NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên dewleta tirk didomin û di êrişên dawî de gazên kîmyewî û bombeyên fosforê hatine bikaranîn.
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li gorî nûçeya ANF’ê; HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên dewleta tirk ên hewayî û bejahî bênavber didomin. HPG’ê, da zanîn ku di êrişên dawî de gazên kîmyewî û bombeyên fosforê hatine bikaranîn. Hat ragihand ku di 7-8’ê Nîsanê de li dijî tunelên şer 4 caran bombeyên qedexekirî hatine bikaranîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tirkiyeyê ji 5’ê Nîsanê heta 9’ê Nîsanê hem ji hewayî hem jî ji bejahî ve bi giştî 849 caran êriş kiriye.