MÊRSÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê xwest ku xwendekarên di protestoyan de hatin binçavkirin û girtin bên berdan û got: “Daxwazên xwendekaran, daxwazên me ne.”
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê têkildarî xwendekarên ji ber tevlibûna çalakiyên protestoyî yên li dijî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hatin girtin, daxuyanî da. Daxuyanî, li Parka Ozgur Çocuk hate dayin û pankarta “Nabe ku mafên perwerde û vehewînê were astengkirin. Ciwanên hatine girtin berdin.” hate hilgirtin. Her wiha dirûşmên “Binçavkirin, zext û girtin nikarin me bêzar bikin” û “Çete bila bikevin hundir, xwendekar bila derkevin” hatin berzkirin.
Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Mêrsînê Mahmût Sumbul da zanîn ku di çalakiyan de 301 xwendekar hatine girtin û got: “Mesele ne tenê girtina Îmamoglû ye. Mesele, li dijî vê derbeya ku bi sala ye bi rêya qeyûman îradeya gel û demokrasiya sindoqê nas nake; li kolanan xwedîderketina îradeya gel e. Ciwan dê teslîmî rejîma paşverû û faşîst nebin û îradeya xwe nîşan dane.” Sumbul, bertek nîşanî cezayê hefsê yê li endamên lijneya rêveber a sendîkaya wan da.
Sumbul, anî ziman ku ew ê li dijî bêhiqûqtiyan bêdeng nebînin, ew bi xwendekaran re ne û wiha bi dawî kir: “Em bang li rayedaran dikin; ciwan dixwazin di bin pergaleke demokratîk de li zanîngehên xweser û demokratîk perwerde bibin. Ev daxwaz, di heman demê de daxwazên me ne. Heta ku ev pêk tê jî em ê têbikoşin. Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe mezintir bikin. Em bang li îktîdarê dikin ku tavilê hemû xwendekarên girtî bên berdan.”
Daxuyanî, bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.