AMED - Şahida vekirî Merdan Rustuovalioglu ya doza hevşaredara navçeya Hêne ya Amedê Besîle Narîn, diyar kir ku ew nizane hevşaredar kê ye.
Rûniştina doza ku hevşaredara navçeya Hênê ya Amedê Besîle Narîn bi îdîaya ‘endama rêxistinê ye’ ji nû ve hat darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Besîle Narîn tevlî rûniştinê nebû, parêzerê wê Yûsûf Çakas amade bû.
Şahida vekirî Merdan Ruştuovalioglu bi Sîstema Agahdarkirina Deng û Dîmenan (SEGBÎS) ve tevlê bû. Ruştuovalioglu got ku Besîle Narîn nas nake û ji ber ku nizane kê ye nikare tiştekî bibêje û ger bersûc tevli dadgehê bibe dê wê deme bizanibe nas dike û an jî nas nake.
Heyeta dadgehê biryar da Besîle Narîn ji bo rûniştina bê amade be û rûniştin taloqî 26'ê Hezîranê kir.
ÇI BÛBÛ?
Besîle Narîn ku di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Jinê ya Rosa de hat binçavkirin û darizandin, di 24'ê Sibata 2021'an de beraat kir. Li ser îtiraza dozger 9'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Herêmî ya Amedê di 15'ê Mijdara 2022'an de biryara beraatê bi hinceta kêmasiyên ‘usûl’ betal kir. Rûniştina doza Besîle Narîn li 4'emîn Dadgeha Cezayêgiran a Amedê dîsa dest pê kir. Tevlîbûna Besîle Narîn a li xwepêşandanan, vegotinên şahidê veşartî û tevlêbûna merasîmên cenazeyan wek 'endamtiya rêxistinê' hat nîşandan.