Rojnameger Oznur Deger qala girtîgeha ku lê dimîne kir: Navenda zexta psîkolojîk

  • rojane
  • 09:49 5 Nîsan 2025
  • |
img

MARDÎN – Nûçegihana JINNEWS'ê ya girtî Oznûr Deger diyar kir ku piştî biryara girtinê îşkenceyeke sîstematîk li wî hatiye kirin û wiha got: "Ji bilî tolhildanê rewşeke ku bi hiqûqê were ravekirin nîne."

Nûçegihana JINNEWS'ê Oznûr Deger ku 7'ê Sibatê li navçeya Qoser a Mêrdînê di serdegirtina malê de bi îşkenceyê hatibû binçavkirin û piştre bi îdîaya 'rêze propagandaya rêxistinê kiriye' hate girtin. Deger serpêhatiyên xwe yên dema pêvajoya girtinê bi nameyekê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. Oznûr Deger ku piştî hat girtin şandin Girtîgeha Jinan a Tîpa E ya Mêrdînê û piştre di 26'ê Sibatê de bêyî agahiyê bidin malbatê û parêzeran sewqî Girtîgeha Jinan a Erzînganê hat kirin, girtina xwe weke 'operasyona tolhildanê' binav kir.
 
Oznûr Deger di nameya xwe de bi bîr xist ku di serdegirtina malê de deriyên malê ji aliyê Polîsên Tevgera Taybet ve hatine şikandin û bi lêdanê hatiye kelepçekirin û ji dema binçavkirinê heta ku bînin girtîgehê îşkenceyeke sîstematîk li wê tê kirin. Oznûr Deger di nameya xwe de wiha got: "Ji serdegirtina malê heta bi binçavkirinê û biryara girtinê, bi awayekî sîstematîk îşkence hebû. Li gorî xwe tola Mîdyatê hiltînin. Girtina min ji tolhildanê wêdetir e, tiştekî ku bi hiqûqê were vegotin nîn e."
 
Oznûr Deger di nameya xwe de diyar kir ku ji ber bertek nîşanî bêexlaqiyê daye li hemberî wê ‘operasyona tolhildanê’ hatiye lidarxistin. 
 
'NE ÎDÎANAME, FEZLEKEYA POLÎSAN E' 
 
Deger îdianameya ku ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hatiye amadekirin rexne kir û wiha got: "Ji bo mirov ji vê re bibêje îdianame hezar şahid lazim in. Hewl dan ku ji hesabê min ê X’ê îdîanameyekê amade bikin. Li şûna îdîanameyekê bêjin 'fezlekeya polîsan' gûncavtir e."
 
Oznûr Deger di nameya xwe de diyar kir ku îdîaname ji parvekirina nûçeyên xwe, nûçeyên rojnameya Yenî Yaşamê, Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS'ê û parvekirinên wê yên li ser rojnamegerên hatine kuştin pêk tê û aliyekî hiqûqî ya vê îdîanameyê nîn e.
 
Oznûr Deger di nameya xwe de bibîr xist ku danîşîna yekem wê di 22'ê Gulanê de pêk were û diyar kir ku biryara girtina wê bi talîmatê pêk hatiye û dadgerên ku biryar dane wijdana wan nîn e, lê ji bo heyeta ku wê dosyayê binirxîne re sebir xwest.
 
'GIRTÎGEH DI NAVA SÎSTEMA TECRÎDÊ DE YE'
 
Oznûr Deger di nameya xwe de balê kişand ser binpêkirinên li girtîgehê û diyar kir ku girtîgeha lê dimîne li Tirkiyeyê yekemîn Girtîgeha Jinan a Ewlehiya Bilind e û 4 qawîşên wê hene lê hema bêje derfetên ragihandinê nîn in û wiha got: "Şert û merc ji aliyê fîzîkî ve zehmet in û tecrîd bi temamî sîstematîk e. Tu sohbet tune ye. Tekane tişt qursa enstrumanê ye, ku ancax 6-7 heval dikarin tevlê bibin. Li her qawîşê 6 odeyên biçûk ên li kêleka hev hatine rêzkirin, cureyê hucreyê û deriyên odeyan êvarê saet di 22.00’an de bi awayekî otomatîk tên girtin. Eger bi şev tiştek bi serê te were, hevalê te yê li cem te wê nikaribe alîkarî bide te. Ji ber ku ew li odeya xwe kilîtkirî ye."
 
Oznûr Deger di nameya xwe de diyar kir ku ew di girtîgehê de ye û di nameya xwe de wiha dibêje: "Wekî hûn jî dizanin, girtîgeh navend e. Tiştekî baştir nîne û girtîgehên bi hemû tîpên alfabeyê hatine vekirin, li wê nuqteyê ne ku mîna ya berê xuya dikin."
 
Oznûr Deger anî ziman ku ew di girtîgehê de ye û wiha dibêje: "Wekî hûn jî dizanin, girtîgeh navenda zextên psîkolojîk e. Tiştekî baştir nîne û girtîgehên bi hemû tîpên alfabeyê hatine vekirin, yek ji ya din xirabtir e."
 
Oznûr Deger da zanîn ku di girtîgehê de şopandina medyayê pir kêm e û ew tenê dikarin li derveyî medyaya navendî Halk TV'yê temaşe bikin û wiha pê de çû: "Ji ber vê yekê em hewl didin bi derfetên kêm pêvajoya krîtîk bişopînin û şîrove bikin."
 
Oznûr Deger wiha dawî li nameya xwe anî: "Bi giştî rewşa min baş e. Morala min baş e. Ez hewl didim ku pêvajoyê baş bi kar bînim. Ez bêtir dixwînim. Tekane tişta ku em dikin; deng, qêrîn û ragihandina serhildanê ye. Ji bo vê jî daxwaza me ya herî mezin ew e ku gel û civak azad bibin.''
 

Sernavên din

11/04/2025
13:22 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê got dê hilbijartin di dema xwe de bên kirin
13:20 Giliyê kesên piştgiriyê didin komkujiya Elewiyan hate kirin
13:08 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Em şansekî rastîn didin dîplomasiyê
13:06 Ramazan Karataş piştî 32 salan hate berdan
12:29 Çawişê pispor ê ku Aydin qetil kirî hewldaye hevalê wî jî bikuje
12:21 Di nava sê rojan de 9 Beluc hatin darvekirin
10:41 Girtiyê nexweş Çam rakirin nexweşxaneyê
10:20 MYK’a DEM Partiyê civiya
09:53 14 caran gilî kir lê necezakirin weke tundî lê vegeriya
09:38 'Divê şert û mercên bangê demildest pêk bên'
09:37 Dê jin ji bo cîvakîbûna bangê xwe bi rêxistin bikin
09:27 Ji bo lîteratura hiqûqê ya bi Kurdî gaveke nû: DADSAZ hat avakirin
09:01 Qeyûm, ji bo serokê AKP'î ajovanek girt kar!
09:00 ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
10/04/2025
18:49 Ji Şandeya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî
16:35 Îdianameya der heqê Ahmet Saymadî de hate amadekirin
16:27 102 ciwan hatin berdan
16:21 Mutlu ku piştî 31 salan hate berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
16:05 Sirri Sureyya Onder: Hêviya me niha mezintir e
15:09 Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê û Erdogan de bi dawî bû
14:50 Kongreya Neteweyî ya Kurd dê hefteya pêş bê lidarxistin
14:44 Li Dihokê derdora gundekî hate bombebarankirin
14:03 DEM Partî têkildarî 'bangê' dest bi serdanên malan dike
13:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
13:47 Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket
13:46 Qayûm dest bi firotina mal û milken Şaredariya Akdenîzê kir
13:37 Levent Dolek jî di nav de 4 kes hatin berdan
13:25 Li Rihayê lêgerîna tazî li malbatên girtiyan hate ferzkirin
13:20 Xalê Aslan ê ji aliyê çawîşekî pispor ve hat qetilkirin axivî: Ev nayê qebûlkirin
13:13 Li Îranê 5 girtî hatin darvekirin
13:08 Komkujîya Gara Enqereyê di meha 114’an de ye
12:17 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:15 Rojnameger Vîda Rabbanî li Îranê hate berdan
12:03 Li Colemêrgê govek tebiqî: 25 karik û berx mirin
11:59 Li Sûdanê bûyerên destdirêjiyê yên li dijî jin û zarokan zêde dibin
11:58 Li ser rêya Colemêrg-Wanê qeza: 8 kes birîndar bûn
11:51 Piştî peymanê 7 hezar malbat vegeriyan Efrînê
11:43 Malbatên ku gundên wan hatin şewitandin û xizmên xwe winda kirin çareseriyê dixwazin
11:21 Uveyş Ocalan dê di sala 32’yemîn a wefata xwe de bê bibîranîn
11:02 Komîte wê li ser 'mafê hêviyê' bê agahdarkirin ku Tirkiyeyê gav neavêtiye
10:37 MPKE: Banga Ocalan erênî ye, binçavkirin û girtin cihê fikaran e
10:28 'Ji bo pêvajo jidil bimeşe divê girtiyên nexweş bên berdan’
09:56 Li Enqereyê di kana madenê de hezaz çêbû: 13 kes birîndar bûn
09:55 Pirtûka Abdullah Ocalan wergerandin zimanê Swêdî
09:52 Rojnameger Şoxan Mîrza: Tirkiye bi çekên giran êrişî herêmê dike
09:45 'Ger li dijî qeyûman deng bihata derxistin îro me li ser Îmamoglû nîqaş nedikirin'
09:30 Saadet Oklu ya ku du zarokên xwe winda kirine: Niha dora gavavêtinê ya dewletê ye
09:01 Li Amedê bertek li dijî tundiya li ser jinê: Çareserî xweparastin e
09:00 ROJEVA 10’Ê NÎSANA 2025’AN
08:58 Rojnameger Soykan û Agirel hatin binçavkirin
09/04/2025
22:25 Hîvzullah Mûtlû piştî 31 salan hat berdan
21:40 Çalakvanên Cenevreyê: Heya Abdullah Ocalan azad nebe wê têkoşîn bidome
20:05 Tê xwestin Shala Pirastah a ku sîxurtiyê qebûl nekir bê dersînorkirin
16:21 Dayika Denîz Poyrazê rakirin nexweşxaneyê
16:12 Di borsayê de 2 trîlyonên winda: DEM Partiyê xwest komîsyon bê avakirin
15:15 Abdulazîz Ok piştî 32 salan hate berdan
15:03 Di navbera Çîn-DYA’yê de şerê ‘bacê’
14:36 'Daxwazên xwendekarên girtî daxwazên me ne’
13:35 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
13:09 Tevî agirbestê jî êriş didomin: Gazên kîmyewî û bombeyên fosforê hatin bikaranîn
12:43 Cezayê hefsê dan dayik û bavê Berkîn Elvan
12:40 Ji bo Firat Epozdemîr heta 15 salan ceza tê xwestin
12:39 Bi îdiaya ‘rojnameger nînî’ doz li rojnamegeran hate vekirin
12:28 Hêlîn Umît: Divê pêwîstiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajoyê bên cîbicîkirin
11:58 Abdullah Ocalan: Hêviya min heye û dê vê pêvajoyê heta dawiyê bidomînim
09:39 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:28 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiyên lêgerîna nava dev red kirin
09:07 Malbatên 5 endamên YBŞ'ê yên dîl hatine girtin hefteyeke di çalakiyê de ne
09:03 Di 3 mehên dawî de herî kêm 14 hezar û 478 kes hatine girtin
09:01 Birayê Ferhat Kurtay: Ger xwedî li bangê bê derketin wê dewlet mecbûr gavê bavêje
09:00 ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2025’AN
08/04/2025
20:09 DEM Partiyê, Partiya Keskan a Almanyayê ezimand
19:48 Şandeya DEM Partiyê li Rûsyayê hevdîtinan pêk tîne
15:54 ÎHD’ê ji girtîgehan re daxwaznameya ‘pere’ şand
15:47 Girtiyên li Îranê: Darvekirin zêde bûne
14:54 Bakirhan: Şandeya me dê vê hefteyê bi Erdogan re hevdîtinê bike
14:05 Li Xezayê rojnamevanê ku birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
14:01 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
14:00 Jinan lêgerîna tazî ya wezîr înkar dike vegotin
13:28 Rewşa girtiyê nexweş Akay ji Wezareta Dadê hate pirsîn
13:13 Di Adarê de herî kêm 145 karker di cînayetên kar de mirin
12:42 Bakirhan: Divê ‘Mafê hêviyê’ bikeve rojevê
11:35 Ji bo xwendekarên girtî daxwaza ‘qedexeya siyasî’
11:05 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Îdianameya Rahîme Karvarê: Bazirganiya fihûş û tiryakê ne hêjayî nûçeyê ne
10:38 Şahid got ku bersûc nas nake!
10:33 Wezaret bi hinceta 'belgeyên winda' biryara bultena sor bi cih nayne
09:57 Qeyûm gelek zarok ji kreşê avêt
09:48 Ciwanên HDK’î: Ji bo bang civakî bibe em ê pêşengtiyê bikin
09:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo Werîşê Mûradî bang kir
09:00 ROJEVA 8’Ê NÎSANA 2025’AN
07/04/2025
22:22 Dê Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê û Erdogan vê hefteyê hevdîtinê bikin
20:31 Malikî: Eger hilbijartin neyê kirin wê Iraq hilweşe
20:14 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:03 Jinan rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin
19:55 Li Iraqê bi sedan zarokî ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn
16:36 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:34 Li Qoserê bang li dewletê kirin: Gavên pratîk biavêjin
15:33 Halîde Turkoglu: Em ê pêvajoyê ji însafa hikûmetê re nehêlin