ENQERE - Di 3 mehên dawîn ên salê de rêjeya tijîbûna girtîgehan 14 hezar û 478 kes zêde bû. Hejmara girtiyên li girtîgehên ku kapasîteya wan 299 hezar û 940 e, bi zêdebûna dawî re gihîşt 398 hezar û 694 kesan. Bi vê hejmarê re kapasîteya heyî ya girtîgehan 98 hezar û 754 kesan derbas kir.
Li gorî daneyên meha Adarê rêjeya tijîbûnê ya 395 girtîgehên Tirkiyeyê gihîşt 398 hezar û 694 hezar kesî. Li girtîgehên ku ji aliyê Wezareta Dadê ve kapasîteya wan a fermî 299 hezar û 940 kes e, bi vê rêjeyê rekapasîteya wan ji sedî 133,93 derbas bûye. Hêjayî bibîrxistinê ye ku girtîgehên ku rêjeya tijîbûna wan ji 98 hezar û 754 kesan derbas bûye, bi girtinên ku di encama operasyonên li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de hatin kirin zêde bûn.
Li gorî daneyên Wezareta Dadê, beriya girtina 10 girtîgehan hejmara girtîgehan 405 bû û ji 1'ê Çileyê ve 384 hezar û 216 kes di girtîgehan de bûn. Ev hejmar di meha Sibatê de 8 hezar û 240 kesî zêde bû û derket 392 hezar û 456 kesan. Di meha Adarê de her çend 10 girtîgeh kêm bûbin jî, hat diyarkirin ku li gorî meha Çile hejmara girtî û hikumxwaran 14 hezar û 478 kes zêde bûye. Wezareta Dadê hêj daneyên meha Nîsanê eşker nekiriye, lê tê payîn ku rêjeya tijîbûna girtîgehan di meha Nîsanê de li gorî meha borî zêde bibe.
Zêdebûna kapasîteya li girtîgehan ji destpêka salên 2000'î û vir ve didome. Hat dîtin ku hejmara girtî û hikumxwarên li girtîgehan 8 qat zêde bûye û di sala 2000'an de bûye 49 hezar û 512, di sala 2020'an de 266 hezar û 831, di sala 2022'an de 341 hezar û 497, di sala 2025'an de jî bûye 398 hezar û 694.
Li gorî daneyên sala 2025'an ên Wezareta Dadê hejmara personelên li girtîgehan dixebitin 63 hezar û 214 ye, ji budçeya 2025'an jî ji bo lêçûnên van girtîgehan 18,5 milyar lire hatiye veqetandin. Ev hejmar li gorî sala 2024'an ji sedî 30 zêde bûye.
MA / Firat Can Arslan