Birayê Ferhat Kurtay: Ger xwedî li bangê bê derketin wê dewlet mecbûr gavê bavêje

  • rojane
  • 09:01 9 Nîsan 2025
  • |
img
MÊRDÎN - Birayê Ferhat Kurtay ê ku yek ji pêşengên berxwedana Girtîgeha Amedê Ferît Kurtay, têkildarî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan got: "Ger em tişta dikeve ser milê me bikin, wê dewlet mecbûr bimîne gavê bavêje." 
 
Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de ji raya giştî re hat parvekirin, PKK'ê agirbest îlan kir. Tevî vê bangê jî ku li cîhanê deng veda, ji aliyê desthilatê ve gav nehatine avêtin û ev rastî nerazîbûnan tê.
 
Di derbeya leşkerî ya 1980’an de Eşref Anyik, Mahmut Zengin, Necmî Oner û Ferhat Kurtay li Girtîgeha Amedê li dijî îşkence û pêkanînên dijmirovahî bedena xwe dan ber agir. Ev navên ku di girtîgehê de pêşengiya berxwedanê kirin bi navê “Çar” ketin nava rûpelên dîrokê.
 
Birayê Ferhat Kurtay Mehmet Ferît Kurtay ku wê demê bi Ferhat Kurtay re di girtîgehê de bû, der barê bûyer û pêvajoya wê demê de axivî. Kurtay diyar kir ku dema birayê wî Ferhat Kurtay çalakiya xwe li dar xistiye, ew bi xwe di hucreya 31’emîn a ku kadroyên pêşeng ên PKK’ê lê dihatin girtin de bûye.
 
‘ARMANCA FERHATAN’
 
Ferît Kurtay, got: “Dema ku Ferhat (Kurtay), Mazlum (Dogan), Hayrî (Durmuş), Kemal (Pîr) çalakiyên xwe pêk anîn, gotin, ‘Bila gelê me û zarokên me azad bijîn.' Ji bo ku zarokên kurd azad bijîn ev çalakî li dar xistin. Armanca wan ew bû ku biratî, azadî û bedewî bû. Dixwestin kurd bi arami, aşti û azad hebin. Ji bo ku kurd bên naskirin, çalakiya xwe kirin. Jixwe kurd ti carî dest ji vê xakê bernedane û li vir bûne. 100 sal in gelek tişt guherîn. Lê piştî vê saetê jî divê êdî xwîn nerije. Lewma em aştî û biratiyeke mayinde û pêvajoyeke ku kurd xwe tê de dibînin dixwazin. Em dixwazin ev şer bi dawî bibe."
 
Kurtay da zanîn ku ew wekî Kurd bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Dewlet gavan navêje jî, em ê ji vê asta ku gihîştine paşde gav navêjin." Kurtay hestên ku di roja xwendina banga Abdullah Ocalan de lê peyda bûne anî ziman û got: "Min ji xwe re fikirî ku di salên 1983, 1993 û 2015'an de pêkan bû ku pêvajo bigihêje vê qonaxê. Lê belê ji ber kesên şerxwaz pêk nehat. Lê vê carê hêviya me heye. Di vê pêvajoyê de çi bikeve ser milê me em ê bikin. A rast tu hêviyek me ji dewletê tune ye.  Ger em tişta dikeve ser milê me bikin, wê dewlet mecbûr bimîne gavê bavêje." 
 
Kurtay bi bîr xist ku rojeva Tirkiyeyê ya niha banga Abdullah Ocalan e û got ku desthilat bi operasyonên li dijî CHP'ê hewl dide rojevê berovajî bike. Kurtay got: "Tişta ku divê li dijî vê bê kirin ew e ku zêdetir piştgirî bidin bangê. Dema ku ev bang bê destekkirin û ev piştgirî mezin bibe, neçar e ku dewlet gavan biavêje. Dema ku em çi hewce be bikin dê dewlet jî bike. Beriya her tiştî girtiyên nexweş hene. Divê serbest bên berdan. Divê hemû girtî serbest bên berdan."
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

13/04/2025
16:54 OHD: Bi banga Abdullah Ocalan re hevkêşeya sedsalî xera bû
16:34 Karkerê li Şirnexê di bin hezazê de ma jiyana xwe ji dest da
16:30 Rûsyayê bi fûzeyan êrişî Ûkraynaê kir: Herî kêm 32 kes mirin
15:35 Endamên DÎK’ê çûn serdana şîna Sungur
15:29 Komxebata Egîtîm Senê di roja duyan de dom kir: Zanîna xelet mirov dike kole
13:44 Wêneyekî Abdullah Ocalan ê heta niha nehatibû weşandin derket holê
13:07 Piştî 4 mehan ceyran gihişt Kobanê û gundên wê
13:05 Bendên kontrolê yên li Helebê tên rakirin
12:42 Li Wanê li pey hev erdhej çêbûn
12:00 Îran: Di hevdîtinên bi DYA’yê re em gelek nêzî muzakereyan bûne
11:23 Îsraîlê li Xezeyê nexweşxaneyek bombebaran kir
11:17 Komeleya Aştî û Azadiyê ya Ewropayê hate avakirin: Li dîasporayê siyaseteke nû
10:38 Bi îdiaya ‘bombeyê’ hate girtin bi hinceta ‘raporê’ ceza lê hate birîn
10:13 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:08 Darren Millar piştgirî da banga Abdullah Ocalan û got: Modela IRA’yê dikare bibe mînak
10:05 Herêma êriş lê didomin kişandibû: Li hin gundan 200 Elewî hatibûn qetilkirin
09:30 Bi ser bangê re 46 roj derbas bûn: Yek ji gavan statuya Kurdî ye
09:23 Kampanyaya ‘Pirtûka bi Tirkî bîne, pirtûka bi Kurdî bistîne’ tê destpêkirin
09:03 Ji bo girtiyên nexweş bang kir: Divê dewlet gavan biavêje
09:02 Dayikan bang li îktîdarê kirin: Demildest Ocalan berdin
09:01 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
09:00 ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2025’AN
12/04/2025
16:37 Xwestin Akay û Aladag bên berdan
15:36 Cenazeyê nivîskar Îbrahîm Sungur hat veşartin
14:48 Xizmên windayan: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rabirdûyê re hevrûbûyîn divê
13:17 Li Colemêrgê mirineke biguman
12:54 Ji Egîtîm Senê komxebata perwerdehiya bi zimanê dayikê
12:46 Tevî biryara agirbestê jî êriş didomin: 2 HPG'î jiyana xwe ji dest dan
12:38 Ji Weşanên Aramê 8 pirtûkên nû
09:31 Ji hiqûqnasan ji bo 'mafê hêviyê' amadekariya serlêdanê
09:07 Ji Weşanxaneya Aryenê du jê rêziman 4 pirtûkên nû
09:05 Êrişî abîdeya 10'ê Cotmehê kirin: Malbat dixwazin kiryar bên tespîtkirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2025'AN
11/04/2025
16:05 Rojnamegerên tên darizandin: Em ê parastina rûmeta rojnamegeriyê bidomînin
16:01 Jin li Mûglayê li ser aştiyê axivîn
15:54 Başboga û Akkurt piştî 32 salan hatin berdan
15:46 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
15:44 Di doza rojnamegeran de dê mutalaa bê amadekirin
14:49 Ji bo 59 kesan biryara tehliyeyê hat dayin
14:46 Uveyş Ocalan hat bibîranîn: Em ê aştiyê bi civaka demokratîk tacîdar bikin
14:38 'Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bên girtin’
13:29 Li Rojhilat 4 kes hatin binçavkirin
13:27 Di şewata mala prefabrîk de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:22 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê got dê hilbijartin di dema xwe de bên kirin
13:20 Giliyê kesên piştgiriyê didin komkujiya Elewiyan hate kirin
13:08 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Em şansekî rastîn didin dîplomasiyê
13:06 Ramazan Karataş piştî 32 salan hate berdan
12:29 Çawişê pispor ê ku Aydin qetil kirî hewldaye hevalê wî jî bikuje
12:21 Di nava sê rojan de 9 Beluc hatin darvekirin
10:41 Girtiyê nexweş Çam rakirin nexweşxaneyê
10:20 MYK’a DEM Partiyê civiya
09:53 14 caran gilî kir lê necezakirin weke tundî lê vegeriya
09:38 'Divê şert û mercên bangê demildest pêk bên'
09:37 Dê jin ji bo cîvakîbûna bangê xwe bi rêxistin bikin
09:27 Ji bo lîteratura hiqûqê ya bi Kurdî gaveke nû: DADSAZ hat avakirin
09:01 Qeyûm, ji bo serokê AKP'î ajovanek girt kar!
09:00 ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
10/04/2025
18:49 Ji Şandeya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî
16:35 Îdianameya der heqê Ahmet Saymadî de hate amadekirin
16:27 102 ciwan hatin berdan
16:21 Mutlu ku piştî 31 salan hate berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
16:05 Sirri Sureyya Onder: Hêviya me niha mezintir e
15:09 Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê û Erdogan de bi dawî bû
14:50 Kongreya Neteweyî ya Kurd dê hefteya pêş bê lidarxistin
14:44 Li Dihokê derdora gundekî hate bombebarankirin
14:03 DEM Partî têkildarî 'bangê' dest bi serdanên malan dike
13:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
13:47 Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket
13:46 Qayûm dest bi firotina mal û milken Şaredariya Akdenîzê kir
13:37 Levent Dolek jî di nav de 4 kes hatin berdan
13:25 Li Rihayê lêgerîna tazî li malbatên girtiyan hate ferzkirin
13:20 Xalê Aslan ê ji aliyê çawîşekî pispor ve hat qetilkirin axivî: Ev nayê qebûlkirin
13:13 Li Îranê 5 girtî hatin darvekirin
13:08 Komkujîya Gara Enqereyê di meha 114’an de ye
12:17 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:15 Rojnameger Vîda Rabbanî li Îranê hate berdan
12:03 Li Colemêrgê govek tebiqî: 25 karik û berx mirin
11:59 Li Sûdanê bûyerên destdirêjiyê yên li dijî jin û zarokan zêde dibin
11:58 Li ser rêya Colemêrg-Wanê qeza: 8 kes birîndar bûn
11:51 Piştî peymanê 7 hezar malbat vegeriyan Efrînê
11:43 Malbatên ku gundên wan hatin şewitandin û xizmên xwe winda kirin çareseriyê dixwazin
11:21 Uveyş Ocalan dê di sala 32’yemîn a wefata xwe de bê bibîranîn
11:02 Komîte wê li ser 'mafê hêviyê' bê agahdarkirin ku Tirkiyeyê gav neavêtiye
10:37 MPKE: Banga Ocalan erênî ye, binçavkirin û girtin cihê fikaran e
10:28 'Ji bo pêvajo jidil bimeşe divê girtiyên nexweş bên berdan’
09:56 Li Enqereyê di kana madenê de hezaz çêbû: 13 kes birîndar bûn
09:55 Pirtûka Abdullah Ocalan wergerandin zimanê Swêdî
09:52 Rojnameger Şoxan Mîrza: Tirkiye bi çekên giran êrişî herêmê dike
09:45 'Ger li dijî qeyûman deng bihata derxistin îro me li ser Îmamoglû nîqaş nedikirin'
09:30 Saadet Oklu ya ku du zarokên xwe winda kirine: Niha dora gavavêtinê ya dewletê ye
09:01 Li Amedê bertek li dijî tundiya li ser jinê: Çareserî xweparastin e
09:00 ROJEVA 10’Ê NÎSANA 2025’AN
08:58 Rojnameger Soykan û Agirel hatin binçavkirin
09/04/2025
22:25 Hîvzullah Mûtlû piştî 31 salan hat berdan
21:40 Çalakvanên Cenevreyê: Heya Abdullah Ocalan azad nebe wê têkoşîn bidome
20:05 Tê xwestin Shala Pirastah a ku sîxurtiyê qebûl nekir bê dersînorkirin
16:21 Dayika Denîz Poyrazê rakirin nexweşxaneyê
16:12 Di borsayê de 2 trîlyonên winda: DEM Partiyê xwest komîsyon bê avakirin
15:15 Abdulazîz Ok piştî 32 salan hate berdan