STENBOL - Der heqê 7 rojnamegerên protestoyên li Stenbolê dişopandin doz hate vekirin. Di îdianameyê de ev îdiaye hate kirin: “Tu tespîtên ku li cihê bûyerê xebatên rojnamegeriyê meşandibin nehatine kirin.”
Rojnameger Zeynep Kuray, Hayrî Tunç, fotonûçegihanê AFP’ê Yasîn Akgul, fotonûçegihan Bulent Kiliçbîl, nûçegihanê NOW TV’yê Alî Onur Tosun û fotonûçegihan Gokhan Kam û Kurtuluş Ari ji ber şopandina çalakiyên protestoyî yên li Stenbolê di 25’ê Adarê de di serdegirtinên malan de hatein binçavkirin û girtin. Li ser îtîrazê, rojnameger di 27’ê Adarê de hatin berdan. Lêpirsîna der heqê rojnamegeran de veguherî dozê. Îdianame, ji hêla 62’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edliyeya Stenbolê ve hate qebûlkirin.
Rojnameger dê bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” bên darizandin. Di îdianameyê de wiha hate gotin: “Di îfadeyên xwe de dibêjin ku ji di çarçoveya xebatên rojnamegerî û fotonûçegihaniyê de li wir bûn. Lê belê hêzên ewlekariyê tespît nekirin ku gumanbaran li cihê bûyerê xebatên rojnamegeriyê meşandibin.”
Dîroka danişîna dozê nehat diyarkirin.