* Wezareta Karên Hundir, biryara bultena sor a der heqê polîs Nûrbakî Goçmez de ku li Cizîrê zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan qetil kiribû, bi îdiaya "ewraq kêm in" cîbicî nake.
* Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dema di bin rêveberiya DEM Partiyê de Kreşa Perperokê vekiribû û xizmet dida malbatên xizan. Qeyûm, gelek zarok bi hinceta ku heqê xwe nedane ji kreşê derxist.
* Endamên Meclisa Ciwanan a HDK’ê ku tev li Meşa Amarayê bûbûn anîn ziman ku heta ku Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe dê meşa wan bidome.
* Çalakiyên xwendekarên zanîngehê dê bidome. (10.00-17.00)
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di civîna koma partiya xwe de li Meclisê biaxive. (12.45) ZINDÎ
* Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê beriya pereyan ji endama xwe Hatîce Onaran re bişînê, li pêşiya avahiya şaxê daxuyaniyê bide. (13.30)
* Baroya Îzmîrê dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê li avahiya baroyê daxuyaniyê bide. (14.00)