Pîrozbahiyên 4 'ê Nîsanê: Eger Ocalan azad bibe, civak jî wê azad bibe

  • rojane
  • 09:05 5 Nîsan 2025
  • |

WAN – Gelê Wanê ku tevlî pîrozbahiyên rojbûna 76’emîn a Abdullah Ocalan bûn diyar kirin ku piştgiriyê didin pêvajoya ku hatiye destpêkirin û gotin, "Eger Rêbertî azad bibe, wê hemû civak azad bibe."

76’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin, li gelek cihan bi taybetî li Kurdistanê bi coş hat pîrozkirin. Navendên ku pîrozbahî hat lidarxistin yek jî jê Wan bû, niştecihên Wanê diyar kirin ku xeyal û daxwaza wan ew e ku bi Abdullah Ocalan re werin cem hev.
 
Welatiyê bi navê Omer Ûçar ev tişt anî ziman: "Xwezî hemû girtî, bi vê pêvajoya ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin, di serî de ew bi xwe û hemû girtî azad bibin. Ez hêvî dikim ku di zûtirîn demê de azad bibe û di nav me da be. Tevî ku baweriya me bi dewletê nîne jî, baweriya me bi birêz Ocalan heye. Lê ti baweriya me bi Tirkiyeyê nîne. Em dixwazin Tirkiye di zûtirîn demê de gavan bavêje da ku samîmiyeta xwe nîşan bide."
 
'BILA PÊVAJO BILEZTIR BE'
 
Fazil Canpolan diyar kir ku gel piştgiriyê dide pêngavê û wiha got: "Em bi hemû ruh û bedena xwe li cem Rêber Apo cih digirin. Em dixwazin ku niha tiştên baş biqewimin. Heyeta ku diçe Îmraliyê ji bo destkeftiyên gel bi dest bixe divê gavan bavêje. Ya wê maf û destketiyên vî gelî ji wan re bê dayîn, ya jî wê xwe ji vê venegirin. Em dê têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê berdewam bikin. Em ti carî serî natewînin. Bila vê pêvajoyê qet dirêj nekin. Divê di zûtirîn demê de lezê bikin û gavên şênber bavêjin. Divê ti alî li dijî vê pêvajoyê dernekeve. Li şûna astengkirinê divê her kes piştgiriyê bide û em bi hev re aştiyê pêk bînin."
 
'KURD AŞTIYÊ DIXWAZIN'
 
Rabîa Algol da zanîn ku pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin ne nû ye û wiha got: "Abdullah Ocalan di dema têkoşîn û zindanê de hewl da aştiyê pêk bîne. Tevî ku rayedarên dewletê ev bang qebûl kirin jî, ti gaveke şênber neavêtin. Di ser banga Ocalan re zêdeyî mehek derbas bû. Pêwîste her kes rabe ser piyan û ji bo avakirina aştiyê têbikoşe. Destê ku ji bo aştiyê hatiye dirêjkirin divê li hewa neyê hiştin. Ji Şêx Seîd heta Seyîd Riza û Rêber Apo ev sed sal in em daxwaza aştiyê dikin. Em dixwazin banga aştiyê ya ji aliyê Rêbertiya me ve hatiye kirin di zûtirîn demê de bi encam bibe. Em dixwazin rojbûna Rêbertî bibe roja aştiyê ya cîhanê. Ger Ocalan azad bibe dê cîhan azad bibe. Azadiya Rêbertî wê Kurdan, Tirkan û tevahiya cîhanê azad bike. Em bang li hemû dewletên cîhanê dikin ku pêvajoya ku Birêz Ocalan daye destpêkirin xwedî derkevin û piştgiriyê bidinê.”
 
DAXWAZA JIYANA BI RÛMET
 
Kevê Işik got ku bila rojbûna Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê bibe wesîleya aştiyê û wiha axivî: "Îro rojeke pir girîng û pîroz e. Em ji banga Rêbertiya xwe gelek keyfxweş in. Ji ber ku ev bang ne mirinê, jiyanê hedef digire. Lê mixabin her çiqas Tirkiye vê bangê erênî bibîne û piştgiriyê bide jî gavên şênber naavêje. Sozên xwe bi cih naynin. Divê her kes di vê pêvajoyê de destê xwe deyne ser wijdanê xwe, piştgiriyê bide Rêbertî. Pêwîste her kes ji bo aştiyê rabe ser piyan. Weke Kurd me koçberî, şewitandina gundan, mirin, îşkence, girtin û gelek tiştên din heta vî emrî dît, lê em naxwazin nifşên pêşerojê wan bibînin. Piştî vê demê em jiyaneke bi rûmet dixwazin. Ya herî girîng jî em dixwazin Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi awayekî azad di nava xwe de bibînin."
 
XEYALA WAN DÎTINA OCALAN E
 
Xemê Aydin daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir û wiha got: "Heta ku Rêber Apo azad nebe, em Kurd nikarin azad bibin. Kengî Ocalan azad bibe, wê demê Kurd wê azad bibin. Bi salan e em xeyala azadiya Rêbertiya xwe dikin. Tişta ku em dixwazin ew bibînin û li ser maseya aştiyê mil bi mil li gel wî bisekinin. Di vî warî de divê dewlet gavê biavêje. Bi salan e em li benda vê roja dîrokî ne."
 
'BILA DEWLET GAV BIAVÊJE'
 
Hediye Koçak diyar kir ku ji bo Kurdan 4 'ê Nîsanê ne tenê rojbûna Abdullah Ocalan e, di heman demê de rojbûna hemû Kurdan e û wiha got: "Çav û guhê 4 parçeyên Kurdistanê di azadiya Rêbertî de ye. Ez hêvî dikim ku 4 'ê Nîsanê bibe roja ku Rêbertiya me bigihije azadiya xwe ya fizîkî. Aştî ji bo her kesî baş e. Êdî xwîn neyê rijandin û gelên azad bibin."
 
'RÊYA AŞTIYÊ BI AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN DIBE'
 
Bahar Abî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bang kir û wiha got: "Em dixwazin li vî welatî û li Rojhilata Navîn aştî pêk were. Ev yek bi azadiya fîzîkî ya Ocalan mimkun e. Dewlet jî ji bo vê yekê pêwîst e gavan bavêje. Bi pêngava bê avêtin re wê aştî bê tevahiya cîhanê û Tirkiyeyê."
 
MA / Rûken Polat - Mazlûm Engîndenîz
 

Sernavên din

07/04/2025
15:21 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Akay banga berdanê kir
14:50 Şîna Binevş Altay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:33 Artêşa Îsraîlê konê rojnamegeran bombebaran kir
14:29 Baroya Amedê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafê parastinê bidome
13:41 Iraq: Milîsên ku Îran piştgiriyê dide ji çekberdanê re amade ne
13:21 Daxuyaniya wezîr a têkildarî 'lêgerîna tazî': Li welatê me tiştek wisa nîn e
13:05 Êrişên ser Xezeyê didomin: 44 kes hatin qetilkirin
12:58 Îmamoglû ji bo Polat bertek nîşan da: Sedema vê nefretê çi ye?
12:53 Boykota li YTU’yê didome
12:26 Xwebûn bi manşeta ‘Encama bangê serkeftin e’ derket
12:05 Hinceta ‘Cezayê weazî’: Armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê bû
11:32 Sezaî Temellî ji îktîdarê re got: Cidî bin û gavan biavêjin
11:30 Daxwaza jinûvedarizandinê ya Pexşan Ezîzî cara duyemîn hate redkirin
10:47 Şara tê Tirkiyeyê
10:47 Mahîr Polat sewqî ATK’ê hate kirin
10:46 Ji girtiyê krîza dil derbas kirî re gotin ‘tansiyona te rabûye’ û şandin qawîşê
10:08 Kariane Westrheim: Pêşemerca pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:08 Norçîn bi rengên biharê xemilî
09:02 Birayê Mahsum Korkmaz: Em aştiyeke birûmet dixwazin
09:01 Girtiyê 31 salan: Bang li girtîgehê bi dil û can hat qebûlkirin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN
06/04/2025
16:38 Li Şirnexê çalakiya Adarokê hat lidarxistin
16:34 Ji bo Bulent Aydin şîn hate danîn
16:26 Çalakiya 4’ê Nîsanê: Aştiya Tirkiyeyê hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike
15:30 Ozgur Ozel dîsa bû serokê CHP’ê
14:45 Bîlançoya erdhejên Myanmarê her ku diçe girantir dibe
14:33 DEM Partiyê têkildarî ‘Rojnamegerên Hatine Kuştin’ daxuyanî da
14:21 Wezaretê li dijî biryara ku ‘polîsên talanker’ diparêze serî li îstînafê da
13:48 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
13:44 Polîsên rejîma Îranê îşkence li nivîskara jin kirin
13:21 Şerîfe Mihemedî ev 3 meh in nikare bi girtiyên din re danûstandinan bike
12:53 Ozel: Êdî rewatiya Erdogan nîne
12:20 Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin: Di 5 salan de 15 rojnameger hatin qetilkirin
12:09 Siyasetmedar Adams: Banga Ocalan ji bo avakirina civaka demokratîk firsend e
11:13 ‘Em dixwazin êdî 4’ê Nîsanê tevî Ocalan pîroz bikin’
10:29 Tulay Hatîmogûllari: Tecrîda li Îmraliyê didome
10:09 JINNEWS: Di Adarê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Hejmara 110’emîn a kovara Jinê derket
09:58 Dayika 2 zarokên xwe winda kirî: Aştî bi guftûgoyê pêkan e
09:38 Çîftçî yê 84 salî îcar rêwiyê Amarayê bû
09:22 Cara ewil MA parve dike: Di bin dêrê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2025’AN
05/04/2025
16:04 Hêzên Asayîşê ewlehiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewr girtin
15:55 Meşa Roja Parêzeran: Em li pîşeya xwe û hiqûqê xwedî derdikevin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Erdem, Kocaturk û Fîlîz banga serbestberdanê
14:50 Rojnameger Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
14:00 Dayikên Şemiyê bang li Erdogan kir: Berpirsyariya xwe bîne cih
13:58 Xizmên windayan: Ji bo aştiya civakî divê paşeroj bê rûhevkirin
13:11 Ciwanên enternasyonal ên meşiyan Amarayê: Ocalan rê li ber me vedike
12:50 Dozgeriyê îdîanameya Umît Ozdag amade kir
12:48 Maşîna karkeran li hev qelibî: 20 kes birîndar bû
12:42 Li Stenbolê mij
12:34 Li Xezayê êrîşa Îsraîlê: 11 Filistînî hatin kuştin
12:31 Rapora meha Adarê ya MKG'ê: Herî kêm 54 binpêkirinên mafan
12:01 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
12:00 Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' wê li Romayê bê nîqaşkirin
10:23 Wezaret: Li Stenbolê 455 kîlo tiryak hate desteserkirin
10:21 Şahînoz: Maliyeta 'Bûyera 19 'ê Adarê' wê mîna krîza sala 2001'ê be
09:49 Rojnameger Oznur Deger qala girtîgeha ku lê dimîne kir: Navenda zexta psîkolojîk
09:05 Pîrozbahiyên 4 'ê Nîsanê: Eger Ocalan azad bibe, civak jî wê azad bibe
09:03 Li Herêma Federal a Kurdistanê 6 meh in hikûmet nehatiye avakirin
09:00 ROJEVA 5 'Ê NÎSANA 2025
04/04/2025
19:20 Di rojbûna Abdullah Ocalan de dar hatin çandin
16:59 Li Wanê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
15:51 Rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê çêbû hat pîrozkirin
15:35 Ji bo Taş ê ku jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn
12:37 Li Egeyê bota koçberan noq bû: 9 kes mirin
12:21 Bi deh hezaran kes ber bi Amarayê ve meşiyan: Divê dewlet gav bavêje
11:47 Sozdar Avesta: Bi gotinê nabe, pratîk divê
10:49 Festîvala 4'ê Nîsanê di roja 2'yemîn de didome
10:07 Kurd Archive dê arşîva 30 salan a televîzyonên kurdî biweşîne
09:42 ‘Rojnamevan ji ber rastiya li qadê radigihînin dibin hedef'
09:13 Dozger xwest ji ber strana 'Şervano' ceza lê bê birîn
09:06 Ji bo 32 bajaran hişyariya baranê
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2025'AN
03/04/2025
16:55 HDK'ê bertek nîşanî binçavkirinên ji ber ‘boykotê’ da
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê hesab ji kiryarên komkujiyên li dijî elewiyan bê pirsîn
15:11 Li Xelfetiyê Festîvala 4'ê Nîsanê
13:11 Tarik Taş hat veşartin
12:28 Meşvanên Amarayê Mûstafa Dag bibîr anîn
12:11 Li Xelfetiyê coşa festîvalê zû dest pê kir
11:43 Meşa ciwanan di roja 3'yemîn de ye: 33 rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn
11:15 Sabîha Aslan a ku piştî 6 salan çû Îmraliyê: Tenduristiya wan û moralê wan baş bû
10:05 20 meh cezayê qedxekirina 'hevdîtinê' li girtiyan hat birîn
09:38 Ayşe Çelîkbîlek: Divê 'Mafê Hêviyê' pêk bê
09:11 Li quntarên Çiyayê Cîloyê dîmenên mizgîniya biharê
09:07 Li Colemêrgê li madenê cinayet
09:03 Li Stenbolê 16 kes hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2025'AN
02/04/2025
16:46 Ji bo Werîşe Muradî kampanyaya hastagê
16:17 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bîranîn
16:12 Rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin
15:45 Ciwan bi coş hatin pêşwazîkirin: Roja li Amarayê hilat li Îmraliyê bilind dibe
15:16 160 malbat ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê
15:01 Serokkomarê Iraqê Reşîd û Bafil Talabanî civiyan
14:39 Îsraîlê ji bejahiyê ve dest bi êrişan kir: 16 filistînî hatin qetilkirin
14:11 YE’yê civînên bi Tirkiyeyê re betal kirin
14:07 Ji malbatên 5 YBŞ'iyên hatin desteserkirin çalakî
13:49 Namet Erîpek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:43 Meşvanên Amarayê li Curnê Reş in