STENBOL - Di îdianameya der heqê rojnameger Rahîme Karvarê de tecrîd weke “propaganda”; binpêkirinên li girtîgehan û windakirina bi darê zorê weke “biçûkxistina Tirkiyeyê” û bazirganiya tiryakê û fihûş weke “mijarên ne hêjayî nûçeyê” hatin nirxandin
Rojnameger Rahîme Karvar di 17’ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de di serdegirtina malê de hate binçavkirin û di 21’ê Çileyê de jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Îdianameya der heqê Rahîme Karvarê de hate amade kirin. Rahîme Karvar ji ber xebatên rojnamegeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate sûcdarkirin û ev îdianame ji hêla 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin. Îdianame ji 36 rûpelan pêk tê û danişîna ewil a dozê dê di 12’ê Hezîranê de bê lidarxistin.
Di îdianameyê de dîroka PKK’ê û avadaniya KCK’ê hatin vegotin û çapemeniya Kurd girêdayî PKK û KCK’ê hatin kirin.
Di îdianameyê de hate bibîrxistin ku Rahîme Karvar bernameya bi navê “Mercek”ê pêşkeş kiriye û weşandina vê bernameyê ya di Medya Haber TV’yê de weke sûc hate nîşandan. Hat destnîşankirin ku di bernameyê de mijara “tecrîdê” hatiye nirxandin û bi vê boneyê jî îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate kirin.
MIJARA WINDAKIRIYAN WEKE SÛC HATE NÎŞANDAN
Di îdianameyê de hate gotin ku Rahîme Karvar di bernameya xwe de xizmên kesên di dema binçavkirinê de yan jî li cihên ne navendên binçavkirinê bûn ji hêla dewletê ve hatine windakirin kiriye mêvanên xwe, çîrokên wan kesan hatine vegotin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatine vegotin. Di îdianameyê de ev yek weke sûc hate nîşandan. Di îdianameyê de hate diyarkirin ku di bernameyê de binpêkirinên li dijî girtiyan hatine vegotin û ev binpêkirin weke “îdiayên bêbingeh” hatin nirxandin û îdiaya “Bi van bernameyan re dewleta Tirkiyeyê biçûk hatiye xistin” hate kirin. Di heman demê de şêweyê pênasekirina bûyer, cih û erdnîgariyê ya di bernameyê de jî di îdianameyê de cih girt û peyvên weke “Kurdistan”, pênasekirina pevçûnên li herêmê ya bi têgeha “şer” jî weke “hêmayên sûc” hatin pêşkeşkirin.
DÎLEK EKMEKÇÎ JÎ KIRIN MIJARA SÛC
Dîlek Ekmekçiyê piştî ku gotibû li wargehên deweltê bi zarokên keç ên ji neçarî li wir dimînin fihûşê didin kirin û di vê mjarê de rola MHP û Ulku Ocaklariyê aşkera kiribû, hatibû girtin. Bernameya Rahîme Karvar a der heqê Dîlek Ekmekçî de jî weke sûc hate nîşandan. Di îdianameyê de hate gotin ku Rahîme Karvarê di bernameya xwe de jiyana Dîlek Ekmekçî vegotiye, aniye ziman ku zarokên keç ên li wargehan terkî fihûşê hatine kirin, bikaranîna tiryakê û bazirganiya wê li Tirkiyeyê zêde bûye û ji bo vê yekê ev nirxandin hate kirin: “Ev mijar ne hêjayî çêkirina nûçeyê ne.” Nirxandinên mêvanên Rahîme Karvarê yên der heqê van mijaran de jî weke “Saziyên dewleta Komara Tirkiyeyê û saziyên girêdayî wan biçûk hatine xistin” hatin nirxandin.
TÊGEHA ‘ŞEHÎD’ A JI BO ROJNAMEGERÊN HATINE QETILKIRIN SÛC E
Îfadeyên mêvanên bernameyê bi kar anîn jî di îdianameya Rahîme Karvarê de weke sûc hatin nîşandan. Gotinên Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan weke “pesnê rêxistinê dide” hatin nirxandin û têgeha “şehîd” a ku ji bo rojnamegerên ji hêla Tirkiyeyê ve hatine qetilkirin jî weke sûc hatin nîşandan.
PARVEKIRINÊN LI SER MEDYAYA DIJÎTAL
Parvekirinên li ser medyaya dijîtal ên Rahîme Karvarê yên der heqê rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de ku ji hêla Tirkiyeyê ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin, di îdianameyê weke sûc hatin nîşandan. Di îdianameyê de parvekirinên Rahîme Karvarê yên têkildarî Haci Lokman Bîrlîk ku piştî qetilkirinê bi wesayîta zirxî ve hatibû girêdan û li kolanan hatibû kaşkirin û Garîbe Gezer a li girtîgehê hatibû qetilkirin jî weke “sûc” hatin nîşandan.
JI ‘ENDAMTIYA RÊXISTINÊ’ CEZA XWEST
Bi domdarî di îdianameyê de ji bo Medya Haber TV’yê ku bernameyên Rahîme Karvarê diweşand îdiaya “Ev kanal propagandaya rêxistinê dike” hate kirin û hate îdiakirin ku Rahîme Karvar li vê kanalê pêşkeşvaniyê dike. Di îdianameyê de hinceta daxwaza cezayê hefsê ya ji bo Rahîme Karvar jî wiha hate nîşandan: “Medya Haber TV ji bo armanc û hedefên rêxistinê bigihijin gel dixebite, di weşanên behsa xeberê de sempatiya rêxistinê ya li hemberî tundiyê zêdetir dike, çalakiyên tên kirin ji bo vê girseyê rewa tên nîşandan, ji bo çalakiyên rêxistinî bang tên kirin û bi vê yekê re xetereyeke cidî li ser ewlehiya neteweyî û yekparetiya dewletê tê avakirin. Gumanbar, di kanalê de weke nûçegihan bi awayekî çalak dixebite û li kanalê hejmara bernameyên zêde û domdar hene. Bi vê yekê re tê fêmkirin ku gumanbarê sûcê endamtiya rêxistinê kiriye.”
MA / Omer Îbrahîmoglû