ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek têkildarî rewşa girtiyê nexweş Soydan Akay pêşnûmepirs da Meclisê û got: “Soydan Akay krîza dil derbas kir lê nexweşxaneya girtîgehê çima tenê teşhîsa rabûna tansiyonê kir?”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek têkildarî rewşa girtiyê nexweş Soydan Akay ku di sala 1993’yan de hate girtin û cezayê muebbedê lê hate birîn û niha li Girtîgeha Hejmar 9 a Tîpa F a Marmarayê tê ragirtin, bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bibersivîne pêşnûmepirs da Meclisê.
Çîçek, di pêşnûmeyê de da zanîn ku Akay zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ye û rewşa wî ya tenduristiyê û binpêkirinên mafan ên li dijî Akay tên kirin nîşan didin ku binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş êdî sîstematîk bûne. Çîçek, got ku tevî girtiyê muebbeda girankirî nîne û pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê jî Akay di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Her wiha hate gotin ku Akay di 11’ê Tebaxa 2023’yan de 30 salên cezayê xwe temam kiriye lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê di 10’ê Sibata 2025’an de cara 4’emîn tehliyeya wî taloq kiriye.
Çîçek, xwest Tunç van pirsan bibersivîne:
“*Soydan Akay krîza dil derbas kir lê çima nexweşxaneya girtîgehê tenê teşhîsa tansiyona bilind kir? Ev nakokiya tibbî çawa û li gorî çi hatiye kirin?
*Rewşa tenduristiyê ya niha ya Soydan Akay çawa ye? Gelo tedawiya wî baş tê kirin? Gelo wezareta we ji bo taloqkirina cezayê wî ya bi sedema nexweşiyan dê hewldanekê bike?
*Soydan Akay çima di hucreya yekkesî de tê ragirtin? Sedema vê cihêkariya taybet çi ye?
*Gelo ma Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bi biryarên redkirinê yên der heqê Soydan Akay de, ma rayeya darizandinê ya darazê binpê nakin? Ma hiqûqî ye ku lijne bi nirxandinên weke ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘têkilî’ hukmê bidin?
*Gelo helwesta wezareta we ya ji bo nirxandina ‘ÎGK weke dadgehên duyemîn’ çi ye? Ji bo guherandina avadaniya van lijneyan an jî rakirina wan tu amadekariyên we yên qanûnî hene?
*Ji bo venêrîna biryarên keyfî, siyasî û cihêkar ên ÎGK’an gelo tu xebatên we hene? Ji bo girtiyên bi biryarên van lijneyan mafê wan ê azadiyê hatiye binpêkirin, gelo hûn ê tu gavan biavêjin?
*Di serî de Girtîgeha Marmarayê, gelo ji bo girtîgeh ji hêla pisporên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin, gelo wezareta we dê tu xebatan bimeşîne?”