NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partiyê li Rûsyayê der barê "Banga Aşitî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên dawî de hevdîtinan pêk tîne.
Der barê mijarê daxuyaniyek ji aliyê DEM Partiyê ve hat dayîn û wiha hate gotin: “Şandeya me ku ji Cîgira Hevseroka Giştî ya Berpirsê Komîsyona Têkiliyên Derve Ebru Gunay, Cîgirê Hevserokê ji Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî, Hevberdevkê Komîsyona Aboriyê Saruhan Oluç û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit pêk tê, li Rûsyayê hevdîtinên cuda pêk tînin.”
Şandeya me bi Komîteya Têkiliyên Derve ya Duma û Komîteya Rêveberiyên Xwecihî û Polîtîkayên Herêmî ya Dumayê re cuda cuda li hev civiya. Di hevdîtinan de Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kir û bandorên wê, modela rêveberiyên xwecihî yên li Rûsyayê, geşedanên li Kafkasya, Rojhilata Navîn û bi taybetî yên li Iraq û Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.”