NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora texmînkirina hewayî ya meteorolojiyê, li bendê ye ku li gelek bajarên bakurê Kurdistanê barînên zêde bibarin.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya îro parve kir. Midûriyetê ji bo Sêwasê bi koda zer hişyariya barînên zêde kir. Di heman demê de ragihand ku dê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê barînên zêde bibarin. Midûriyetê, bi taybet jî xelkê bajarên Mûş, Bedlîs, Agirî, Sêrt, Şirnex, Colemêrg û Wanê li dijî barînan hişyar kir.