Li Herêma Federal a Kurdistanê 6 meh in hikûmet nehatiye avakirin

  • rojane
  • 09:03 5 Nîsan 2025
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Weysî Tallî diyar kir ku YNK di hikûmeta koalîsyonê ya bê avakirin de giraniyê dide 5 xalên sereke û eger pêk were dê di hikûmetê de cih bigire.
 
Hilbijartinên li Herêma Kurdistana Federe ku di 20’ê Cotmeha 2024’an de ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve bi dawî bû. Li gorî encamên hilbijartinên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce, PDK di rêza yekem de, YNK di rêza duyem û Tevgera Nifşê Nû di rêza sêyem de hilbijartin bi dawî kirin. Li gorî encaman PDK'ê 39, YNKê 23 û Tevgera Nifşê Nû 15 kursî bi dest xistine. Li gorî hilbijartinên berê, PDK'ê 6 kursî ji dest dane, YNK'ê jî 2 kursiyên parlamentoyê bi dest xistine. Li gorî van encaman ti partiyek bi tena serê xwe nikarîbû hejmara kursiyan pêk bîne.
 
Piştî hilbijartinên Herêma Kurdistana Federe, çavên gelê herêmê li hikûmeta nû ya ku dê bê avakirin, ye. Civîna yekem a parlamentoyê di kanûna 2024'an de pêk hat û ji bo avakirina hikûmeta nû divê PDK bi partiyek re koalîsyonê pêk bîne. Lê tevî ku 6 meh derbas bûne jî di navbera partiyên siyasî de tifaqek nehatiye avakirin. Rojnameger Weysî Tallî ku li herêmê geşedanan dişopîne der bare hewledayinên avakirina hikûmetê, hevdîtinên di navbera partiyan de û mudexeleyên ji derve de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. 
 
'YNK'Ê SERKEFTINEKE MEZIN BI DEST XIST'
 
Rojnameger Tallî diyar kir ku li tevî ku bi ser hilbijartina ku pêk hatiye 6 meh derbas bûne jî hê heta niha hikûmetek nehatiye avakirin û gavên şenber nehatiye avêtin. Tallî, bi lêv kir ku di navbera PDK'ê û YNK'ê de hevdîtin berdewam dikin û wiha axivî: "Civîn tên kirin û danûstandin hene lê ji bo ku gihiştine encamek ku hikûmetek bê avakirin tiştek li holê tune ye. Pîranî jî em dibinin ku ev hevdîtin di navbera PDK'ê û YNK'ê de tê kirin. Aliyê din Partiya Goran heye, Komela İslamî heye,Nifşê Nû heye, Helwest heye û gelek aliyên din hene ku di hilbijartinê de cih girtin û deng derxistin, herî bi kêm di parlamentoyê de 8-10 kursî derxistin. Bi awayeke şenber ku aliyek bi serbikeve û hikûmetê bi tena serê xwe derbikeve derneket. Niha li ser hikûmeteke koalisyonê nîqaş tên kirin.  Lê gelek aliyên din naxwazin ku di nav hikûmetê de cih bigirin û dixwazin weke muxalefet cih bigirin. Niha jî partiyên ku di navbera wan de hevdîtin tê kirin YNK-PDK û hinek jî di nava Nifşê nû de hevdîtin tê kirin. Lê ya esasî hevdîtin di navbera YNK'ê û PDK'ê de çêdibin. PDK û YNK jî ji bo avakirina hikûmeteke nû ya koalîsyonê ava bike niha şerê wan li ser desthilatdariyê ye. Demeke dirêje ku PDK bi temamî dest daniye li ser deskeftiyên Herêma Kurdistanê. Di vê mijarê de helwestên YNK'ê hene ku mîna PDK tenê li ser siberoja Herêma Kurdistanê biryar nede û di vê çarçoveyê de zextên xwe zêdetir kirin û dengên wê zêdetir bûn. Bi taybet jî pêvajoyên di borî de ku minteqeya Nînovayê ku PDK'ê pîranî bi dest xist vê carê YNK'ê zêdetirîn deng derxistin. Ev jî berbiçav bû ku YNK'ê serkeftineke mezin bi dest xist. Ev jî bû derfet ku YNK zêdetir di nava hikûmetê de cih bigire û heke hikûmetek bê avakirin jî zêdetir pile bi destê xwe ve bîne."
 
PÊNC XALÊN YNK'Ê 
 
Rojnameger Tallî, anî ziman ku 5 xalên YNK'ê yê bingehîn hene ku weke şert dide ferzkirin pêk bên ku di nava hikûmeta koalîsyonê de cihê xwe bigire û wiha domand: "Niha nakokiyên esasî ya li ser ne avakirina hikûmetê 5 xalên girîng hene. Yek Serokê Hikûmeta Kurdistanê ye, dudû meclîsa dadwerî, serokê parlamentoyê û meclîsa Asayişê ne. Ev pênc pileyên ku hene bi temamî PDK'ê li gorî xwe bikartînan. Tenê serokê Parlamentoyê dida YNK'ê, lê YNK niha ji vê zêdetir dixwaze. Herî kêm YNK daxwaza sê ji van xalan dike. Di rêza yekem de daxwaza Serokê Hikûmeta Kurdistanê dike, ku niha Mesrur Barzanî bi awayeke nerewa vê peyvirê birêve dibe. Ji ber ku niha li Başûrê Kurdistanê hikûmeteke ku demê wê boriye û neqanûnî li ser erk û wezifê ye. Her çendî ku hilbijartin hatiye kirin ku hikûmetek bê avakirin lê di rewşa heyî de ku mirov pênase bike hikûmeteke neqanûnî ye. Daxwaza herî kêm ji van sê xal neyên bi dest xistin herî kêm 2 xal divê bên bi dest xistin. Lê PDK vê yekê qebûl nake. Ji ber ku heke ku PDK vê yekê qebûl bike tê wê wateya qelsbûna wê ya gelek mijarên di nava Başûrê Kurdistanê de." 
 
'PDK WIHA BIDOMÎNE DÊ PÊŞIYA ZIRARÊN MEZIN VEKE'
 
Rojnameger Weysî Tallî, destnîşanî mudexeleyên ji derve kir û got ku ji ber neavakirina hikûmetê nakokiyên di navbera herdû aliyan de mezintir dibin û got: "Ji ber van nakokiyên ku li herêmê hene zêdetir derfet dide ku hêzên ji derve ku hevkariya karên siyasî bike. Ji xwe em dizanin pêvajoyeke dûr û dirêje hem Îran mudexeleyî Iraqê û Başûrê Kurdistanê dike û ji aliyên din ve jî Tirkiye demeke dirêje li vê herêmê bi awayeke dagirkerî xebat dimeşîne. Ji ber wê di rewşa heyî de dewleta tirk dixwaze di warê dagirkirinê de û hem jî di warê siyasî de xwe bi cih kiriye û heta gelek cihan heta ku mudexeleyî siyaseta navxweyî ya Iraqê jî dike. Di vê merheleyê de herêm ji dewleta tirk re bûye qadeke fireh ku mudexeleyî navxweyî ya Başûrê Kurdistanê bike û hem jî aliyên din ve desthilatiya PDK'ê zêdetir bimîne. Ev jî dibe sedem ku deskeftiyên Herêma Kurdistan bikeve bin xeteriyê û metirsiyê. Heta ku ev nakokiyên heyî di nava axa Kurdistanê de hebin dê zêdetir helwesta Tirkiyeyê hebe û bikaribe tevkariya axa Kurdistanê bike. Ji xwe ev 2015'an heta niha nêzî 30 kilometre xaka Başûrê Kurdistanê hatiye dagirkirin. Bi sedan gund û herêm hatine valakirin, bi sedan sivîl yên li ser mal û milkê xwe di encama êrişên Tirkiyeyê de şehîd bûne. Ev hemû nakokiye hemû di encama desthilatdariya xwe li ser desthilatdariyê dide ferzkirine. Lê heke ku PDK di vê rewşa heyî de berdewam bike dê pêşiya zirarên mezin veke û dê tim bibe sedem ku hêzên ji derve nava xaka Başûrê Kurdistanê, nava siyaseta Başûrê Kurdistanê  û cih girtina desthilatdariyê de jî dê nakokiyên mezin bi xwe re bîne." 
 
'HEKE KU HIKÛMET NEYÊ AVAKIRIN DÊ MUDEXELE ZÊDE BIBIN'
 
Tallî, bi lêv kir ku ji ber neavakirina hikûmetê bandora Iraq û Îranê ya li ser herêmê zede dibe û ev tişt anî ziman: "Krîz û kaosên ku niha li Başûrê Kurdistanê hene encamên neavabûna hikûmetê ne. Neavabûna hikûmeteke ku bikaribe pêwîstî û daxwazên gel bi cih bîne, di ware siyasî de encamên baştir bîne. Nebûna hikûmeteke hevpar a ku hemû pêkhatên HiKûmeta Başûr di nava xwe de dihewîne pêk nehatiye ku rê li ber krîzan bigire. Heke ku hikûmet neyê avakirin dê mudexeleyên ji derve zêdetir bibin, dê destkariya Îran û Iraqê ya li ser herêmê zêdetir bibe. Ev jî dê bibe sedema krîzên aborî, krîzên siyasî û dê rewşa civakî ber bi hilweşineke hê zêdetir ve bibe. Ji ber ku em dibinin bi rojane mamoste, xebatkar di nava çalakiyan de ne hem ji êrişên ku çêdibin bi bertekin û hem jî ji ber krîzên heyî nikarin pêwistiyên xwe yên jiyanî pêk bînin. Nakokiyên ku niha di navber Hewlêr û Bexdayê de derketine yek jî encama nebûna yekdengiya di navbera hêzên kurdî ya li hemberî Bexdayê ye. PDK ji aliyekî ve daxwazan dike, YNK ji aliyekî ve daxwazan dike. Ev jî dibe sedem ku hêzên ji derve ji vê sûd bigire.Ji vê zirarê herî mezin jî gelê Başûrê Kurdistanê digire. Heke ku bi vî rengî bidome û hikûmet neyê avakirin krizên siyasî yên kurtir li pêşiya Kurdistanê hene û ev ê bandorê li beşên din ê Kurdistanê jî bike."
 
GIRINGIYA HIKÛMETA KOALÎSYONÊ
 
Tallî, bal kişand ser bandorên hikûmeta koalîsyonê ya ku dê were avakirin û got: "Helbet yekdengî hebe ev ê di aliyê civakî de dê ereniyeke baş bike. Civak nikare bi tena serê xwe tevbigere. Ji ber ku ya heta niha dihate kirin PDK'ê pîranî mijaran de bi tena serê xwe biryar dida û bi xwe diçû encamê. Lê heke hikûmetek were avakirin ev hikûmeteke koalîsyonê be,  piralî û pirrengî be, hemû alî cih bigirin dê biryar û helwestên yekalî derbikevin. Ji bo yekitiya netewî û kongreyeke netewî jî dê encameke baş be. Ji ber ku heke heta niha Kongreyeke Netewî pêk nehatibe yek ji sedemê vê bi awayeke aktif piştgirî nedayina PDK'ê bû. PDK nedihat kongreya netewî û weke metirsiyek nedît. Lê heke ku hikûmeteke koalîsyonê bê avakirin dê tevahiya berjewendiyên gelê kurd esas were girtin. Eger aliyek neyê kongreya netewî wê demê dê helwestek yekalî hebe. Wê demê dê nêçariyek hebe ji bo yeketiya netewî. Yan jî ji bo perçeyên din ê Kurdistanê helwest were nişandin dê helwesteke yekpar were nişandan."
 
MA / Zeynep Durgut
 
 

Sernavên din

07/04/2025
15:21 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Akay banga berdanê kir
14:50 Şîna Binevş Altay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:33 Artêşa Îsraîlê konê rojnamegeran bombebaran kir
14:29 Baroya Amedê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafê parastinê bidome
13:41 Iraq: Milîsên ku Îran piştgiriyê dide ji çekberdanê re amade ne
13:21 Daxuyaniya wezîr a têkildarî 'lêgerîna tazî': Li welatê me tiştek wisa nîn e
13:05 Êrişên ser Xezeyê didomin: 44 kes hatin qetilkirin
12:58 Îmamoglû ji bo Polat bertek nîşan da: Sedema vê nefretê çi ye?
12:53 Boykota li YTU’yê didome
12:26 Xwebûn bi manşeta ‘Encama bangê serkeftin e’ derket
12:05 Hinceta ‘Cezayê weazî’: Armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê bû
11:32 Sezaî Temellî ji îktîdarê re got: Cidî bin û gavan biavêjin
11:30 Daxwaza jinûvedarizandinê ya Pexşan Ezîzî cara duyemîn hate redkirin
10:47 Şara tê Tirkiyeyê
10:47 Mahîr Polat sewqî ATK’ê hate kirin
10:46 Ji girtiyê krîza dil derbas kirî re gotin ‘tansiyona te rabûye’ û şandin qawîşê
10:08 Kariane Westrheim: Pêşemerca pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:08 Norçîn bi rengên biharê xemilî
09:02 Birayê Mahsum Korkmaz: Em aştiyeke birûmet dixwazin
09:01 Girtiyê 31 salan: Bang li girtîgehê bi dil û can hat qebûlkirin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN
06/04/2025
16:38 Li Şirnexê çalakiya Adarokê hat lidarxistin
16:34 Ji bo Bulent Aydin şîn hate danîn
16:26 Çalakiya 4’ê Nîsanê: Aştiya Tirkiyeyê hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike
15:30 Ozgur Ozel dîsa bû serokê CHP’ê
14:45 Bîlançoya erdhejên Myanmarê her ku diçe girantir dibe
14:33 DEM Partiyê têkildarî ‘Rojnamegerên Hatine Kuştin’ daxuyanî da
14:21 Wezaretê li dijî biryara ku ‘polîsên talanker’ diparêze serî li îstînafê da
13:48 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
13:44 Polîsên rejîma Îranê îşkence li nivîskara jin kirin
13:21 Şerîfe Mihemedî ev 3 meh in nikare bi girtiyên din re danûstandinan bike
12:53 Ozel: Êdî rewatiya Erdogan nîne
12:20 Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin: Di 5 salan de 15 rojnameger hatin qetilkirin
12:09 Siyasetmedar Adams: Banga Ocalan ji bo avakirina civaka demokratîk firsend e
11:13 ‘Em dixwazin êdî 4’ê Nîsanê tevî Ocalan pîroz bikin’
10:29 Tulay Hatîmogûllari: Tecrîda li Îmraliyê didome
10:09 JINNEWS: Di Adarê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Hejmara 110’emîn a kovara Jinê derket
09:58 Dayika 2 zarokên xwe winda kirî: Aştî bi guftûgoyê pêkan e
09:38 Çîftçî yê 84 salî îcar rêwiyê Amarayê bû
09:22 Cara ewil MA parve dike: Di bin dêrê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2025’AN
05/04/2025
16:04 Hêzên Asayîşê ewlehiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewr girtin
15:55 Meşa Roja Parêzeran: Em li pîşeya xwe û hiqûqê xwedî derdikevin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Erdem, Kocaturk û Fîlîz banga serbestberdanê
14:50 Rojnameger Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
14:00 Dayikên Şemiyê bang li Erdogan kir: Berpirsyariya xwe bîne cih
13:58 Xizmên windayan: Ji bo aştiya civakî divê paşeroj bê rûhevkirin
13:11 Ciwanên enternasyonal ên meşiyan Amarayê: Ocalan rê li ber me vedike
12:50 Dozgeriyê îdîanameya Umît Ozdag amade kir
12:48 Maşîna karkeran li hev qelibî: 20 kes birîndar bû
12:42 Li Stenbolê mij
12:34 Li Xezayê êrîşa Îsraîlê: 11 Filistînî hatin kuştin
12:31 Rapora meha Adarê ya MKG'ê: Herî kêm 54 binpêkirinên mafan
12:01 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
12:00 Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' wê li Romayê bê nîqaşkirin
10:23 Wezaret: Li Stenbolê 455 kîlo tiryak hate desteserkirin
10:21 Şahînoz: Maliyeta 'Bûyera 19 'ê Adarê' wê mîna krîza sala 2001'ê be
09:49 Rojnameger Oznur Deger qala girtîgeha ku lê dimîne kir: Navenda zexta psîkolojîk
09:05 Pîrozbahiyên 4 'ê Nîsanê: Eger Ocalan azad bibe, civak jî wê azad bibe
09:03 Li Herêma Federal a Kurdistanê 6 meh in hikûmet nehatiye avakirin
09:00 ROJEVA 5 'Ê NÎSANA 2025
04/04/2025
19:20 Di rojbûna Abdullah Ocalan de dar hatin çandin
16:59 Li Wanê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
15:51 Rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê çêbû hat pîrozkirin
15:35 Ji bo Taş ê ku jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn
12:37 Li Egeyê bota koçberan noq bû: 9 kes mirin
12:21 Bi deh hezaran kes ber bi Amarayê ve meşiyan: Divê dewlet gav bavêje
11:47 Sozdar Avesta: Bi gotinê nabe, pratîk divê
10:49 Festîvala 4'ê Nîsanê di roja 2'yemîn de didome
10:07 Kurd Archive dê arşîva 30 salan a televîzyonên kurdî biweşîne
09:42 ‘Rojnamevan ji ber rastiya li qadê radigihînin dibin hedef'
09:13 Dozger xwest ji ber strana 'Şervano' ceza lê bê birîn
09:06 Ji bo 32 bajaran hişyariya baranê
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2025'AN
03/04/2025
16:55 HDK'ê bertek nîşanî binçavkirinên ji ber ‘boykotê’ da
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê hesab ji kiryarên komkujiyên li dijî elewiyan bê pirsîn
15:11 Li Xelfetiyê Festîvala 4'ê Nîsanê
13:11 Tarik Taş hat veşartin
12:28 Meşvanên Amarayê Mûstafa Dag bibîr anîn
12:11 Li Xelfetiyê coşa festîvalê zû dest pê kir
11:43 Meşa ciwanan di roja 3'yemîn de ye: 33 rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn
11:15 Sabîha Aslan a ku piştî 6 salan çû Îmraliyê: Tenduristiya wan û moralê wan baş bû
10:05 20 meh cezayê qedxekirina 'hevdîtinê' li girtiyan hat birîn
09:38 Ayşe Çelîkbîlek: Divê 'Mafê Hêviyê' pêk bê
09:11 Li quntarên Çiyayê Cîloyê dîmenên mizgîniya biharê
09:07 Li Colemêrgê li madenê cinayet
09:03 Li Stenbolê 16 kes hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2025'AN
02/04/2025
16:46 Ji bo Werîşe Muradî kampanyaya hastagê
16:17 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bîranîn
16:12 Rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin
15:45 Ciwan bi coş hatin pêşwazîkirin: Roja li Amarayê hilat li Îmraliyê bilind dibe
15:16 160 malbat ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê
15:01 Serokkomarê Iraqê Reşîd û Bafil Talabanî civiyan
14:39 Îsraîlê ji bejahiyê ve dest bi êrişan kir: 16 filistînî hatin qetilkirin
14:11 YE’yê civînên bi Tirkiyeyê re betal kirin
14:07 Ji malbatên 5 YBŞ'iyên hatin desteserkirin çalakî
13:49 Namet Erîpek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:43 Meşvanên Amarayê li Curnê Reş in