NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî ku li Îranê kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” didomînin, anîn ziman ku di demên dawî de hejmara darvekirinan a li Îranê zêde bûne.
Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 63’yemîn de didome. Girtiyên di greva birçîbûnê de, cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn şermezar kirin û bertek nîşanî redkirina daxwaza jinûvedarizandinê dan.
ÎXTÎMALA DARVEKIRINA 10 GIRTIYAN ZÊDE YE
Daxuyaniya girtiyên siyasî ya vê hefteyê wiha ye: “Di Cejna Newrozê de di înfazkirina biryarên darvekirinê de hejmar hinek kêm bû lê em dibin şahid ku dîsa zêde bûne. Di rojên dawî de gelek girtî xistine karantînayê. Weke mînak, di roja duşemê de herî kêm 10 girtiyên li Girtîgeha Qezl E-Hazarê sewqî ‘qawîşa biewle’ hatin kirin. Ev yek nîşan dide ku îxtîmala darvekirina wan nêz e.
XETEREYA DARVEKIRINA EZÎZÎ ZÊDE BÛ
Hikûmata Komara Îslamî ya Îranê zext û protestoyên hundir û derve jinedîtî ve tê û sepanên zextê û cezayê darvekirinê didomîne. Weke mînak; daxwaza jinûvedarizandinê ya girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî cara duyemîn hate redkirin. Bi vê biryarê re xetereya darvekirina Pexşan Ezîzî zêdetir bû. Girtiyê siyasî Kerîm Hocasteh ku li Girtîgeha Lakanê ya li Reşê tê ragirtin jî bi sûcdariya ‘serhildanê’ hate darizandin û der heqê wî de biryara darvekirinê hate dayin.
BILA ÎDAM WERE RAKIRIN
Weke endamên kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ em her hefteyê dibêjin ku fikarên me ji ber zêdebûna gefa îdamê heye, van cezayên bi zimanekî aşkera şermezar dikin û li dijî zêdebûna darvekirina kesên ji ber sûcên siyasî tên darizandin, hişyariyê didin. Em piştgiriya navneteweyî pîroz dikin û ji civaka navneteweyî daxwaz dikin ku domandina hemû pêwendî û karûbarên xwe yên bi Komara Îslamî ya Îranê re girêdayî şertê rakirina cezayê îdamê bikin.”
GIRTÎGEHÊN GREV LÊ HEYE
Navên girtîgehên greva birçîbûnê lê heye ev in: “(Qawîşa Jinan, Qawîşa 4’an û Qawîşa 8’an), Ghezel Hesar (Unîteyên 3’yemîn û 4’emîn), Karaj, Tehrana Mezin, Khorin Varamîn, Chobîndar Qazvîn, Arak, Khorramabad, Asadabad Îsfehan, Dastgerd Îsfehan, Sheîban Ahvaz, Sepîdar Ahvaz (Jin û zilam), Nîzam Şîraz, Adelabad Şiraz (Jin û zilam), Borazjan, Ramhormoz, Bam, Kahnouj, Tabas, Juyin, Meşhed, Gonbad Kavous, Ghaemshahr, Lakan Rasht (jin û zilam), Rudsar, Hawiq Talesh, Dieselabad Kermashan, Erdebil, Tebrîz, Urmiye, Salmas, Hoy, Naqdeh, Miandoab, Saqqez, Baneh, Marivan û Kamyaran.”