STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê 139 xwendekarên girtî de îdianame amade kir û ji bo xwendekaran daxwaza “qedexeya siyasî” kir.
Di çalakiyên protestokirina operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de xwendekar jî di nav de nêzî 300 ciwan hatin girtin. Îdianameya der heqê 139 xwendekarên di 15’ê Adarê de hatibûn girtin de hat amadekirin. Li gorî nûçeya Sozcuyê, îdianameya ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye amadekirin ji hêl 49’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê ve hate qebûlkirin.
Di îdianameyê de dozgeriyê ji bo xwendekaran daxwaza qedexeya siyasî xwest. Yek ji ciwanên jê re qedexeya siyasî hatiye xwestin jî endamê PM’a CHP’ê û xwediyê dirûşma “Dê her tişt pir xweş bibe” Berkay Gezgîn e.