RIHA - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bi wesîleya cejnê li Îmraliyê hevdîtin kir û got mamê wî Abdullah Ocalan jê re got: “Hêviya min heye, ez ê heta dawiyê vê pêvajoyê bidomînim."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û tecrîda li ser tê meşandin didome. Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi boneya Cejna Remezanê di 31’ê Adarê de bi malbatên xwe re hevdîtin kirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Deokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan ku di hevdîtinê de cih girt, pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivand.
We cara duyemîn di 31’ê Adarê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ji kêliya hûn hatin agahdarkirin heta hûn çûn Îmraliyê, hest û kelecana xwe dikarin bi me re parve bikin?
Ji gelek aliyan ve ji hêla hestan ve tevliheviyek çêbû. Wisa texmîn dikim ku bi sed hezaran kes dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û ji hêla fîzîkî ve li ba hev bin. Rêberê gelekî bi sala ye li Îmraliyê di tecrîdeke girankirî de tê ragirtin. Daxwaza hevdîtina fîzîkî ya her welatparêzekî hîs dikim û di ferqa vê de me. Ji ber ku ez jî heman hestan dijîm. Me du hevdîtin kirin. Hevdîtinên di 23’yê Cotmehê û di 31’ê Adarê de di çarçoveya hevdîtinên malbatan de bûn. Hevdîtina duyemîn di roja duyemîn a cejnê de hate kirin. Di heman demê de xwişk-birayên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girava Îmraliyê tên ragirtin jî hatin. Ji bo birêz Ocalan, ez û birayê wî (Mehmet Ocalan) çûn. Di jiyana xwe de tişta herî zêde min dixwest ew bû ku rêberê gelekî ji hêla fîzîkî ve bibînim û wê hestê bijîm. Bêguman, mijara xizimtiyê jî heye. Li rexekî mamê min e lê ji mamtiyê zêdetir bandora wî ya li ser civakê, rewşa wî ya rêbertiyê, têkoşîna wî ya 52 salan, hestekî cuda bi mirov dide hîskirin. Birêz Ocalan, 76 sal berê li gundekî biçûk ê Xelfetiyê li Amarayê ji dayik bû. Ev dîrok, mîladek e. Ji gundekî biçûk derket û bandor li cîhanê kir. Em jî ji wî gundî ne. Em jî ji wî gundî ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin. Birayê wî Mehmet Ocalan hêj jî li wî gundî dijî. Du roj beriya hevdîtina cejnê em ji rewşê hatin agahdarkirin. Em çûn Stenbolê û ji wir jî em 5 kes derbasî Mudanyayê bûn. Rayedaran em pêşwazî kirin. Em bi hev re li keştiya diçû Îmraliyê siwar bûn.
Bavê we Mehmet Ocalan piştî demekî dirêj bi kekê xwe re hevdîtin kir, gelo hestên wî çawa bûn? Malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi we re hatin, gelo wan çi hîs kir?
Bira Mehmet Ocalan, piştî 5 salan çû hevdîtinê. Malbatên hevalên din hêj zêdetir dem bû neçûn hevdîtinê. Bavê min (Mehmet Ocalan), dema wêneyê Serok ê ji bo banga 27’ê Sibatê hatiye weşandin dîtî gelek bibandor bû. Dikarim vê bibêjim; di navbera Abdullah Ocalan ê zindî hûn dibînin û yê di wêneyî de cudahî hene. Wêne baş nehatiye kişandin. Yê di wêneyî de ew bi xwe ye lê halê wî yê zindî ji yê di wêneyî de baştir e û dixwazin vê bi raya giştî re parve bikin. Birayê wî jî ji vî wêneyî bibandor bûbû. Dema ew li Îmraliyê dîtî, got ku rewşa wî ji ya di wêneyî de baştir e.
Em bi hev re bi keştiyê çûn Mudanyayê. Em 5 kes di keştiyê de bûn. Ez û bavê min ji bo Serok çûn lê ji bo her 3 hevalên din ji her malbatê yek kes hatibû. Ew jî hestiyar bûn. Zêdetirî 6 sal bûn tu hevdîtin nekiribûn. Di wêneyê 27’ê Sibatê de Serok û hevalên wî hene lê piştperdeya wê heye. Li Îmraliyê guherandina televîzyonê bisînor e. Ekrana televîzyona hevalên bi Serok re tên ragirtin ev 4 sal in xerab e. Ev heval di hevdîtina bi malbatê re de vê rewşê bi malbatê re parve dike. Dibêje ku ev 4 sal in rojevê li ser televîzyoneke ekrana wê nîv xuya dike temaşe dike. Televîzyoneke 10 salî ye û divê were guherandin. Ev yek nîşanî me dide bê tecrîd çiqasî giran e. Li hêla din jî nîşanî me dide bê kesên di nava vê têkoşînê de cih digirin çiqasî fedekar in. Tenê tiştek heye ku hûn bi rêya wê ji cîhana derve agahî digirin lê ekrana wê 4 sal in nîv xuya dike. Vaye têkoşîn ev e. Divê em ji vî alî ve lê binêrin. Şert û merc hene, di hesabên wan de pere jî hene. Ji bo vêbêjim ka tecrîd çiqasî giran e, vê yekê dibêjim.
Di hevdîtina ewil a li Îmraliyê we bi Abdullah Ocalan re kirî de hestên we çi bûn, ji ewil çi gotin ji we re kirin? Gelo gundê xwe, xizm û hevalên xwe pirsî?
Serok, lîderekî siyasî ye û bandorê li siyaseta Kurdistanê dike. Hem Kurd hem jî hemû derdor weke muxatab dibînin. Ev yek nîşan dide ku ji bo domandina vê pêvajoyê bibiryar e û heta dawiyê piştgiriyê dide. Hewceye hevdîtin di vê çarçoveyê de were nirxandin lê mirov bivê nevê jî li aliyekî hest jî hene. Li hundir li cihê hevdîtin hate kirin em 5 deqeyan sekinînin, piştre Serok ji derî kete hundir. Me merheba da hev, çûn destê hev û xwest em rûnin. Li cihê xwe yê hevdîtina berê de rûnişt. Em du kes li hemberî wî bûn. Got; ‘Ji ewil em geşedanan binirxînin, heke tiştekî ku hûn bibêjin hebe bibêjin, paşê heke gund, malbat an jî tiştekî din hebe em ê binirxînin, ez ê bipirsim.’ Em dizanin ku Serok ji hêla hestê ve li cihekî girîng e, ji ber ku pirsa gelek hevalên xwe kir. Qala Mêrdînê, malbatê, zarokan kir. Serok, got; ‘Omeriyanî welatparêz in, belkî di vê rêyê de gelek şehîd dane. Latîf Yildirim hebû, wê demê xizmekî wî li Nisêbînê şaredar bû, malbateke welatparêz bû, silavên min li malbatê bikin.’ Qala Xursê kir, behsa Arslanan kir, silav şand. Qala Licê kir, silavên xwe ji malbata Zugurlu re şand. Got; ‘Licê cihekî girîng e, Lice tê wateya Amedê, Amed jî tê wateya çareserî û aştiyê.’
Gelo pirsa gundê xwe, xizmên xwe û hevalên xwe kir? Çi hişyarî kir?
Qala gundê me kir. Pirsa hevalên xwe yên zaroktiyê kir. Navên wan got û silav jê re şand. Qala gundê Cibînê kir ku li rex gundê me ye. Serok, 5 salan li wir dibistana seretayî xwend. Qala hinek malbatên li Cibînê, hevalên xwe kir... Qala Atmacilar, Kumrallar, Sariçîçekleran kir. Li wir kesekî wesayîta Serok ajotibû kir lê navê wî nehat bîra wî, silav jê re şand. Em hîn bûn ku ji Kumrallarê ya. Cibîn, gundê Tirkmenan e. Qala Erêhê kir. Rewşa li wir pirsî. Silavên xwe ji tevahiya Kurdistanê re şand. Civîn, di jiyana Serok de xwedî cihekî girîng e. 5 salan bi meşê diçû dibistanê û dihat. Dema behs dikir jî bal kişand ser rêxistinkirinê. Got; ‘Dema min nimêj dikir, komeke min a nimêjê hebû. Dema diçûm dibistanê komeke min a hevalan hebû. Ez biçûma ku derê min xwe birêxistin dikir, birêxistin dikir. Ez niha jî wisa me.’ Di vê mijarê de hinek rexneyên wî ji bo partî û siyasetê hebûn. Got; ‘Sosyalîstbûn çi ye? Civakîbûn, civakparêzî ye. Di nav gel de xebata bi gel re ye, meşa bi wan re ye. Divê hûn xwe li her derê birêxistin bikin. Divê hûn li her derê xebatan bimeşînin û di nav gel de cih bigirin.’
Di hevdîtinê de herî zêde hûn li ser çi axivîn, we bal kişand ser çi?
Di 40 deqeyên ewil ên hevdîtinê de têkildarî Sûriye, Rojava, Herêma Federe ya Kurdistanê, Îran û Rojhilat nirxandinên kûr kir. Têkildarî DEM Partiyê nirxandinên wî hebûn. Têkildarî Stenbolê nirxandinên wî çêbûn. Di vê navberê de ketim navberê û min geşedanên dawî yên li Stenbolê jê pirsî. Li ser vê yekê nirxandin kir.
Gelo têkildarî encamên Banga Sedsalê ya 27’ê Sibatê tu tiştek bi we re parve kir, haya wî ji encamên wê heye?
Têkildarî banga 27’ê Sibatê hin agahî bi me re parve kir. Ez jî li eywanan bang lê hatibû kirin bûm. Min eleqeya çapemeniya neteweyî û navneteweyî jê re ragihand. Pirsa ‘Çiqas eleqe hebû?’ kir. Min jî jê re got ku derdora 300 dezgehên çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî bang şopandine û eleqeyeke zêde hebû. Min got ku piştî 27’ê Sibatê di nava gel de rewşekî hestiyar ava bûye, partiya me hema hema li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê li 101 navendan civîn li dar xistine. Me got ku bi Newrozê re xwedîderketineke mezin li bangê çêbûye. Pirsa Newrozê li Rojava û Rojhilat kir. Me got ku Newrozên li Rojava baş derbas bûne. Me got ku li Rojhilat jî beşdariyeke rekor çêbûye lê li ser Azeriyan hewldana provokasyonê hatiye kirin. Serok ket navberê û got; ‘Azerî dostên me ne. Ji wê demê heta niha têkiliyên me hene. Azerî kesên nêzî fikir û nêrînên me ne.’ Me got ku jixwe zêde nehiştine ev rageşî bidome. Me got ku Newroza di 29’ê Adarê de ya li Frankfurtê fînal bû û gelek biheybet derbas bûye. Serok, got; ‘Belê gelê me xwedî li banga me derket. Di vê mijarê de ji hemû kesên beşdarî Newrozê bûn û xwedî lê derketin re silavên xwe dişînim. Ez cejnên Newroz û Remezanê li wan pîroz dikim.’ Me got ku NY, Almanya, Amerîka, Rûsya û Çînê Banga Aştî û Civaka Demokratîk erênî pêşwazî kirine. Wî jî di vê mijarê de nirxandin kir.
Her çar parçeyên Kurdistanê ji Banga Sedsalê bibandor bûn û li her derê encamên wê çêbûn. Gelo Abdullah Ocalan di mijara polîtîkayên navneteweyî yên navenda wan Sûriye, di mijara parastina statuya Kurdan a li wir û pêşxistina wê de çi got?
Me hinek agahî pê re parve kir. Ew ji di mijara Rojava serwext e. Got ku li dijî qetilkirina Elewiyên Nusayrî pir hêrs bûye. Got; ‘Em vê qebûl nakin, tiştekî wiha nabe, em komkujiyên li dijî Elewiyan rast nabînin. Çend kes hatine qetilkirin?’ Min jî got ku zêdetirî 2 hezar kes hatine qetilkirin. Got;’ Zar û zêç, jin... Li dijî her kesî qirkirinê dikin. Ev, rêbazên mîna DAIŞ’ê ye. Em vê qebûl nakin. Divê heq û hiqûqa Elewiyên Nusayrî were parastin. Divê maf û hiqûqa Durziyan were parastin. Dikarin pergalên mîna yên Kurdan ava bikin. Dikarin bi hev re pêwendiyan deynin û divê ev rêbazên mîna yên DAIŞ’ê neyên qebûlkirin.’ Dikarim bibêjim ku rêveberiya navendî ya heyî ya li Sûriyeyê rexne dike.
AKP piştî bangê di nava hewldana mijûlkirinê de ye û gavên çareseriyê vedihêle. Gelo Abdullah Ocalan di vê mijarê de tiştek bi we re parve kir?
Dikarim bibêjim ku li ser hinek rewşan hate axaftin. Rewşa PKK’ê, kongreya ku dê PKK li dar bixe û têkildarî rê û rêbazên wê axivî. Di mijara ewlehiyê de dikarim vê bibêjim; got ku di mijara ewlehiyê de divê her kes ewlehiya xwe bigire. Lê tevî gelek rexneyên wî, tevî ku şert û merc pêş nakevin jî, birêz Ocalan herî dawî got; ‘Hêviya min heye, ez ê vê pêvajoyê heta dawiyê bidomînim.’ Ev biryardariya xwe nîşan da. Me dît ku hinek pêdivî û daxwaz nehatine pêşwazîkirin. Birêz Ocalan got ku ew bibiryar e ku vê pêvajoyê birêve bibe, bihêvî ye û got ku ji bo bigihijîne encamê tişta ji dest tê dê bike. Me ji birêz Ocalan re got; ‘Baweriya gel a bi we tam e, piştgiriyê dide banga we, ji fikrên we û ji we bibawer e. Lê belê ji ber di dawiya pêvajoya 2015’an, ji ber salên 2019 û 1993’yan hinek fikar û gumanên wan hene.’ Serok jî got; ‘Gel mafdar e, li cihekî rast disekine, rast difikire. Lê belê ez vê pêvajoyê birêve dibim û bibiryar im ku heta dawiyê bibim. Hêviya min jî heye û ji bo vê dixebitim.’
Bi taybet jî bavê we Mehmet Ocalan beriya niha gelek caran bi kekê xwe re hevdîtin kir, tu ferqa vê hevdîtinê ji yên din hebû?
Gelek bîranînên xwe yên zarokatiyê yên bi bavê min re parve kirin. Dema qala birêxistinkirinê dikirin, ev bîranîna xwe ya bi bavê min re parve kir; ‘Tê bîra te ne wisa dema em zarok, dema min li bin dara fistiqê pirtûk dixwend, te bela xwe ji min venedikir. Herî dawî heta gund min da pey te. Bavê min jî alîkarî da te û min li dijî bavê xwe jî serî rakir. Hemû gund bi vê rewşê hesiya û dest bi şopandina me kir. Vaye têkoşîna min a li hemberî neheqiyê, referansa min a sereke ya têkildarî rêxistinbûnê ji wir tê. Dema ez zarok jî ez têdikoşiyam. Min neheqî qebûl nedikir.’ Li ser vê yekê bavê min bîranîneke ku dema di salên zanîngehê de Serok tevî hevalê xwe Cemîl Bayik hatibû gund û dema xwarin dixwarin vegot. Bapîrê min Omer Ocalan, dema xwarin dixwar têdikeve hundir û dibêje ‘Hûn ji bo komunîzm û sosyalîzmê têdikoşiyan. Lê hûn niha ji bo Kurd û Kurdistanê têdikoşin. Têkoşîna Kurdîtî û Kurdistanê ji têkoşîna komunîzmê girantir e. Dê ev ji bo we giran be, hûn nikarin ji bin dekevin.’ Di wê navberê de Serok kete navberê û got; ‘Tê bîra min’ û got ku bavê wî bi domdarî gotiye; ‘Hûn ketine doza Kurdîniyê, Şêx Seîd jî ketibû vê rêyê, bedelên giran da. Eşîra wî hebû, malbata wî û derdora wî hebû. Lê tu kesekê we tune ye, heta eşîra we jî tune ye. Hûn ê di vê dozê de zehmetiyan bikişînin, hûn bên eciqandin.’ Hevdîtina me teqabûlî 4’ê Nîsanê dikir. Têkoşîna ku bi bêkesan dest pê kirî veguherî tevgereke gel a bi milyonan. Bi fedekariyên mezin gihiştin van rojan. Îro bi milyonan kes xwedî li vê tevgera bêkesan derdikevin.
Abdullah Ocalan gotibû; ‘Lingê herî girîng ê bangê civak e û divê li ser civakê were birêxistinkirin.’ Û di vê mijarê de erk û berpirsyartiyeke mezin dabû ser milê partiya we. Gelo di çarçoveya pêvajoyê de ji bo polîtîkayên partiya we tu nirxandinek kir?
Der heqê DEM Partiyê de pêşniyar û rexneyên wî hebûn. Di hevdîtina ewil de gotibû ku pergala siyasî ya Tirkiyeyê li ser 3 blokan ava bûye. Gotibû yek ji wan xwe bi referansa Îslama siyasî birêxistin dike, yek ji wan xwe weke rojava û sosyal demokrat pênase dike û ya din jî anku ya me temsîl dike jî siyaseta bi pêşengtiya DEM Partiyê ye. Got ku ev her sê avadanî jî biqasî hev in. Rêjeya dengan a DEM Partiyê pirsî. Min jî got ku derdora ji sedî 13 xuya dike. Got; ‘Çawa ji sedî 13 e? Divê ev rêjeye derkeve ji sedî 20’ê. Potansiyela wê bi ser ji sedî 20’ê re ye. Divê bixebitin. Hûn naxebitin. Ji axaftinê zêdetir divê mirov bixebite. Divê mirov xwe di nava gel de birêxistin bike. Potansiyela vê partiyê heye. Ji axaftinê zêdetir divê mirov mal bi mal, kolan bi kolan xwe birêxistin bike. Ez ji zarokatiya xwe heta niha xwe birêxistin dikim. Komeke min a nimêjê hebû, dema diçûm dibistanê koma min a hevalan hebû. Di vê mijarê de divê hûn bixebitin. Divê hûn kedê bidin.’ Têkildarî Rihayê jî got ku divê Riha gavên mezin biavêje. Got; ‘Potansiyela Rihayê bi ser ji sedî 50’ê re ye. Divê polîtîkayên guncav bên pêşxistin. Di vê mijarê de divê xebat bên kirin.’ Di vê mijarê de pêşniyar û rexneyên wî hebûn. Got ku divê rêxistinî li ser bingeha gelparêziyê be.
Gel ji ewil di 8’ê Adarê de, piştre di Newrozê de û herî dawî jî di 4’ê Nîsanê de xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk derket. Li gel vê, tecrîda li Îmraliyê didome. Gelo di vê mijarê de tiştekî hûn dixwazin bibêjin heye?
Hevdîtina hatiye kirin, di çarçoveya hevdîtina malbatê de bû. Şande hene, yên pêvajoyê birêve dibin hene. Divê parêzer biçin hevdîtinê. Akademîsyen, parêzer, rojnameger divê bikarin biçin. Em dixwazin vê yekê bi rêya we bibêjin. Em dixwazin mafên xwe yên di qanûnên Tirkiyeyê de bi kar bînin û dixwazin ev hevdîtin bidomin. Ev hevdîtin, hevdîtineke malbatê bû. Divê bi vî awayî were zanîn. Em vê pêvajoya tê meşandin weke pêvajoyeke qonax bi qonax dinirxînin. Ji ewil pêwendî tên danîn, piştre axaftin tên kirin û divê hemû raya giştî piştgiriyê bide. Kurd bi hemû hêza xwe li gel aştî û demokrasiyê ne. Lewma di 8’ê Adarê, 21’ê Adarê û di 4’ê Nîsanê de xwedî lê derket. Di 4’ê Nîsanê de gelek kes ji gelek cihan herikîn Amarayê. Ev yek nîşan dide ku xwedî li bangê derketine. Gel xwe li Amarayê dibîne. Divê gelên Tirkiyeyê xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Înkar û pişaftin çareserî nînin. Mafên mirovan hene. Kurd miletek in û ji bo Tirkiyeyê gef nînin. Parastina mafên bingehîn dê ji bo her kesî sûdewer be. Ev yek ne tenê ji bo Tirkiyeyê derbasdar e. Divê her kes bi hemû hêza xwe xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Ji bo avakirinê ked hewce dike lê ji bo xerakirinê du gotin bes dikin. Lewma em bi baldarî nêz dibin. Divê îktîdar jî bêyî dereng bimîne gavên pêwîst biavêje. Gel bi hesreta aştî, çareserî û îstîqrarê dijî. Divê her kes piştgiriyê bide vê. Ji bo vê hin tiştên divê bên kirin hene. Em jê re nabêjin şert lê pêdivî û daxwaz hene. Ev tiştên civakî ne. Dikarin tiştên bingeha van ava dikin bên kirin. Dikare bi peymaneke civakî were çareserkirin. Divê hin kes ji hinek têgehan aciz nebin. Daxwazên Kurdan jî hene. Divê ev daxwaz bên dîtin. Em hêviya xwe diparêzin. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê tişta ji destê me tê em ê bikin. Ya girîng ew e ku her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Gel xwedî li vê pêvajoyê derket. Ji bo avakirina aştiya birûmet û mezin em ê tevî gelê xwe tişta ji dest tê bikin. Li Girava Îmraliyê fedekarî, kedek û têkoşîneke mezin heye. Ji bo aştiyeke birûmet divê gelê me piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Divê gelê me hêj bêhtir piştgiriyê bide û xwedî lê derkeve. Hewceye vê xwedîderketinê veguhêzin metropolên Tirkiyeyê û her kes zextê li rayedaran bike da ku gavan biavêjin.
MA / Emrullah Acar