WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, gelek zarok bi hinceta “heqê xwe nedane” ji Kreşa Perperokê avêt.
Waliyê Wanê Ozan Balci di 15’ê Sibatê de weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate tayînkirin ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de bû. Qeyûm, projeyên di serdema rêveberiya DEM Partiyê de ketin meriyetê yek bi yek dide sekinandin an jî betal dike. Rêveberiya qeyûm, ji ewil JINKART û Kartên Piştgiria Sosyal a ji bo jinên xizan hatibû derxistin betal kir. Her wiha projeya 2 tesîsên ji bo îstîhdama jinan hatibûn amadekirin jî da sekinandin. Li gel vê, gelek xebatên di qadên rê, av, kanalîzasyon, îmar, jin, ciwan û çandê de jî da sekinandin.
Rêveberiya qeyûm, dest bi derxistina zarokan a ji Kreşa Perperokê jî kir ku bi zimanê dayikê xizmet dida zarokan. Kesên piştî tayînkirina qeyûm weke berpirsyar li kreşê hatin peywirdarkirin, gelek zarok bi hinceta “heqê xwe nadin” ji kreşê derxistin.
Kreş, di dema rêveberiya DEM Partiyê de hate çalakirin û li kreşê ji malbatên xizan ên nikarin heqê zarokan bidin pere nedihatin standin. Malbatên din jî pereyeke kêm didan.
‘ZAROK ÇIMA JI KREŞÊ TÊN AVÊTIN?’
Reyhan Bahadir ku keça wê ji kreşê hatiye avêtin, anî ziman ku keça wê 10 mehan çû kreşê û ji wê tu pere nehatiye standin. Reyhan Bahadir, got: “Piştî tayînkirina qeyûm gelek zarok ji kreşê hatin avêtin. Dema şaredarî di bin rêveberiya DEM Partiyê de tu pirsgirêk nebûn û zarok bi rehetî li kreşê dihatin perwerdekirin.”
Reyhan Bahadir, da zanîn ku kesên weke midûr li kreşê hatine tayînkirin gef li wê xwarine û ev tişt anî ziman: “Ez çûm cem kesê weke midûrê kreşê hatiye tayînkirin. Min jê pirsî bê çima zarokên me ji kreşê avêtiye. Ji min re got ku heta niha te tu pere nedaye. Dema ez li dij derketim jî gefa binçavkirinê li min xwar.”
Reyhan Bahadir, got ku ji ber derxistina zarokan a ji kreşê ew mexdûr bûne û axaftina xwe wiha qedand: “Dema zarokên me diçûn kreşê, me dikariya karê xwe bikin. Ez diçim karê paqijiyê û cihekî ku keça xwe deynimê tune ye. Weke malbatê mexdûr em ji vê rewşê aciz in. Em qeyûm naxwazin û şaredariya ku qeyûm birêve dibe naxwazin.”
MA / Rûken Polat