajoyê bi rê ve dibe, dibêjim. Ez behsa çi dikim? Ez behsa qeyûman, zextan, girtinan, taciza li hemberî xebatkarên çapemeniyê dikim. Şîroveyên em der barê pêvajoyê de dikin tu hêleke wan a xwe disipêrin agahiyan tune ye. Lewma beriya her tiştî ya girîng ew e ku gel bê serwextkirin û pêvajoyeke bi vî rengî bê avakirin." 
 
Demîrer bal kişand ser wê yekê ku ji bo pêvajo bi pêş bikeve, pêwîstî bi şopandineke ji nêz ve û zimanekî şopdariyê heye. Demîrer got: "Di vê pêvajoyê de gelekî girîng e ku aktor zelal bin û nûnerên ku li her du aliyên maseyê rûniştine rêzê li hev bigirin. Lê em ê nêrîna xwe ya rexnegir jî paşguh nekin. Ji lew re pêvajoya aştiyê li fezayê li nêvengeke bêoksîjen nabe. Li nêvengeke têkel, tevlîheb ya aborî, civakî û siyasî ya Tirkiyeyê çêdibe. Krîzeke aborî heye. Di pêvajoyên ku mirov li hemberî birçîbûnê têdikoşin de, berteka mirovan a li hemberî hevokên aştî de hene jî cuda ye. Bi taybetî êş û zara bi salan a gelê kurd. Di vî warî de gelek pirsên gelê kurd hene. Lewma beriya her tiştî divê em di vê pêvajoyê de dest ji wekheviyê bernedin." 
 
Demîrer îşaret bi wê yekê kir ku di warê baweriyê de ji her du aliyan jî kêmasî tên dîtin û got ku divê tevdîrên pêbawer bên girtin. 
 
'DIVÊ ŞERT Û MERCÊN OCALAN ÊN XEBATÊN BÊN DABÎNKIRIN'
 
Demîrer anî ziman ku divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin da ku bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê bibe û got: "Di vê pêvajoyê de barekî giran li ser milê Abdullah Ocalan heye û pêwîstî bi dabînkirina şert û mercên xebatê yên ji bo vê heye. Ev mijareke siyasî ye. Kampanya ji bo propagandaya siyasî yan jî pirsgirêkeke siyasî wêdetir, pirsgirêkeke teknîkî ye. Ji ber ku di meseleyeke di asta navneteweyî de ku bi milyonan kesî eleqedar dike, nabe ku aktor di nava astengiyan de be."
 
GEŞEDANÊN LI SÛRIYEYÊ
 
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê yên têkildarî pêvajoyê. Tahmaz da zanîn ku li holê du metn hene û wiha got: "Metneke Ocalan heye. Her wiha metneke bi îmzeya rêveberiya Şamê û pêşengê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mazlûm Ebdî jî heye. Zemîna siyasî, berpirsyarî û erkên ku van her du metnan li ser esas digirin ji hev cuda ne. Di avakirina dewleteke nû de li Sûriyeyê şansên pêkanîna wê çi ne? Sedema îmzeyê ew bû ku HTŞ bi tena serê xwe di avakirina dewleta nû ya Sûriyeyê de têr nake û diviyabû kurdan weke hevalbendê xwe bigirta. Îhtîmala avabûna dewleteke nû, bi taybetî komkujî, hêzên navneteweyî û herêmî seferber kir. Û vê dînamîkê metneke bi vî rengî anî. Çima? Ji ber ku niha meyla sereke ya cîhanê ewlekariya dewletan e."
 
Tahmaz bal kişand ser wê yekê ku gavên ku Tirkiye piştî peymana li Sûriyeyê avêtiye potansiyeleke şaş dihewîne û wiha got: "Îhtimal heye ku Tirkiye bi qasî ku ji destê wê tê hewl bide ku wê peymanê betal bike. Ev yek dê derbeyeke mezin li pêvajoya Tirkiyeyê bide, ji ber ku Tirkiye di asteke krîtîk de ye. Bi gotina Ocalan, 'di pevçûna bu kurdan re derbasbûna zemîna hiqûqî polîtîk' heye. Ji bo vê hewl dide. Dibe ku bandorê li lidarxistina kongreya PKK'ê jî bike. Pêşî divê Tirkiye dest ji vê berde. Ji lew re ev pirsgirêk ew pirsgirêk e ku dibe ku veguhere erdekî bimayin. Ger dîsa mase bê qulibandin û Ocalan li derve bê hiştin û Qendîl kongreyê li dar nexe, dê Tirkiye veguhere erdekî bimayin. Pevçûneke çekdasrî çênebe jî dê pevçûna siyasî û çandî pir kûr bibe." 
 
MA / Melîk Çelîk
 
 

Sernavên din

18/04/2025
09:00 Ji AYM'ê ji bo 'cezayê protestoya Efrînê' biryara binpêkirinê
09:00 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2025’AN
17/04/2025
16:26 Selçûk Kozagaçli hate girtin
16:07 Rejîma Îranê li 7 jinên hunermend stran qedexe kir
16:03 Bakirhan: Hêvîdarim ev piştevanî bi xwedîderketina li têkoşîna aştiyê bidome
15:53 Dayikên Aştiyê çûn serdana Onder
15:28 Şîna Akçîn hate ziyaretkirin
15:19 Babacan: Onder rûyê aştiyê yê siyasetê ye
14:53 Cezayê hefsê li Hevşaredara Cizîrê Guler Tunç hate birîn
14:48 ‘Gelo nêrîna Diyanetê ya di mijara astengkirina mafê şînê de çi ye?'
14:36 Selçûk Kozagaçli hate binçavkirin
14:32 Malbata Heydaranlu li dijî biryara îdamê dest bi çalakiyê kir
14:31 Di doza Ekîncî de daxwaza ji bo girtina polîsên bersûc hate redkirin
13:41 Jinên Elewî bertek nîşanî komujiyên li Sûriyeyê dan
13:20 Girtiyê nexweş Çam krîza dil derbas kir
13:13 KCK’ê ji bo Onder daxuyanî da
12:54 Cevdet Yilmaz çû serdana Onder: Dê pêvajo bidome
12:16 Bijîşkên Onder: Erênî bersivê dide tedawiyê, xetere hêj didome
12:15 Ceren Onder Kandemîr: Rewşa bavê min her diçe baştir dibe
12:03 Midûrî gef li girtiyan xwar: Ka bila pêvajo biqede em dizanin dê çi bi serê we bînin
11:45 Dr. Sarria: Divê qanûnî naskirina Kurdî bibe rojev
11:42 Daxuyaniya Nexweşxaneyê: Onder erênî bersivê dide tedawiyê
11:34 Di doza Kobanê de 11 meh in biryar bihincet nehatiye aşkerakirin!
10:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:41 Li Sûdanê herî kêm 8 hezar kes winda bûn
10:38 Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi wezaretê re dê hefteya pêş zelal bibe
10:38 Parêzer Beştaş: Tevî mafê hêviyê divê mafên din jî bikevin meriyetê
10:01 'Mafên girtiyan ya tenduristî û xwarinê tê astengkirin ev li dijî mafên mirovan e'
10:00 Senator Sommaruga: Gava ewil a jidilbûnê azadiya Ocalan e
09:55 Di lêpirsîna Şaredariya Beşîktaşê de ji bo 12 kesan biryara binçavkirinê
09:35 Rêveberiya Xweser û Şam dê bi rojeva Efrînê bicivin
09:34 Jean-Christophe Sellin: Divê Abdullah Ocalan di çareseriyê de xwedî rolekî çalak be
09:06 Dayikên girtiyan: Êdî gavên berbiçav û fermî lazim in
09:05 Hevserokê TUHAY-DER'ê Ûyar: Divê girtiyên nexweş bên berdan
09:02 Ekîn Yeter: Helwesta CPT'yê polîtîk e
09:01 Dîmen îdiaya 'tu ne rojnamvenî' pûç kir
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2025’AN
16/04/2025
16:50 Peyama Fîgen Yuksekdag a ji bo Sirri Sureyya Onder
16:10 Cîgira Şaredarê Beykozê Fîdan Gul hate girtin
16:08 Li Midyad û Hezexê Çarşema Sor hate pîrozkirin
15:41 Doza hevşaredar Amak hate taloqkirin
15:37 Peyamên rewşenbîr û hunermendan ên ji bo Onder
15:22 Kizil Partî hate avakirin
15:16 Lijneya Giştî ya Meclisê 2 roj navber da xebatên xwe
15:15 Hevserokên Giştî dê têkildarî Onder daxuyaniyê bidin
14:42 Ji DBP’ê seferberiya pêvajo û rêxistinbûnê
14:10 Ji bo rojnameger Welat Ekîn biryara tehliye û beraetê
13:52 Serokwezîrê Iraqê li Silêmaniyeyê ye
13:48 Akkurt ê piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:40 Der heqê rojnameger Ren de doz hate vekirin
13:34 Serokê CHP'ê yê Stenbolê çû serdana Onder
13:25 Rojnamevan Hassouna û malbata wê di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin
13:18 Li Iraqê bahoza tozê: Bi hezaran kes rakirin nexweşxaneyê
13:18 SOHR: Li Sûriyeyê 13 kes hatin kuştin
12:23 KNK’ê Çarşema Sor pîroz kir
12:14 Nameyên girityan ji Abdullah Ocalan re nivîsandine nayên şandin
12:01 Bijîşkên Onder: Metirsiya ser jiyana Onder didome
11:49 Dr. Fernaz Attia ya Misrî: Hewldana aştiyê ya Ocalan dê bandorê li hemû herêmê bike
11:39 Peyama Demîrtaş a ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
11:18 Îbrahîm Kalin çû serdana Onder
11:17 Kolber ê li sînor winda bûbû, xwe gihand malbata xwe
11:12 Bijîşk dê têkildarî rewşa Onder daxuyaniyê bidin
11:09 Girtiyê nexweş Ayik: Rêveberiya girtîgehê li provokasyonê digere
10:57 Bahçelî ji bo rewşa Onder bipirse telefon kir
10:52 Qeyûmê Êlihê 12 neguhêzbar da ber firotinê
10:48 Îtîraz hate kirin, biryara qedexeyê ya ji bo 2 pirtûkan hate betalkirin
10:39 Nexweşxaneya Florence Nihgtingale: Xeteraya li ser jiyana Onder didome
10:37 Ozel: Em rewşa Onder ji nêz ve dişopînin
10:31 Tehliyeya girtiyê li dijî hejmartina ser pêyan derketî hate astengkirin
10:07 Emeliyeta Sirri Sureyya Onder xelas bû
10:00 Polîsê ji bo wî bultena sor hatiye derxistin li Tirkiyeyê dijî lê nayê girtin
09:27 Pirtûk hat qedexekirin, lêpirsîn li nivîskar hate vekirin
09:20 'Pêşketin bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e'
09:13 Dayika Rahşan Demîrelê: Ya ku me qanek bike meclis e
09:02 Parêzer Demîr: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê Ocalan azad be
09:01 Malbata ku Abdullah Ocalan silav jê re şand: Em dixwazin wî bibînin
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2025’AN
08:47 Tulay Hatîmogullari: Onder heta niha gelek zehmetî derbas kir û dê vê jî derbas bike
08:46 Ayşegul Dogan: Emeliyeta hêj xelas nebûye
08:28 Emeliyatkirina Onder dewam dike: Dilê wî dest bi lêdanê kir
08:25 Bi hezaran kes li ber nexweşxaneya ku Onder lê ye kom bûn
08:21 Ji bo Sirri Sureyya Onder peyam
08:15 Ji Wezareta Tenduristiyê ji bo Onder daxuyanî
08:15 Endamê Şandeya Îmraliyê Onder emeliyat bû
15/04/2025
16:18 Nêrgiz Mihemedî ji NY’ê re name şand
16:05 Ozel ji bo pêvajoyê got: Bînin Meclisê
15:57 ÎHD’ê çalakiya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’ li dar xist
15:24 BES-AR: Sînorê birçîtiyê 34 hezar TL derbas kir
15:23 Di 15 rojan de 4 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:08 CPT dîsa neçû serdana Îmraliyê
14:55 'Bi wezîrê dadê re dê gelek mijar bên axaftin'
14:17 AYM’ê di doza teqîna muhimatê de piştî 20 salan biryara ‘binpêkirinê’ da
13:46 SOHR: 17 jin û zarok hatin revandin
13:45 AKP a ku 23 sal in pêşniyara ‘Cejna Newrozê’ red dike niha pêşnûme da
13:29 DEM Partî: Em bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê biherikin qadên 1’ê Gulanê
12:55 Polîsan taziyeya Abdurrahîm Erzen asteng kirin
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Heke îktîdar li gorî bangê gavan neavêje dê demokratîkbûn çênebe
12:40 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hedefên xwe aşkera kir
12:11 Renée Le Mignot: Modela Rojava hêvî ye
12:04 Şandeya Parlamenteran a Ingilistan-YE’yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye